• Wednesday, 15 May 2024
logo

Kîns Polak: Rêkeftina Bexdad û Hewlêrê Danpêdane bi Kurdistaniyeta Kerkûkê

Gulan Media December 7, 2014 Dîmane
Kîns Polak: Rêkeftina Bexdad û Hewlêrê Danpêdane bi Kurdistaniyeta Kerkûkê
Vekolerekî mezin û taybetmende li ser pirsa Îraq û Kurdistanê li Şîretgeha Brokîgz duhî gotarek li ser rêkeftina Hewlêr û Bedadê bi navnîşana (5 sedem hebûn ku Bexdad û Hewlêr lihevbikin) di vê gotarê de Polak amaje kiriye..
Vekolerekî mezin û taybetmende li ser pirsa Îraq û Kurdistanê li Şîretgeha Brokîgz duhî gotarek li ser rêkeftina Hewlêr û Bedadê bi navnîşana (5 sedem hebûn ku Bexdad û Hewlêr lihevbikin) di vê gotarê de Polak amaje kiriye ku bi kêmasî niha li gor vê rêkeftinê hemû aliyan vexwer, bo kurdan ev kurd nefta xwe difroşe û 17% ji bodca Îraqê paş cudakirina bodceya serwerî distîne, herwiha Hukumeta Îraqê bi şêweyeke naverokî danpêdan bi kurdistanî bûna Kerkûkê kir û raziye ku ji aliyê pêşmerge ve hatiye kontrol kirin, herwiha kurd jî razîbûye dahata neftê tevî bodceya nîştimanî bike û neftê bi rêya SOMO bifroşe.

Pirsyar li vir ew e çawa Bexdad û Hewlêr paş çend salan ji tengasiyan gîştin rêkeftinê?
Kîns Polak ev xalane diyarkirine:

1- Di vê rewşê de Turkiya ne tev serbixweyiya Kurdistanê bû.

2-Hukumeta Herêma Kurdistanê bi şêweyekî pir locîkî di xema parastina ewlehî û aramiya Kurdistanê de ye.

3-Nizimbûna buhayê neftê.

4-Têgehiştina Heyder Ebadî û nerim niwandina wî.

Ev xalane bi boçûna Polak sedemên serekî bûn ji bo rêkeftina Bexdad û Hewlêrê ji vê jî zêdetir niha erebên sune hatine ser xetê û piştevaniya federalîzmeke wek ya Herêma Kurdistanê dike.

Top