Qubad Talebanî bo Gulan: Carekî din Îraq nikare bi zimanê hêzê bi Kurdistanê re biaxfe
Hukumeta Herêma Kurdistanê ji bilî ku ev dema salekê ye ji aliyê Bexdadê ve bodce û mûçe lê hatiye birîn, hevdem rastî şerekî nexwestî û mezin û pêleka koçberan hatiye, van hemûyan kirêzeke mezin ji bo Hukumeta Herêma Kurdistanê dirustkiriye. Ji bo axaftin li ser van pirsan û erkên Hukumeta Herêma Kurdistanê û çawaniya birêvebirina ev kirêzên nexwastî, Gulan ev dîmaneya taybet bi rêzdar Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrên Kurdistanê re encamda. Her di vê dîmaneyê de cîgirê serok wezîran wê mizgîniyê dide xelkê Kurdistanê ku kirêza abûrî a Herêma Kurdistanê ber bi dawiyê ve diçe, heta heger bi Bexdadê re negehine tu lihevkirinan, destnîşandike ku di eniyên şer de (Ji Kobanê heta digîne Seidiye û Celola) bi temamî arasteya şer bo berjewendiya Kurdistanê hatiye guhertin, derbarê bi kêşeya koçberên Kurdistanê bi giştî û Duhokê bi taybetî ew tekezî li wê yekê dike ku wê kemp ji wan re werin avakirin û dibistan wê werin nû kirin daku proseya xwendinê li wan dibistanan jî dest pê bike, ev jî deqa dîmaneya cîgirê serok wezîrên Kurdistanê ye.* Heger ez ji vê dest pê bikim ku tu di rewşekê de bûyî serok wezîrên Kurdistanê, ku bextê te tinebû, ji ber ku rewşeke wiha xerab û hestyar hate pêş ku erkê we pir girankir, wek tunebûna bodce û moçe û şerê DAIŞê, gelo win çawa bi serokwezîr re vê tengasiyê birêvedibin?
- Ez nabêjim bextê min tunebû, berûvajî mezintirîn şerefe mirov bikare xizmeta gel û axa xwe bike bi taybet di demên hestyar û nazik de, raste rewş ne asayî û pir kirêze, lê mirov pir bi bexte ku derfetek jê re were tê de xizmetî gelê xwe bike, rate bi destbikarbûna kabîna heştem re Kurdistan rastî çendîn kêşe hatiye, lê ev jî tehedayeke ji me re daku em zanibin çawa Kurdistanê ji van kirêzan derbazbikin û ji vê rewşê derxin ji bû vê yekê jî temama wezîran û serokatiya civata wezîran hemû bi hevre hazirin daku bi serbilindî Kurdistanê ji vê kirîzê rizgarbikin.
* Hukumranî anku pêşkêşkirina xizmetguzariyan, xizmetguzarî jî bi peran tê kirin, win rastî kirêzeke diravî û di heman dem de şerekî giran û koçberiyeke pir mezin hatine, gelo we çawa kariye bê pere hukumraniyê bikin?
- Erkê serekî a hukumetê parastina welatiyane û pişt re gihandina xizmetguzariyane, lê Hukumeta Herêma Kurdistanê rastî du zehmetiyên pir giran hatiye, ew zehmetî ne jî ewqas mezinin ku renger pir ji hukumetên cîhanê nikaribin bergiriyê bikin, zehmetiya yekê birîna beşê bodceya Kurdistan û mûçeya fermanberên Kurdistanê bû, raste welat rastî kirêzan tên lê min tu hukumetek nediye ku di şev û rojekê de her çiqas dahat hebe were birîn, Kurdistan rastî vê zehmetiyê hatiye, zehmetiya duyê jî ev şerê ne daxwazkiriye ku Kurdistan rûbirûye bûye, ev şer ji bilî ku hejmarek pir mezin ji pêşmergeyan qurbanî danê ye, di heman dem de ev şere xerciyeke pir mezin dixwaze, vê jî barê hukumetê girantir kiriye, vêca ji zehmetiya duyê zehmetiyek din jî jidayik bûye ew jî zehmetiya koçberane ku encamê wî şeriye ku rûbirûyî Kurdistanê bûye, Hukumeta Herêma Kurdistanê kariye zehmetiya yekê birêvebibe, herwiha bi piştevaniya xwedê û hêza pêşmerge me kariye rêveberiya şer jî bikin, ew cihê xweşhaliyê yeroj bi roj çi ji aliyê hukumraniyê ve û çi ji aliyê rêvebirina şer ve em ber bi serketin û derbazkirina van kirêzan ve diçin.
* Serokatiya hukumetê û bi kesatiya te win pir bi mijolî kêşeya koçberan bûn, ji bo vê yekê jî serokatiya civata wezîran civînên civata wezîran bire Duhokê, gelo ta çiqasî koçberan barê hukumraniya Kurdistanê girantir kiriye?
- Birastî hukumetê bi giştî berpirsyarane muamele bi vê pirsê re kiriye, seredana me jî ji bo Duhokê beşek bû ji biryara Hukumetê ku pêwîste em biçin Duhokê daku bizanin wek civata wezîran çawa û çi ji destê me tê ji bo koçberan em bikin, te destpêkê behsa bêbextiyê kir, lê ez dibînim di vê proseyê de yê ku ji hemûyan bêbexttir parêzgeha Duhokê bû, ku di yekemîn roja destbikarbûnê de zêdetir ji 800 hezar koçber berê xwe dane parêzgeha Duhokê, vê jî we kir ku ew bikevin di bin barekî pir giran de, lewra hukumetê pêwîst zanî ku em seredana Duhokê bikin vê jî bargiranî dirust kiriye, ev bargiraniye jî du corin, corek ew e ku tu dikarî bihelsengînî, wek ka Hukumeta Herêmê çiqas pere terxan kiriye ji wan koçberan ji bo dirustkirina kempan ji bo kirîna dermanan.
* Tu dikarî kojmê ew pereyên hatiye xerckirin destnîşan bikî?
- Destnîşankirina hûrbîn li cem parêzgeha Duhokê ye, lê tenê wek civata wezîran ku ji civata neft û gazê heta niha (36500000) sî û şeş milyon û pênsid hezar dolar bû ji destpêka vê qeyranê ve, bi sipasî ve wezareta darayî bilez milyarek dînar komkirin û terxan kir ji bo parêzgeha Duhokê, lê hinek erkên din hene ku tu niha nikarî qebarê diravî jê re xuyabikî, wek nimûne çiqas polîs berdewam koçber û kempên wan parastine, çiqas karmendên tendirustî mijolî dermankirinê bûn, dibistanên me hemû bûne cihê koçberan, gehandina xizmeta av û eletrîk û aravê lewra di piroseya rêvebirina koçberan de, xerciyên xuya û xerciyên ne xuya hene, wezareta pilandananê bi WB re mijolî komkirina zanyariyane li ser xerciyên ne xuya.
* Gelo ta çiqasî Civata Nêvdewletî yan Hukumeta Îraqê alîkariya we kir?
- Civaka Nêvdewletî alîkariya me kirin û cihê sipasî û destxweşiyê ye, ew alîkariyane pir pêwîst bûn û giringe jî berdewam be, lê parvekirin û bi hemahengî bi hukumetê re yan bi aliyên pêwendîdarên hukumetê re muamele nekirine, raste nûnerê Neteweyên Yekgirtî û nûnerê ajansên Neteweyên Yekgirtî li Kurdistanê ne û bi aliyên pêwendîdar re kardikin, lê omêd û texmîna me ji bo alîkariyan pir zêdetir bû, me texmîn dikir astê alîkariyan û hemahengiyeke zêdetir bi Hukumeta Herêma Kurdistanê re muamele bikirina, ji aliyekî din ve gereke Hukumeta Îraqê berpirsane muamele bi qeyrana koçberan re bikira û hemahengî bi Hukumeta Herêma Kurdistanê re bike, her çiqas rêzdar Salih Mutleqq pir caran seredana Kurdistanê kiriye û rolekî karîger dîtiye, lê mixabin Hukumeta Îraqê bi gîştî wek hukumeteke biyanî muamele bi pirsa koçberên Kurdistanê re kiriye, heta niha wek welatekî cuda muamelê bi vê pirsê re dike, Hukumeta Îraqê wek welatekî xerîb carina alîkariyan dişîne, ew bi wî rengî li pirsa koçberên Kurdistanê nanêrin wek ku karesatek be li welatê wan çêbibe, ev jî beşeke ji gotûbêjên me bi Bexdadê re.
* Li Civata Wezîran komîtek heye ji bo lidûçûna pirsa jin û keçên Êzîdî, we di vê derbarê de çi kiriye?
- Ew komîte ne tenê taybete bi pirsa jinên Êzîdî, ev komîte ji aliyê Dr. Norî serokê fermangeha hemahengî û lidîvçûnê a civata wezîran ve tê serperştîkirin, wî rolekî pir mezin ji bo alîkariya koçberan dîtiye, herwiha bi rolekî giring rabûye ji bo dirustkirina hemahengiyê bi ew kesên ku hîn li çiyayê Şengalê ne herwiha hevkariya parêzgeha Duhokê jî dike ji bo hemahengiya navbera fermangehên parêzgeha Duhokê û kempên koçberan, herwiha ji bo alîkariya xweşkên êzîdî ku ji destê DAIŞê rizgarbûne, lewra karê Dr. Nûrî pir core û hemû karûbarên pêwendîdar bi doseyên Şengalê ve bi xwe ve digre.
* Di pirsa koçberan de we destnîşankir ku Îraq weke welatekî biyanî muamelê bi Kurdistanê re dike, berê jî li meha yeka îsal ve bi hiceta kêşeya li ser siyaseta nefta herêm bodce û moçeya Kurdistanê birîne, bi nêrîna we bingehê kêşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê çine?
- Bi nêrîna min bingehê kêşeyên di navbera herdu aliyan de vedigere Ferhengê, ew du ferhenge pir cudane, li Bexdadê ferhengek heye girêdayî ye bi wê yekê ve ka tu çawa deshelatê di destê xwe de kombikî ev jî ligel ferhenga Herêma Kurdistanê nagunce, ji ber em dixwazin destûr were cêbecêkirin û deshelat were dabeşkirin û bi kiryar federalîzim li vî welatî were cêbecêkirin. Vêca kêşeyên neft, pêşmerge, cêbecêkirina benda 140ê û kêşeyên din ev hemû vedigerin bo cudahiya navbera van du ferhengan, ji ber ku du hizir û du ferhengên pir cuda hene ji bo çawaniya muamelekirin bi van pirsan re, ez dibêjim du ferheng, lê ferhenga din jî cudahî têde heye ji ber ku aliyê din jî kêşe bi Bexdadê re heye ku ew jî erebên sune ne, herwiha li Herêma Kurdistanê jî hemû di derbarê Bexdadê de ne yekin, lê pirsyara we zêdetir taybete bi kêşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê ve, lewra bingeha kêşeyên navbera Bexdad û Hewlêrê vedigere ji bo wê yekê ku Bexdad dixwaze kontrola hemû pirsan di destê wê de be, xuyaye Kurdistanê jî ezmûn heye dema hemû deshelat di destê Bexdadê de bin rastî çi tê, lewra vê carê rijde li ser wê yekê ku tekezê li mafên xwe yên destûrî bike.
* T çiqasî, xwerbûna Malikî têgehîştineke nû ji bo siyaseta nefta Herêma Kurdistanê dirust kir?
- Kêşeyên Herêm û Bexdadê bi kesatiyekê ve negirêdayî ye ku navê wî Malikî ye, çûnkî berî Malikî, li serdemê Ceferî û Elawî jî ta astekî ev kêşe her hebûn, lewra em xiyanetê li xwe dikin dema em van kêşan bi tenê kesekî ve girêdidin, baş e ka em pirsyarê ji xwe bikin, bo çi me hîştiye kesek ewqas bi hêz bibe ku hemû deshelatan di destê xwe de kombike? Lewra kêşeya serekî li Îraqê ew bû ku di vî welatî de sîstem tuneye û wan jî ev bê sîstemiye kirine xizmeta xwe û karîne roj bi roj zêdetir deshelatan kontrolbikin, lewra ev bûye sedema beşek ji ew kêşeyên îro em rastê tên, lê îro hukumeteke nû heye û çend kesên nû hatine, di ev hukumeta nû de kurdan cihekî bihêz heye, serok komar û cîgirê serok wezîran û wezîrê darayî kurd in, guhartineke din a pir baş di Hukumeta Nû a Îraqê de ku hatiye kirin û pir behs nehatiye kirin, pirsa dezgehên leşkerî û ewlehî ne, di kabîneya berê de Nûrî Malikî serok wezîr, wezîrê navxwe, wezîrê bergiriyê û berpirsê dezgeha hewalgiriyê bû. Lê di vê kabînê de wezîrê bergirî û navxwe heye û hêdî hêdî mijolî standina deshelatên xwe ne, lewra omêda me ji ber ew kesayetiyên di nav kabîneyê de bi wî coriye ku ev hukumete ji hukumetên din cudaye, baweriya min wihaye heger em nikaribin bi vê hukumetê re lihevbikin, em nikarin bi tu hukumeteke din a Îraqê re rêkbikevin.
* Hatina Adil Ebdul Mehdî wezîrê nefta Îraqê, bingehê diyalokê di navbera Hewlêr û Bexdadê de dirust dike, tu bi xwe beşdarî civînan bûyî, gelo tu çawa li vê seredanê dinêrî?
- Em bi helbijartina rêzdar Adil Ebdul Mehdî bo wezîrê nefta Îraqê xweşhalbûn, ji ber ku ev kesatiye rêzdar e û naskiriye û beşdar bû jî di şoreşa Kurdistanê de, di nav Îraqê de dostayetiyeke nêzîk bi beşek mezin a berpirsên Kurdistanê re heye, lê gereke em wê yekê jî bêjin ku Dr. Adil Ebdul Mehdî ev kesayetiya berêz wezîrê wezaretekê ye ku ev çiqas salin xwer hatiye ajotin, lewra em di demekê de xweşhalin ku ev kesatiye wezîrê nefta Îraqê ye lê di heman dem de gereke nêrîna me lojîkî be, ku renge tenê kesek nikaribebilez mejiyekî yan ferhengekê buguhêre, lê her çawa be Dr. Adil Ebdul Mehdî seredana Kurdistanê kir û bi serok wezîran re rûnişt herwiha seredana cenabê serokê Herêma Kurdistanê jî kir , ez dibînim destpêkek baş bû.
* Niha behsa seredana şandeke bilind a Herêma Kurdistanê tê kirin ji bo Bexdadê, gelo tu çawa li wê seredanê dinêrî û tu dibêjî vê carê encam wê çawa be? Heger win negehiştin rêkeftinê winê çawa di paşerojê de serederiyê bi Bexdadê re bikin?
- Ew niha hum derfeteke ji bo Bexdadê û hum jî derfeteke ji bo Herêma Kurdistanê. Kurdistan rastî qeyraneke mezin hatiye û para mezin a vê qeyranê pêwendî bi Bexdadê ve heye û beşek jî pêwendî bi rêveberiya me ve hebû. Xuyaye Dr. Adil Ebdul Mehdî hat û em li ser çend xalan rêketin, ew ta astekî pêgirî bûn bi ew beşa pêwendî bi wan ve heye, em jî pêgîrbûn bi ew beşê pêwendî bi me ve heye, vê yekê jî coreke baweriyê dirust kir, lê ev destpêke û niha gereke herdu alî gavan ber bi astek din ve bavêjin, qûnaxa bê ew e ku şandek ji Herêma Kurdistanê seredana Bexdadê bike, daku li ser kêşeyan baxfin, raste di seredana Mehdî de em li ser çend xalan rêkeftin, lê me behsa pir xalên din kirin, ji wan aciziyên me çine û yên Bexdadê çine, sedem çine, niha berhemanîna nefta Îraqê nizmbûye, di hember de berhemanîna nefta Kurdistanê ber bi zêdebûnê ve dere, Îraq li bakur û başûr jêrxan nemaye, di hember de Kurdistanê jêrxaneke ciwan û nû heye, buhayê neftê li bazara cîhanê daketiye, vê yekê jî kartêkirineke xerab li Kurdistan û Îraqê kiriye, lewra rewşeke wiha hatiye pêş ku em rêkbikevin, vê carê ji carên din cudaye, carên berî niha hevsengiyek di navbera rewşa me û Bexdadê de tinebû, berê tim Bexdadê bi zimanê hêzê diaxfî û bi hevberkirin li gel Bexdadê em zeîfbûn, berê wan jêrxaneke pir baş hebû û me jî tunebû wan neft hebû lê me tinebû, lê niha hevsengiyek heye û pêwîstiya me herduya bi hev heye, lewra ez geşbînim ku emê bikarin bigehine çareseriyê, çareseriyek ku em bikarin mafên xwe yên destûrî niparêzin.
* Pirseka din a giring ew jî pirsa pêşmerge ye ku niha Emerîka û hevpeyman yekser muamelê pêre dikin, lê pirsa pêşmerge xala lihevnekirinê ye di navbera Hewlêr û Bexdadê de, ta çiqasî bingehê çareserkirina vê pirsê bi Bexdadê re heye ku niha di şerekî giran de ne?
- Pirsa pêşmerge çend aliyên wê hene, aliyek bi bodceya pêşmerge ve girêdayî ye, niha pêşmergeyan selimandiye ku li şûna hemû cîhana azad şerê terorîstan dike, mezintirîn qurbanî dane ji ber dijatîkirina DAIŞ û parastina Kurdistanê û şerkirin ji ber hemû Îraqê ve, lewra gerek ji vir û pêde Îraq bi wijdan serederiyê bi pirsa pêşmerge re bike, gereke carek din Îraq pêşmerge wek metirsî nebîne, belku wek hêzeke karîger di welat de temaş bike û serê xwe pê bilind bike û piştevaniyê lê bike, ev pirse jî wê beşeke giring be ji pêwendî û danûstanên me bi Bexdadê re.
* Paş seredana wezîrê nefta Îraqê, rêzdar Dawod Oglo seredana Bexdad û Hewlêrê kir û win bi xwe di civînan de amadebûn, berê ew metirsiye hebû ku pêwendiyên Enkere û Bexdadê li ser hisaba Hewlêrê be, lê vê carê behsa tiştên nû tê kirin, nêrîna we ji bo vê yekê çiye?
- Em baş dibînin ku pêwendiya navbera Turkiya û Îraqê de baş bibe û em bi wî şêweyî nabînin ku ziyanê bigîne Kurdistanê berovajî, ew a di seredana rêzdar Dawod Oglo de bi ronî derketî ew bû hatibû ji me re bêje Îraq û Turkiya dixwazin lapereke nû vekin lê ne li ser hisaba pêwendiyên Turkiya û Herêma Kurdistanê, beşeke mezin a seredana Oglo ji bo me dilrihet bikin ku ne pêwîste em dilgiran û dudilbin ji nêzîkbûna Turkiya û Îraqê.
* Di seredana xwe de Co Baydin li Turkiya xweşhaliya xwe ji nêzîkbûna Hewlêr û Bexdadê nîşanda, tu di vê pirsê çawa rolê Emerîka dixwînî?
- Di piroseya pêkanîna Hukumeta Nû a Îraqê de, Emerîka û Birîtaniya û nûnerê Neteweyên Yekgirtî li Îraqê rolekî karîger dîtin û guvaşeke mezin xistin ser hemû aliyan daku hukumeteke hemela avabibe û kurd di wê hukumetê de beşdar bin, kurdan ezmûneke teil bi Bexdadê re hebû ji bo aliyên siyasî yên Kurdistanê ne asan bû biryarê bidin beşdariyê di hukumeta Bexdadê de bikin, beşeka biryara beşdarîkirina kurdan di hukumeta vêcarê a Îraqê de, ji ber wan aliyan bû, wan daxwaz ji me kir ku em şansek din bidin Îraqê lewra me got ka em jî şansek din bidin Îraqê, wan jî guvaşên mezin li Bexdadê kirin daku ew rêkeftinên ku niha hene werin encamdan, lewra tiştekî siroştiye Emerîka bi ev rêkeftina navbera Bexdad û Hewlêrê de xweşhal be.
* Berî tu bibî cîgirê serok wezîran, tu nûnerê Hukumeta Herêma Kurdistanê bûyî li Emerîka, herwiha te têkiliyek fereh bi navendên vekolîn û rojnamevanan re hebû, gelo li ser ezmûna te a berê niha siyaseta Emerîka li hember Îraq û Kurdistanê tu çawa dixwînî?
- Ez dibînim ew hizira berê li Emerîka hebû ku gerek bi çi tenen û şêweyê be gereke yekbûna Îraqê were parastin, ew niha kevin bûye, ez dibînim ew kesên ku vekolînan li Îraqê dikin, çi di nav rêveberiya Emerîka de yan navendên hizir û vekolînan, ew pirsa federalîzim yan cudakirina deshelatan û heta perçebûna Îraqê, niha ew vê yekê bi karesat nizanin, raste siyaseta îro a Emerîka ji bo Îraqê ew e ku Hukumeteke Federala Demokrat a yekgirtî hebe, lê min dît ku ew core hizirkirine ku perçebûna Îraqê nekaresate, li navendên hizir û vekolînan ber bi pêşve çûye.
* Dibêjin siyaseta nefta Herêma Kurdistanê çavkaniya kêşeyên navbera Kurd û Erebên Îraqê de, di vê çarçovê de tu paşerojê çawa dibînî?
- Ez ne bi vê hizirê re me ku siyaseta nefta Herêma Kurdistanê çavkaniya kêşeyane, berovajî roj bi roj derdikeve ku birîna bodceya Kurdistanê tu pêwendî bi siyaseta nefta Herêma Kurdistanê ve tuneyebelku zêdetir bi kirêza darayî û xerab bikaranîna bodceya Çraqê ve girêdayî ye, bi taybetî ku niha çavkaniyên baş bi dest me ketine (Bi Ken) ji wezareta darayî ya Îraqê, diyardibe ku çendîn milyar dolar ji bodceya Îraqê ne xuyane, lewra tevî ku hîn zûye ez bêjim lê ez dibînim beşek ji sedemên birîna bodceya Kurdistanê sedemên pir mezinin û renge siyaseta nefta Kurdistanê tenê hicetek be ji bo wê birînê bikarhatibe, me di çarçovê destûra Îraqê de siyaseta neftê birêvebiriye, di çarçovê destûra Îraqê de me ew jêrxane avakiriye, ku di mawê 3-4 mehên din bê ku yek dînar ji Îraqê were em rêveberiya Hukumeta Herêma Kurdistanê bikin. Ev wê watayê nade ku em naxwazin li gel Bexdadê rêkbikevin, belku wê watayê dide ku bijardeyeke din li ber destê me ye, Îraq jî baş zane me ew bijarde heye, lewra eger nikaribin bi me re li hev bikin, wiha Kurdistan kulek nabe û paş çend mehên pir kêm qûnaxa bi zehmet derbazdibe.
* Te berî niha destnîşankir heger rêveberiya me bi vî corî be, heta heger Bexdad bodceyê vegerîne wê kêşeyên me hebin, tu dikarî vê ji xwendevanan re zêdetir ronbikiî?
- Kêşe ne kêmin, em di navbera du hiziran de asêmane, gelo em welatekî serbixwene yan herêmekin di nav welatekî de? Me hinek dezgeh hene wek dezgehên welatekî serbixwene, her wek nimûne hêza pêşmerge me heye, ajansa hewlgîrî me heyenûnerên me li welatên derve hene, siyaseta abûrî û avedankirinê me heye, lê ji aliyekî din ve şêwazê karkirina me rojane wek herêmekê ye, minheyek ji me re tê û yekser em xercdikin. Me nikariye bi nêrîneke kor serederiyê bi bodceya xwe bikin, dema ez dibêjim me nikariye ji ber ku beşeke mezin ne di deshilata me de bû, Bexdad wek herêmekê serederî bi me re nekiriye belku wek parêzgehekê kiriye, ew ji me re dibêjin gereke her salê win ewqas karmend damezrînin, kojmê bodceya we jî evqase, evqas gereke bikarber be û evqas jî ji bo weberhênanê be, ev jî wate ew rêkeftina di navbera Herêm û Bexdadê de bingeha wê şaş bû, pirsyar li vir ew e Bexdad çi pêwendî pêveye em bodceya xwe çawa xercbikin? Bo çi heqê Bexdadê hebe ji me re bêje gereke win bodceyê wiha xerc bikin û wiha xerc nekin? Ev erkê perlemana me ye… vê yekê kêşeyeke rêvebirinê peydakiriye û me jî sal bi sal pêrewkiriye, ev ji bilî pirsa 17% ku di rastî de ne 17% ye belku 10% ye, ku ev jî kêşeyeke dine, lê pirbûna karmendên hukumetê û xerab dabeşkirina wan karmendan bi ser wezaretan de, sîstema du rêvebirî ku mixabin ku ta niha her morkek pêve xuyaye, lewra li gel serokê Civata Wezîran re me biryar da di vê kabîneyê de ew morika du rêvebirî nemîne û bikin bi yek hukumet. Ev hemû pirsgirêkin me kariye sal bi sal baştir bikin, her kabîneyekê gavek avêtiye ji bo nehîştina ferhenga du rêvebirî, lê gereke ev kabîne wê ferhengê nehêle.
* Win pir behsa rêxstina fermanberan dikin, we niyet heye win çibin û winê çawa rêkbixin?
- Ew a di vê pirsê de bi ecêbe, ji aliyekî ve me hejmareke pir mezin a fermanberan heye, ji aliyekî ve jî boşahiyeke mezin jî li nav wezaretan heye, ev yeke aloze, çûnkî wezîr tê dibêje pêwîstiya min bi fermanberê jimêryarî, endazyar, yan bijîşk heye, berî her tiştî gereke pirsa fermanberan ji bin ve bi dawî bibe, du moçeyî kar li ser hatiye kirin lê hên maye, rêxstina fermanberan ber deste ku wezîrê darayî dest pê kiriye, ev jî cihê giringiya serokatiya civata wezîrane ku rêxstina mîlakatan bikin bi sîstemeke elktronî, wesfa kar vegerînin nav dezgehên hukumetê û peykerê dezgehî hebe, daku em bizanin wezaret pêwîstî bi çend rêveberiya heye û pêwîstiya wan bi çend fermanberane, erkê wan fermanberan çiye? Ev hemû gereke werin diyar kirin.
* Va hev beşek ji morika du rêveberî maye, gelo T bi rêzdar Nîçirvan Barzanî re win rastî guvaşan ji partiyên xwe tên ji bo win vê yekê rastbikin/
- Berî her tiştî Yekîtî û Partî em şandine vê hukumetê, daku em baş bikin, ne têk bidin.
* Mebesta min ew ta çiqasî giringe Partî û Yekîtî piştevaniya we bikin?
- Bi rêz ve ez nikarim bi navê Partî biaxfim, lê ez bi bawerim ku rêzdar serokê hukumetê derqetê partiya xwe tê û ez jê natirsim, xwendevanên kovara we jî piştrast dikim ku Yekîtî jî bawerî bi çaksaziya rêvebirî heye, di wê baweriyê de ne ku êdî em nikarin bi vê sîstemê ne tenê herêmekê belku di paşerojê de welatekî birêve bibin, ji ber ku heger em bixwazin Kurdistanê baştir bikin, gereke em sîstema hukumraniya xwe baştirr bikin, ev bûye rastiyek ku hemû alî têgehiştine. Ev pêwîstî bi hemû aliyekî ye, vê carê hukumeta me bi şêweyekî din e, hukumeteke bingeh ferehe û hamû alî têde beşdarin, erk jî hatiye parvekirin bi ser hemû wan partiyan ve ku beşdarin di nav hukumetê de, heta niha jî niyeteke cidî ji bo wê çaksaziyê heye.
* Lê ew a em dibînin tiştekî din e, di navbera Partî û Yekîtî de heta niha di ragihandinê de şerkok hene, gelo ev karîgeriyê li hukumetê nake?
- Ez dixwazim rastiyekê bêjim ku Partî û Yekîtî wek du part pir ji hev cudane, lewra milmilanêya partetî pir tiştekî siruştî û tendiruste, bi wî mercî ku di sendoqên helbijartinan de kêşe werin çareserkirin, jîngeha siyasiya Kurdistanê jî gîştiye wî astî ku di vê yekê bigehe, ku ne merce Yekîtî û Partî li ser hemû tiştan li hev bikin, lê mixabin ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve, ku gerekbû ev şere biba sedemek ji bo yekxstina Kurdistana me, ragihandinên hizbî pir teng û partiyane temaşeya bûyeran dikirin, kurdistaniyane hizir nedikirin. Lê niha ew hatiye çareserkirin, niha ez li ragihandinê dinêrim kurdistaniyanetir babetan behs dikin, pêşketina pêşmerge li Zumar pêşrewiya Kurdistanê ye bi heman şêwe pêşketina pêşmerge li Celewla û Seidiye pêşketina Kurdistanê ye, gereke em vê zanibin û ji mine em êdî zanin, bi dirêjiya dîrokê her dema me partiyane hizir kiribe, me zerar gandiye miletê xwe.
* Kêşeyeke din ku niha bi serokatiya wezîrê navxwe we komîteke jê re daniye, bazirganîkirina bi terorîstên DAIŞê re ye, gelo ev pirse bi rastî heye?
- Ev komîte bi biryara Civata Wezîran hatiye damezrandin û ji wê demê ve ev komîte ku wezîrê navxwe, wezîrê pêşmerge, wezîrê samanên giştî û serokê asayîşa giştî a Herêma Kurdistanê bi cidî kar li ser vê pirsê kirine û pir zanyarî komkirine, ez dibînim qebarê ew bazirganiya ku bi DAIŞ re hatiye kirin pir hatiye mezinkirin, lê tu dûyekî bê agir tineye, tiştek her hebû, lewra kar li ser hatiye kirin û wezîrê navxwe jî ragihandiye, niha pir kes ku goman hebû beşdarin di wî karî de di bin lêkolînê de ne, lê ev tawaneke netewî ye û nabe em bi çûk bikin, ji ber ku em ji aliyekî ve şer bi hinekan re dikin ku ne tenê dixwazin me ji nav bibin belku dixwazin me vegerînin bo sedsala heftê a zayînî û li aliyekî din xelkin hebin ji ber çend polan wî karî bikin, ev bi tu awayî qebûl nabe.
* Ev komîte tenê li bazirganîkirina bi DAIŞ re lêkolînê dike yan li ser her core bazirganiyekê wek kirîna otombêlan ji terorîstan re û şandina gazê ji bo wan lêkolînê dike?
- Ez bi bawerim di dema lidûçûna di vê pirsê de renge tiştên cor bi cor yên din jî derkevin, lê ez naxwazim bi pêş komîtê bikevim, çûnkî ew di nav hûrkariyên lêkolîn û lidûvçûnê de ne.
* Win ajê hene ku li ser daxwaza rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û paş razîbûna perlemanê hêza pêşmerge ji Herêma Kurdistanê çû ji bo alîkariya birayên xwe li Kobanê, tu çawa li vê bûyerê temaşedikî?
- Çûna hêza pêşmergeyê Kurdistanê ji Herêma Kurdistanê bo Rojava bûyerekee dîrokî ye, herwiha şerkirina hêza pêşmerge li Kobanê li kêleka şervanan dîsan bûyerekî dîrokî ye, ji vê jî zêdetir karîger hebû li ser guhertina hevkêşeya şer û standina beşek ji Kobanê ku niha li ber destê hêzên Kurdistanê ye, lewra heger ne ji alîkariya hêza pêşmerge û hevkariya hevpeymanan baya niha Kobanê bi temamî ketiba dest terorîstên DAIŞê. Ji vê jî zêdetir kê ji me texmîn dikir rojekê hêzek ji Herêma Kurdistanê biçe Turkiya û ji Turkiya biçe Rojavayê Kurdistanê, ev ne wiha asan bû, pêwîstî bi biryareke siyasiya Kurdistanê bû, pêwîstî bi biryareke pir wêrekane a serkirdeya Kurdistanê bû, pêwîstî bi biryara Perlemana Kurdistanê bû, pêwîstî bi razîbûna dewleta Turkiya bû ku pir bi goman li vê pirsê dinêrî, ew biryara Turkiya jî ne asan bû, niha ev hemû çêbûne û em hêvîdarin paş serketinê ew pêşmergane bi selamet vegerine cem me, ew wek pehlewanên netewî tên temaşekirin û gereke em bi gulbaran pêşwaziya wan bikin.
* Hêza Pêşmergê Kurdistanê li Herêma kurdistanê jî arasteya şer guhartiye ji bergiriyê bo pêşketinê, ev jî ji Zumar heta bi Celewla û Seidiye, gelo tu vê pêşketinê çawa dinirxînî?
- Ev şer e her ji destpêkê ve şerekî nexwastî bû û me ev şere nexwastiye û bi yaqa me girtin, hinek xelk hene ku ji destpêkê ve rexne li Hukumeta Herêma Kurdistanê dikirin û ji wan bû ku DAIŞ hate Mûsil gerekbû kurd biçûya şerê DAIŞê li nav Mûsilê bikira, ez dibînim ev rexneyekî nerast û ne rewaye. Ji ber ku ez piştrastim heger me ew bikira her wan kesan wê rexne li me bigirta ka bo çi win xwe dixine nav wî şerî û wê bigotana kengî ev şerê me ye, ku ev şer çêbû û leşkerê Îraqê şikiya, biryareka siyasiya Kurdistanê pêşmerge ew navçane parastin, lewra li destpêkê heger sistiyek jî di hêza pêşmerge de hebû, ji ber wê bû şer jinişka ve bû û nû bû ji bo pêşmerge, lê paş demeke kin hum em şarezayî tektîkê dujmin bûn û hum me karî baştir hêzên xwe rêkbixin û hum arasteya şer me karî ji bergirî kirinê buguhêrin bo êrîşkirinê, aha em dibînin rêzdar serokê Herêma Kurdistanê bi xwe çû serkirdatiya şerên Zumarê kir, hebûna cenabê serokê Herêma kurdistanê li wê navçeyê bêgoman morala pêşmergeyan bilind dike, wiha li fermanderên hêza pêşmerge dike ku zêdetir hewil bidin daku di şer de bi ser kevin, lewra niha li Zumar heta bi Celewla ne tenê fermandeyên leşkerî di eniyên şer dene belku kadirên siyasî yên pir bilind li kêleke fermandeyên leşkerî di eniyên şer de ne, ev cihê serbilindiyê ye, em hest dikin yekrêziyeke zêdetir di nav xelkê Kurdistanê de dirust bûye ku em dibînin xelk li Duhokê şane ku Celewla hatiye azadkirin û li Silêmaniyê xelk şane ku Zumar hatiye azad kirin, lê ev şer e şerekî dirêje, rizgarkirina hemû navçeyan jî pêwîstî bi pilanên hûrbîn û dirêje, ne tenê azadkirina ji aliyê leşkerî ve ye, blku gereke pilanek jî hebe paş azad kirinê çawa werin parastin.
* Dawî pirsyara me di derbarê Mam Celal de ye, hatina cenabê Mam Celal bo Kurdistanê cihê xweşhaliya hemû aliyan bû, em hezdikin ji zimanê te derbarê Mam Celal û tendirustiya wî de bizanin?
- Sipas ji bo pirsyara we, bêgoman hatina mam cihê xweşhaliyê bû ji bo hemû Kurdistanê, ji dema vegeriye bo Kurdistanê ji aliyê meinewî û derûnî ve pir baş bûye, ji aliyê tendirustî ve jî baştir bûye, niha rojane dostên xwe dibîne, şand diçine cem wî û hest bi jiyaneke asayîtir dike bi hevberkirin bi ew dema ku li derve bû, lê mixabin bi sedema karê rojane û kêşeya şer û darayî û DAIŞ, pir derfetê min tunebû ku wek pêwîst ez bibînim û seredana wî bikim, lê ku ez diçime Silêmaniyê bêgoman ez seredana wî dikim, lê vegera Mam bo Kurdistanê ji me hemûyan re ji aliyê meinewî ve pir giring bû.