• Thursday, 16 May 2024
logo

Profîsor Husên Baxçî bo Gulan: Paş seredana Cozîf Baydin Turkiya razîbû rahênanê bi hêza pêşmerge bike

Gulan Media December 14, 2014 Dîmane
Profîsor Husên Baxçî bo Gulan: Paş seredana Cozîf Baydin Turkiya razîbû rahênanê bi hêza pêşmerge bike
Turkiya welatekî giringe li navçeyê û karîgeriya wê li ser rewta bûyeran heye, lewra di hemû kêşeyên Rojhilata Naverast de rolê Turkiya li ber çav tê wergirtin û hesabûn hûr li ser tên kirin, ev aliye heger ji aliyê siyasî û diblomasî ve giring be, wiha li ser astê cîhana mesîhî û cîhana musliman Turkiya wek pirekê ye ji bo bihev girêdana wan û seredana Papa jî bo Turkiya bercestekirina wê rastiyê ye, ji bo axaftin li ser vê pirsê me ev dîmane bi profîsor Husên Baxçî mamostayê pêwendiyên nêvdewletî li zanîngeha Medille East li Turkiya re encam da û bi vî corî hizra xwe ji Gulan re rêxst.
* Berî seredana Ehmed Dawod Oglo serokwezîrên Turkiya bo Herêma Kurdistanê, dudilî û goman hebû di nav raya giştî a kurd de di astê pêwendiyên Herêma Kurdistan û Turkiya de, gelo ta çi astî ev seredane wê li ser bihêz kirina pêwendiyên herdu aliyan rengvedanê bike?

- Destpêkê seredan ji bo Bexdad paşê ji bo Herêma Kurdistanê bû, ev jî nîşanek bû ku Turkiya dixwaze ji her demeke din zêdetir pêwendiyên xwe bi vê Herêmê re ber bi pêşve bibe, pêwendiyeke gerim di navbera serok Barzanî û Dawod Oglo serok wezîran de heye. Hên Turkiya niyeta hevkarêkirina rêveberiya kurdî heye ji aliyê abûrî ve daku bi hev re şerê DAIŞê bikin, wate Turkiya bi tenê piştevaniya siyasî nake, belku perwerdeya leşkerî û piştevaniya leşkerî jî pêşkêşdike, ev jî kiwalîtiyeke nû ye di pêwendiyên navbera herdu aliyan de.

* Paş çêbûna DAIŞ tê çaverêkirin pêwendiyên Tutkiya û Herêma Kurdistanê pirtir ber bi pêşve biçin ji bo jinavbirina vê gefê, çûnkî ev hum metirsiye bo Kurdistanê û herwiha bo ser Turkiya jî, wate gefeke hevbeşe, gelo tê pêşbînîkirin çi core hevkariyekê di navbera herdu aliyan de dirust bibe?

- Destpêkê Turkiya naçe meydanê, lê wê piştevaniya bi girop û karakterên navçeyê li Îraq û li rêveberiya Herêma Kurdistanê bibxşe, ew jî bi meşq û rahênan û hevkariyên leşkerî ji bo pêşmerge, Turkiya bi vî şêweyî –bi hev re- şerê DAIŞê dike. Ew a pêwendî bi Emerîka ve heye bê piştevaniya Emerîka pir bizehmeta gefa DAIŞê bisekine. Heta niha Turkiya siyaseta xwe neguhartiye û mercên wê hene û ragihandiye heger Beşar Esed hilweşe wiha wê biçe meydanê û şer bike, ku ev jî mercekî girane ji bo cêbecêkirinê heta ji aliyê Emerîka ve jî, heger ji aliyê siyasî ve ev guzarişt lê were kirin wiha Turkiya destêwerdanê nake ş hêzên beja naşîne, lê Turkiya piştevaniya giropên kurdî dike û di nav de hêzên Barzanî. Hên Turkiya xwe pabend nekiriye bi şandina hêzên beja heta ji bo Herêma Kurdistanê jî, lê bi kêmasî û bi şêweyekî zarekî Turkiya piştevaniya Barzanî û hêzên pêşmerge dike, di vî şerî de jî karekterê serekî Emerîka ye ne Turkiya.

* Sedema dudiliya Turkiya çiye di ast hevpeymaniya Emerîka de, gelo naxwazin xwe bi Emerîka ve girêdin yan pir baweriyê bi Emerîka nakin?

- Ev pirsyareke baş e, herdu rolên giring dibînin li vir, seredana Co Baydin heftiya borî bo Turkiya giring bû, Emerîka dixwaze ji bo piştevaniya Barzanî yan rêveberiya Herêma Kurdistanê pişt bi Turkiya ve girêde, lê piştevanê serekî li vir Emerîka ye ne Turkiya, çûnkî Emerîka alîkariyên leşkerî peydadike, tevî meşq û rahênana leşkerî a hevbeş bo pêşmerge li Turkiya, Turkiya piştevaniya vê gavê dike û şer nake, pêwendiyên Turkiya û Emerîka jî dikevine qûnaxeke din di Rojhilata Naverast de. Nêrîna Emerîka bo Sûriya û Îsraîl û Misrê heye, Turkiya jî tekezê li şaşiyên siyaseta Emerîka dike li Rojhilata Naverast, serok wezîr Dawod Oglo rijde li ser ku gereke Beşear Esed here heta ku bibe beşek ji stratîjiyeta Hevpeymanên Nêvdewletî a dijî terorîstên DAIŞê, lê ev yek nebû, herwiha di çend rojên borî de wezîrê derve yê Rûsiya û Çîn û Hindistanê û heya Emerîka jî bi rêya Îranê têkilî bi rejîma Sûriyê kirin, wate di çend pirsên destnîşankirî de cudahî di navbera Emerîka û Turkiya de heye, wek pirsa gêrkirina Esed li Sûriya, lê derbarê Herêma Kurdistanê belê Turkiya û Herêma Kurdistanê hevkariya hevdikin û di paşerojê de jî wê van hevkariyan mezintir bikin.

* Emerîka dixwaze kontrola temam hebe bi ser ew çekên Turkiya bikartîne de, di demekê de Turkiya dixwaze ev kontrole di dest wê de be, her ji ber vê Turkiya rêketinê bi çînê re dike, tu ev gava Turkiya çawa dinirxînî?

- Ev kêşeye hate çareserkirin û Turkiya jî tu tiştekî ji çînê nakire, pirs ew e Turkiya çekên erzantir dixwaze herwiha dixwaze bi hevbeşî alavên bergiriyê bkarbîne, lê niha ew rêkeftine bi çînê re bi dawî hatiye û nehat kirin p êdî di wê derbarê de deynake.

* Gelo bi sedema kartêkirina Emerîka bû?

- Ez dibêjim na.

* Seredana PapaFiransês ji bo Turkiya çi watayek hebû û giringiya xwe ji bo Turkiya çi ye?

- Seredana Papa ji bo berdewamî dan bi pêwendiyên baş yên navbera Turkiya û Vatîkanê bû, ev jî amaje bû ji bo alîkariya Turkiya ji bo Mesîhî û Êzîdî yên Îraqê, ev jî tiştekî baş bû, herwiha axaftin bi serokê Turkiya re wek nûnerê welatên îslamî, yan bi kêmasî serok Teyib Erdogan ew armance heye bibe nûnerê cîhana îslamî, gelo wê serkeve yan na, ev pirseke din e, lê Turkiya di navbera cîhana îslamî û mesîhî de ye, bê goman bijardeyeke rast bû ku Papa were Turkiya ji bo berdewamî dan bi pêwendiyên baş û gehandina peyamekê ku Rojava giringiyê bi hevkarî û gotûbêjên zêdetir dide.
Herwiha dema Papa hat Erdogan serokwezîr bû, pirs tenê ew e ku Turkiya welateke nabe were pişt guhxstin, ne cîhana îslamî û ne cîhana mesîhî nikarin Turkiyê piştguhbikin, ev jî venagere bo serketinên Erdogan belku bo hebûna Turkiya wek welatek, wate ev nîşaneke ji bo gotûbêj û jihevfamkirinên zêdetir ji aliyê Vatîkanê ve û herwiha Papa ku li vir tenê wek peyakî olî serederiyê nake, belku wek peyakî siyasî û diplomasî jî rolê xwe dibîne.

* Dawî axaftina te çi ye?

- Ne araamî wê berdewam be, ji ber ku îradeyeke siyasî tuneye daku bilez DAIŞê bi dûrxîne. Lê bê goman niha welatin hene ku şer bi tevgerên îslamî yên radîkal re dikin, bi giştî wek berê tevgerên îslamî yên radîkal lêborîna siyasî di derbarê wan de nayê kirin. Bi şêweyekî giştî Rojava dîktatorekî Ilmanî baştir ji îslamiyekî helbijartî dibîne, bê goman nabe em giropên îslamî yên radîkal ji bîr bikin, wate hevpeymaniyek ku ber bi ferehbûnê ve ye li dijî her metirsiyeke îslamiyên radîkalin. Li Elmaniya û Berîtaniya û welatê Ewropa bi giştî li dijî wan giropên îslamî yên radîkalin û pêrabûnên taybet li hember wan bikartînin, niha jî şer dest pê kiriye, lê wê çiqas dirêjke, ev wek pirsyarek wê vekirî bimîne, lê wek berê lêborîna siyasî di derbarê wan de nayê kirin, ku berê dikarîn di nav sîstemên demokratî de derbirînê ji xwe bikin, wan niyeta ji navbirina demokrasiyê heye bi sedema bikaranîna demokrasiyê, lê êdî di vê astê de lêborîn bi wan re nabe. Herwiha DAIŞ wek veyrosê ye têkarîn operasyoneke leşkerî were encam dan ji bo em vê vayrosê di ev beşê laşeyê derxînin, lê hisabên din hene, tevî wê jî bê goman ew a DAIŞ dike, nayê qebûl kirin û gereke were pirotesto kirin, me têgehîştineke hevbeş di navbera Rojhilat û Rojava de heye.
Top