• Tuesday, 30 April 2024
logo

Navê Kurdistanê Pîsdikin

Navê Kurdistanê Pîsdikin

Her çend derdora me rê li ber kiryarên rêxistina el-Qaîde xweş dike, lê evê rêxistinê di Herêma Kurdistana Iraqê de, dest û berê wê vala ne û kelem li ber wê gelek in. Şaîrekî gotiye, “Ta niha dest û pê sist û seqet in” di wê astê de nikarin serkeftinê bidest bînin. Ev bêdestiya el-Qaîdê tenê bo jêhatiya dam û dezgehên ewlehiya Kurdistanê venagere, ku bê guman di warê rûbirûbûna terorê de zaf karame û çeleng in, ji aliyê xelkê Kurdistanê de spasdar in, ev bêdestî û sistiya rêxistina el-Qaîde li Kurdistanê ji ber nebûna zemîneyeke guncaw ji bo bicihkirina hizra lamilî ya ayînî û tundrew e.

Ev yek ta niha baş e, lê ji bo parastina taserî ne hêsan e û bi taybet hewl gelek in ji bo guhartinê. Em rojane axaftin û galgalan dibihîsin ji ewên ku ji bîra el-Qaîde avê vedixwin. Hinek ji mele û rêxistinên îslamî jî digel wan de dixwazin seriyê hejarên civaka Kurdistanê bi bîra tundrewiya ayînî, bi mezinkirina tiştên biçûk tijî bikin da ku kurd jî wek gelekî misliman ji “vê şanaziyê” xwînrijî ji gelên misliman bêpar nemînin. Gelek caran dema ev dibînin ku kêmûkurtî di Kurdistanê de nînin ku aloziyekê rû bidin, lewma xwe davêjin ku xerbiyan çêbikin. Wek mînak, ew fitneya ku maweyeke li dibistana seretayî qala dikin ku încîl tê de hatiye dîtin û xwendin.

Min “Nehle Cîrcîs” dît, xatûneke temenê wê 37 sal e, li Hewlêrê Birêvebera Dibistana Mîdiya ye, heyama 3 heftan e ku bi saw û tirs jiyana xwe didomîne, ji ber Yekîtiya Meleyan çend caran ragihandiye ku li dibistana Mîdiya dersên ayîna xrîstiyanî tên dayîn, yan jî dibêjin ku încîlê didin zarokan.

Her çend birêvebera wê dibistanê dibêje, “Dersên ayînî di programa me de nînin û tenê em dîroka ayînên cîhanê çi îslam çi yên din didin nasîn.” Wek roja nîvroyê diyar e ku çîroka xwendina încîl ku dengûbangên meleyan qalê dikin çîrokeke bê bingeh e û hatiye çêkirin, mebesta wan jî tijîkirina seriyê xelkê bi kîn û nefretê li dijî kêmîneya xrîstiyan a birîndar e. Belê di wê dibistanê de încîl nayê xwendin wek çawa di dibistanên din de jî quran nayê xwendin, încîl û quran li dêr û mizgeft û malê tête xwendin. Xatûna birêvebir ku bi ayîna xwe file ye, ditirse terorîst bi banga meleyan herin û derbekê li wan bidin, ji ber ku “wek aşkere ye” belavkirina belavokê bangewaziya xwînhelaliyê ye.

Eger ew mele xemxwarê ayînê bûna û kêşe jî rast hebûya di wê dibistanê de, wan ê kêşe bi rêyeke din çareser bikira ne bi rêya handana xelkê li ser li dij hev yan tirsandina mamostan û rêvebiran. Ev bizava rê xweş dike li ber rêxistina el-Qaîde ku bi hawara meleyan werin û Kurdistanê rizgar bikin ji vê “şermezariyê” ya ewlehî û aramiya ku tê de dijî.

Pirsyarekî din: ji bo çi kîn û rik li încîlê? Ma ew jî ne ola xweda ye ji asîmanê ve daketiye? Ma ola îslamê bi teksta quranê dan û îtraf pê nedaye? Xweda wiha gotiye, “Yên bawermend û yên ku hatine ser rêya rastiyê û yên xirîstiyan ku baweriya wan bi xweda û roja axretê heye û yên karên qenc dikin, çi tirs li ser wan nîne.”

Roja 31 cotmeha borî li dêra “Seyidêt el-Necat” li Bexdayê terorîstan zarok li ber çavên dayîkên wan kuştin bêyî ku çi behane bi dest wan de hebe ji bilî kîn û nefretê û nezaniya ji hezar salan de, di heman rojê de li Hewlêra me Yekîtiya Meleyan cara duyem belavokekê hander li dijî birêvebera dibistana Mîdiya belav kirin. Wê belavokê hişt ku şagirt û zarokên wê dibistanê ku nîv bi nîv misliman û file ne di saw û tirsê de bijîn û jiyana wan serobin bike.

Tirsa ji milan tirseke rastî ye û divê karbidestên civaka Kurdistanê bi cidî werbigirin. Ew dibînin ku pêşketina zanistî wan jidil paşguh dike, dema ew dibînin jiyana civakî gaveke berev pêş diçe, ji tirsa dilê xwe re ku sibe kes guh nede rênma û şîretên wan û piştre jî nanê wan bête birîn. Lewma ew dixwazin ew bêkariya xwe ya derûnî û tirsa ji pêşketinê bi wan galegalan tijî bikin. Bêguman kes li ber galegala wan nabe bend, dema mirov zêde ditirse dengê xwe her bilind dike, bila bikin lê dest neavêjin lîstika metirsîdar û gefxwar.

Wek serencamekê, mele di partiyên îslamî de, bi bê hesab û perjîn di gotar û axaftinên xwe de, hesaban ji hîç tiştekî re nakin û li ser bingeha saw û tirsandina welatiyan rê xweş bikin li ber destê terorîstan. Ew guh nadin hîç kesekî û bi bê hesab û perjîn di axaftin û rabûn û rûniştinên xwe de, welat dixin ber devê metirsiyê, yan her nebe riswa dikin û navûdengê welat jê distînin.

Wek em dibînin, Herêma Kurdistanê li ser pêyên xwe sekiniye, bê jimartina gef û herşeyên ji derdorê, eger take erêniyek hebe ew jî li cihê xwe mabe ew jî ewlehiya navxweyî ye ku jiyan, avedanî û geşbûna aborî û hemû tişt pê ve girêdayî ye. Bêguman bi livandina hestên ayînî yên hest lewazan û lîstina li ser wê têla zirav û hestyar a ayînî, dergeh li ber her bûyereke nexweş ji nişka ve vedibin.

Kurdistan herêmeke pirolî, pirmezhebî, bi taybetî bajarê Hewlêrê ku dergûşa nakokî û pêkvejiyanê ye, lê eger dev û zimanên neberpirsane neyên girtin, navûdengê Kurdistanê têk diçe, bêguman jiyan jî tê de têk diçe.
AKnews
Top