Li Rihayê erdhejeke bi hêza 3.7 pileyan çêbû
AFADê ragihandin ku li bajarê Ruha ya Bakûrê Kurdistanê erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû daye û di encamê de ti rewşeke neyînî derneketiye holê.
AFADê ji hesabê xwe yê Xê ragihand, li navçeya Ruhayê li Xelîliyeyê di 20ê rêbendanê de demjimêr 16.06ê erdhejek bi hêza 3.7 pileyan rû daye û kurahiya erdhejê jî 10.83 kîlometre ye.
Li gorî agahiyên AFADê parve kirine di encama erdhejê de rewşeke neyînî derneketiye holê.
Basnews