• Wednesday, 15 May 2024
logo

Mela Salim Şebek E.P.Îraqê li ser kotaya Şebek bo Gulan: Kurdên Şebek pabendî biryarên Serok Barzanî ne ji bo rizgarkirina cihên xwe

Gulan Media December 7, 2014 Dîmane
Mela Salim Şebek E.P.Îraqê li ser kotaya Şebek bo Gulan: Kurdên Şebek pabendî biryarên Serok Barzanî ne ji bo rizgarkirina cihên xwe
Hemû Kurdên Şebek ku kurdên resenin û li gor amarên Neteweyên Yekgirtî hejmara wan nêzîkî 450 hesar kesinkoçberbûn, niha 70% ji kurdên Şebek koçber û rûniştvanên Herêma Kurdistanê ne û 30% çûne bajarên Necef û Kerbela û Besra, bi vî şêweyî li hemû ew qeza û nahiye û 59 gundên ku şebek têdebûn û dikevin nahiyên Bertile û Başîkê û Qereqoş û Tilkêf ji aliyê DAIŞ ve hatin dagîrkirin, ev jî paş ew êrîşên hovane û kuştina hejmarek mezin ji mêr û xortên wan, ji bilî winda bûna 159 kesan ku jin jî têdene û heta niha çi xeber ji wan tuneye ku li gor hinek zanyarî dibêjin kurdên DAIŞê li koçka serokatiyê li bajarê Mûsilê hatine destgîrkirin û di rewşeke mirovî û tendrustî û derûnî pir xerab dene.

Ji ber ku Şebek pêkhateyeke resen a kurd e ku rastî belayê netewperest û hêzên şovînî û terorîstên nêvdewletî hatine, cenabê serok Barzanî li Duhokê çav bi pêkhata Şebek ket û bi dilsozî û xemxweriyeke mezin ji wan re ragihand ku wê hemû navçeyên Kurdistanî ji destê DAIŞê werin rizgarkirin û wê parêzgarî li kurdên Şebek jî wek her pêkhateyeke resen a kurd û Kurdistanê bikin, her di vê derbarê de me daxwaz ji cenabê Nîçirvan Barzanî Serokê Hukumeta Kurdistanê kir ku çend fewceyan ji kurdên Şebek re veke ku bi xweşhalî ew daxwaz pejirandû bi rêya wezareta pêşmerge fewcek ji me re vekir, heta niha bi sedan kurdên Şebek navê xwe nivîsandine daku di rêzên pêşmerge de şer bikin û navçeyên xwe rizgarbikin, lewra kurdên Şebek pêwîstî bi çend fewcên dinin ji bo rizgarkirina temama navçeyên xwe li deşta Neynewa, em pabendî her biryarekê ne ku serkirdatiya Kurdistanê û cenabê serok Barzanî derxe ji bo rizgarkirina wan navçeyan ji destê terorîstên DAIŞê, bi piştevaaniya xwedê van nêzîkan hemû xêzan wê vegerin ser cihê bav û kalên xwe, ez sipasiya Hukumeta Herêma Kurdistanê û rêxstinên xêrxwazî dikim ku xema kurdên Şebek xwerin di koçbûna wan de lê we rewşa wan bi çavê xwe dît pir xerabe û em bi hêvî ne alîkariyên zêdetir werin kirin çi nebe xizmetguzariyên serekî ji wan re were dabîn kirin, çûnkî di vê demsalê de xêzanên kurdên resen Şebek wê li ber serma û barana zivistanê di metrsiyê de bin.
Top