Nêçîrvan Barzanî Cejna Qewiltasê pîroz kir
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Qewiltasê pîrozbahî li Kurdên Kakeyî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê peyama Nêçîrvan Barzanî ya pîrozbahiyê ya Cejna Qewiltasê belav kir.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyamê de hêvî dike ku ev cejn her sal “bi xêr û xweşî” were pîrozkirin.
Cejna Qewiltasê yek ji cejnên Kakeyiyan (Yarsan) e ku piştî 3 rojan girtina rojiyê, şeva sêyem dibe cejn û 5 rojên berdewam dike.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe Cejna Qewiltasê de got:
“Em xwişk û birayên Kakeyî piştrast dikin ku wekî her tim em dê parazvanê mafên wan bin.”
Di beşeke din a peyamê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku “Herêma Kurdistanê dê ji bo hemû pêkhateyên xwe, wekî welatê bihevrejiyan û tolerans û qebûlkirina hev bimîne.”
Kakeyî (Yarsanî) di navbera 14 û 17ê Kanûna Paşîn de 3 rojan rojiyê digirin.
Rudaw