• Monday, 20 May 2024
logo

Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê

Zelalîya kar û çareserkirina gendelîyê
Gendelî ne dîyardeyeka nû ye, dîrokeka kevna wê heye û di nava hemû civakekê û hukûmetekê de heye. Belê ev dîyardeya han di nava her civakekê û hukûmetekê de, bi şêwaz û rêjeyeka (nisbeteka) cuda belav bûye.
Ji ber ku herêma kurdistanê bi dehên salan li jêr hukumranîya rejîmên yek li duv yekên Iraqê bûye, partîyên siyasîyên Iraqê – û bi taybetî jî Partîya Be`s – di biwarê jenosîdkirinê û wêrankirina gund û bajêrên herêmê de, xwedî ezmoneka kirêt û çepel bûn. Ji ber evê çendê, siyaseteka şovenîst a nehiştina gelê kurdistanê û belavkirina gendelîyê li hemû Iraqê bi cih kirin.
Herêma kurdistanê jî, ji ewê siyaseta neserkevtî nebêpar bû. Ji ber ku li serdema rejîma Be`sê, Iraqê bû qada sê cengên navdewletî û şerrekî berdewam jî, li dijî kurd hat encamdan. Evê hemûyê, bandora xwe li biwarên civakî û aborîyên kurdistanê û hevwelatîyên wê kir. Yek ji ewan bandoran jî çêbûna gendelîyê bû, ku bû wek kulturekê.
Niha li kurdistanê kêmanî dihên ber çavan û hebûna evan kêmanîyan jî, girift û arêşe jê peyda dibin û evaya nahê mandilakirin. Belê ez weha dibînim, ku ev dîyardeya han û xeterên wê, ne ewqas mezin û bi tirs in, wek çawa di mediyayê de behsa wê dihê kirin. Gelek caran jî, ji bo mebestên taybetî nîşanên gendelîyeka berfireh û seranserî dihên mezinkirin. Bi awayekî berfireh jî, mediya evê gendelîyê weha dide nîşandan, ku êdî çareserkirina wê girçin e (zehmet e).
Gendelî nexweşîyeka gelek xerab e. Dema ku hemû welat û herêmên cîhanê ber bi encamdana prosesa dezgehîkirinê ve çûn û pêngavên ji bo investkarîyê havêjtin û cîgeha kerta taybetî berfireh kirin û taybetî kirin, rastî gendelîyê jî hatin. Ji ber ku di evê qonaxê de ev dîyardeya han mezintir û berfirehtir dibe. Kurdistan jî yek ji ewan herêman e, ya ku nû pêngavan ber bi geşbûnê ve dihavêje û gelek asayî ye (normal e) ku ew jî rastî evê dîyardeyê bihê. Belê ne weha xeter e, ku ji bo prosesa siyasî, aborî û civakî tirs jê çê bibe.
Bila hemû alîyên siyasî û navendên aborî bi hev re pîkolan ji bo çareserkirina pirsa gendelîyê bikin. Çareserkirina evê pirsê demê dixwaze û bi şevekê û rojekê nahê çareserkirin. Divê ev pirsa han ji reh û rîşalan ve bihê çareserkirin. Em pêdivêyî vedîtina sîstemekê ne, ku di destpêkê de li ser bingeheka xurt bihê damezrandin û bi awayê nû yê kar jî, bi globalizmê re bigunce. Bi evî awayî jî, vedîtina şêwazê nûjen ê ji bo dirsitbûna zelalîya di kar û baran de, pêngava destpêka kêmkirina gendelîyê ye. Sizadana yek bi yek û nexweşkirina nav û deng – wek çawa niha di mediyayê de ev hilwest dihê nîşandan – ne çare ye. Evaya awayê dan û standinê yê seretayî ye û bandora wê ya ji bo çareserkirina evê pirsê jî lawaz e.
Ev bîr û nerîna min nahê ewê wateyê, ku em li beramber karên neguncayî bê deng bin. Belê divê hukûmet peyama xwe ya ji bo çareserkirina evê dîyardeyê, bi awayekî zanistî û lojîkî bigihîne û sûdê (faydeyê) ji hinek welatên pêşkevtî werbigire, ku ew jî berî niha bi berfirehî rastî evê arêşeyê hatine û ev dîyarde li nik xwe kêm kirine. Îmarat yek ji ewan welatan bû, ku xwezt evê arêşeyê li nik xwe çareser bike û ji bo evê mebestê jî, sîstemeka pêşkevtîya kargêrîya xurt damezrand. Gelek kompanyayên pêşkevtîyên cîhanî anî nav xwe, da ku ew ji bo çareserkirina pirsa gendelîyê rê nîşan bidin. Yek ji ewan pêngavan ên ku di biwarê kêmkirina gendelîyê de bi bandor bûn; vekirina xolên rahînankirinê yên ji bo fermanberên dewletê bû û xurtkirina bingehên fermanberên dewletê û avakirina şiyanan (karînan) bû.
Ji alîyekî din ve, gerek hemû dan û standinên hevwelatîyên evî welatî bi sîstemê komputerî bihên encamdan. Ez weha dibînim, ku cenabê serokê berê yê hukûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,di kabîneya pêncem de dest bi çareserkirina evê pirsê kir.
Gerek herkes ji alîyê xwe ve û li angora şiyana xwe, kar û rola xwe ji bo çareserkirina evê pirsê ecam bide. Bi taybetî jî gerek di kar de zelalî hebe. Nabe ku ev dîyardeya han weha jî bihê mezinkirin û hemû alîyekî di nava xwe de bigire, ji ber ku hîngê dê çareserkirin jî gelek girçin bibe. Dê hîngê çareserkirina evê pirsê tenê bi rexnegirtinê, teşereyê (te`nê), nexweşkirina nav û deng û tenê azirandina mijarê be, bê ku pîkola çareserkirinê hebe.

Şîlan Xaneqa
Nûnera hukûmeta herêma kurdistanê ya li Îmarat a kar û barên bazirganî ye.
Top