• Tuesday, 21 May 2024
logo

Mihemedê Hacî Mehmûd: Mesûd Barzanî ji bo bidestxstina mafê neteweyî bi dirêjiya temenê xwe her pêşmerge bû

Gulan Media November 22, 2014 Dîmane
Mihemedê Hacî Mehmûd: Mesûd Barzanî ji bo bidestxstina mafê neteweyî bi dirêjiya temenê xwe her pêşmerge bû
Mehemedê Hacî Mehmûd, ji bilî ku sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê ye, zêdetirî 40 salane ew pêşmergeye û niha ew ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve wek yek ji fermandarên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DAIŞê hatiye destnîşankirin. Ji bo axaftin li ser şerê niha a hêza pêşmerge li ew eniya fereh a şerê dijî terorîstan û çûna pêşmerge ji bo alîkariya xwîşk û birayên xwe li Kobanê û helsengandina rewşa siyasî a navçeyê bi giştî, me ev dîmaneya taybet bi wî re encam da û wî bi vî corî ji Gulanê re axfî.
Gulan: Ji ew dema ku bajarê Mûsilê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatî dagîrkirin, hêza pêşmerge di rûyê terorîstan de seknîne û win jî bi fermana berêz Mesûd Barzanî fermandê hêzên çekdar yên Kurdistanê hatin destnîşankirin wek fermandeyek li eniyên şer rûbirûyî hêzên DAIŞ bibin, tevî ku win sekreterê partiyeke kevnarin çawaye ku we wek pêşmerge berê xwe daye sengerên bergiriyê?

-Mihemedê Hacî Mehmûd: Em pêşmerge ne û her dema milletê me pêdivî bi me be, ew ji destê me tê em ê bikin û em ê bi heman pêşmergê caran bin ji bo Kurdistanê, vê carê belayê nezanan yan şerê nezanan hate kurdistanêû bi dilreşiyeke mezin bela xwe bi me dan, bê ku me axa tu kesî dagîr kiribe yan çûbine welatê tu kesî, gefa vê carê a li ser destê DAIŞê gefeke li ser hemû destkeftên milletê me di dîroka rizgarîxwaza milletê me de, ji ber vê jî me bi erkekî neteweyî û nîştimanî zanî ku em li pêşiya wê gefê bisekinin, vê carê gef mezintire li ser hebûn û dîroka hemû milletê me, ne tenê li ser pêşerojê belku li ser paşeroja tijî bîrhatin heta niha, lewra me bi erkê xwe zanî ku em bên meydanê, dema rêzdar kek Mesûd Barzanî wek serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji min kir ku ez ew erka neteweyî û niştimanî rabim ji bo parastina wan navçeyan bê dudilî min qebûl kir daku em bergiriyê li ax û nîştimana xwe bikin.

Gulan: di rojên destpêkê yên şerê dijî terorîstên DAIŞê de, rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê wek pêşmergeyekî di nav sengerên pêş yên şer de dihat dîtin, we jî li eniya Kerkûkê pêşwaziya wî kir, wek kesatiyek ku di piraniya qûnaxên jiyana xwe de te rolê fermandariya pêşmerge dîtiye, tu rolê serok Barzanî di rêveberiya şer de çawa dinirxînî?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Cenabê kek Mesûd Barzanî ji bilî ku her di xortîniya xwe de pêşmerge bû, ew berdewam jî bê dabirîn di sengerên bergiriyê de bû û bi dirêjiya temenê xwe ji bo bidestxstina mafên gelê xwe pêşmergatî kiriye, lê vê carê barê li ser millê wî girantirbûye, çûnkî ew vê carê serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê ye û ji aliyê xelkê Kurdistanê ve ew şerefe bi wî hatiye dayîn, ji ber ku ew ji aliyê rewayî û yasayî ve berpirsyarê yekem yê vî welatî ye, ji bilî wê ew fermandarê hemû hêzên çekdare li Herêma Kurdistanê, wate vê carê barê li ser milê wî girantire, ji ber wê ew bi qebareyeke zêdetir çûye nav biwarên pêşmerge û kêşeyên welêt, ne tenê di wî biwarî de, belku ew yeke ji serketinên milletê me bi dirêjiya dîroka xwe heta niha jî her ew bû ku di biwarê pêşmergatiyê de dujminên xwe neçarkirine werin ser masa danûstandinê, ku piraniya caran kurd li ser wê masê derdaye, lê di warê dîplomasiyet û pêwendiyan de cara yekê ye kurd bi serdikevin, çûnkî win bi xwe zanin ku serketinên vê carê bêgoman vedigere bo serketina serokê Herêma Kurdistanê û rolê dîplomasî a kurd ku hemû têde hevbeşbûn, ew jî serketina dîplomasiye ku di demê çend demjmêran de hatinedeng û destê Emerîka aniye ser hêlê, paş welatên din yên navçeyê hatindeng ku piştgiriya gelê kurd bikin, her ji Komara Îslamiya Îranê ta bi Îtaliya û Keneda û Ostraliya û Elemaniya û Belcîka û Nerwêc û pir welatên din, cara yekê bo jî ku serokê Ferensapiştgiriya temama welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand û bi xwe hate Kurdistanê ji bo wê mebestê, ev cara yekemîne ku kurd di warê diplomasî de serketinê bidestdixe ev jî fezlekî mezine bo milletê me û serkirdatiya siyasî a Kurdistanê.

Gulan: Emerîka û hevpeymanên wê di ev salên dawiyê de ne amadebûn piştgiriya tu aliyekî bikin di nav nakokiyên cîhan û bi taybet Rojhilata Naverast, lê zêdetir ji 60 welatên xudan biryar yên dunyayê ji bo piştevanî û alîkariya Herêma Kurdistanê bi yekdeng piştevaniya xwe derbirîn, win vê yekê çawa dinirxînin?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Ez sedema ev leza Emerîka ji bo piştgiriya Kurdistanê û hêza pêşmerge bi çend xalan ve girêdidim.

Yekem: Emerîka di sala 2003yê de û bi piştevaniya ew hevpeymaniya ku avakirî karî rejîma Sedam Husên hilweşîne daku Îraqeke demokrat ava bike ku têde mafên mirov parastî bin û sîstema vî welatî cêgîrbikin, ji bo bidestxstina vê armancê Emerîka bi taybet û hevpeyman bi giştî bi hezaran leşkerê xwe kirine qûrban û pir jî birîndar bûn jibilî ew pereyên pir ku di vê derbarê de xerckirin, lê derket ku Îraq nebû ew welate û ew a wek serketin mayî tenê Kurdistan û Herêma Kurdistanê bû.

Dyem: Ew azadiya li Kurdistanê heyî, ku pir cara em bi fewza binav dikin, di nêrîna Emerîka û Rojava de pir giringe.
Sêyem: Xaleke din a geş ji bo Kurdistanê lêbûrdin û pêkvejiyana li Kurdistanê ye, ev jî ne ji bo hundirê Kurdistanê belku ji bo pêkhateyên din yên Îraqê ku têne Kurdistanê, her bo nimûne çi şîe ji tirsa sune û çi sine ji tirsa şîe ji başûr û naverasta Îraqê ji bo xwe parastinê berê xwe didin Kurdistanê, Mesîhî ji tirsa herduka (şîe û sune) têne Kurdistanê, vê jî wekiriye ku pêkvejiyaneke cuda ji a Îraqê li Kurdistanê dirust dibe, ev li cem Emerîka pêktê ji pêkvejiyana netew û ol û mezhebên cuda li ser yek ax ku axa Herêma Kurdistanê ye, ev hemû palderin ji bo hatina Emerîka bo alîkariya Kurdistanê û avakirina hevpeymaniyê ji bi wê.

Çwarem: Berjewendiyên Kurd û Emerîka yedi warên abûrî de ku ji hev nêzîkbûne û konsilê Emerîka li Kurdistanê ye, win baş dizanin ji Mûsilê heta bi Celewla ji aliyê terorîstan ve hate standin û Emerîka li ser wê tiştek nekir lê li hember metirsiyên li ser Herêma Kurdistanê bêdeng nebû.

Pêncem: Kurd kete sengerekê ku ji ber hemû dunyayê ve şerê terorê dike, çûnkî rêxstina DAIŞ rêxstineke fereregeze heta Emerîkî û Berîtanî û Elemanî û Ostralî û Efrîqî û her regezek têdeye û giştika çavê xwe birine ser navçeya me daku ciheke bihêz ji xwe re lê çêkin û bikin bingeh ji bo ragihandina şer li dijî hemû dunyayê, ji ber vê kurd ketiye senger li hember ew ên dixwazin hemû dunyayê hilweşînin.

Ji ber van xalan pêwîst bû ew hevpeymane li Hewlêrê destpê bike, vê carê kurd di rûyê vê terorê de sekiniye, pêşmerge bûye navekî navdar li cîhanê û endameke di hevpeymaniyê de ku ji hevpeymaniya NATO mezintire, ji ber ku endamên vê hevpeymaniyê di nav de hene ku ne endamê NATO ne. vê jî Hewlêr kiriye bingeheeke dijî terorê ku rûbirûyî hemû terorîstên dunyayê bûye, ev jî wedike ku hemû biryar ji Hewlêrê derkevin.

Gulan: Girêdana Kurdistanê bi nexşa wizeya cîhanê yek ji wan sedeman bûn ku Emerîka û hevpeyman piştevaniya Kurdistanê bikin, vê jî ew awata kevin û mezin a kurd ji bo bidestxstina hemû mafên rewa wek neteweyek li ser nexşa cîhanê, giringiya vê xalê bo bihawar hatina milletê me ji aliyê hêzên mezin yên dunyayê ve çiqas karîgerî hebû?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Yek ji xalan berjewendiyên abûrî a Emerîka û welatên Ewropî ye ligel kurd ku xaleke bingehîne, pirsa neft û pir tiştên din, ev cara yekê ye di dîroka Kurdistanê de ku gelê kurd di warê dîplomasî de serketinek wiha mezin bidestdixe, fezlê vê jî bo siyaseta hekîmane a serkirdatiya siyasî a Kurdistanê vedigere, karkirina kurdan bi diplomasiyane weha li welatên dunyayê kir ku alîkariya mirovî û leşkerî û çek bidin Kurdistanê, heta duhî fîşekek jî bi qaçax bi dest me nediket, niha balefirên leşkerî yên mezintirîn hêzên dunyayê li Hewlêrê çekan ji pêşmerge re datînin û bi eşkere dewlet dibêjin ku ew alîkariya kurd û pêşmerge dikin, ev serketineke mezine, yan çûna pêşmerge bi eşkere ji bo perçeke din a Kurdistanê û di rêçikeke fermî a nêvdewletî re ev hemû xewin bûn, bûn bi rastî.

Gulan: rewşek di vê qûnaxê de hatiye pêş ku kurdên her çwar parçên Kurdistanê niha ji her wexteke din pirtir pêwîstiya wan bi yekrêzî û yekhelwîstiyê heye, partiyên Rojava bi çavdêriya serokê Herêma Kurdistanê li Duhokê rêkeftin û niha jî hêza pêşmergeyê Başûrê Kurdistanê bi çekên giran ji bo bihawar çûna kurdên Rojava bi rêketine, tu çi yekrêziyekê di gotara giştî a Kurdistanê de dibînî?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Yekrêziya malaa kurd yeke ji ew fakterên bihêz ku serketin ji bo kurd misoger kir, pendeke kurdî heye, dibêje: heger kurmê dêr ne ji darê be dar nakeve, her şikandineke ku kurd di dîrokê de rastê hatibe, her tim sedemên wê nakokî û kêşeyên hundir bûn, lê yekrêziya milletê me û yekhelwêstiya siyasî a partiyên Kurdistanê gerentiya serketina milletê me ye, her çiqas ra û boçûnên cuda hebin, lê heger pirs tê ser kurd û bergiriya Kurdistanê, hemû tên neçar kirinku di yek senger de pêkve milbimil bergiriyê bikin, lewra yekrêziya nîştimanî û yekhelwêsta hêzên siyasî dibe sedema yekgirtina îradeya xelkê, bêgoman jî dunya rêzê li îrada yekgirtî a milletekî digre.

Gulan: Hevpeymaniya zêdetir ji 60 welatên dunyayê ji bo pêşmerge asoya paşeroja kurd digîne kuderê?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Berî ku em li yekrêzî û bihawar hatina kurd ji bo alîkariya hevdu binêrin gereke em ji xwe bipirsin, ev helûmerce çawa hatiye pêş? Kê kariye vê helûmercê wiha bike ku kurd bi hawara hev biçin? Giringî di wê yekê de ye ku kurd di aliyê diplomasî û pêwendiyên derve de biserketiye, li hejmaran nayê temaşekirin, çend pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê di nav sêsed kîlo metir a welatekî din re ku nav Turkiya ye ku berî çend salan har danpêdan bi navê kurd nedikir derbazbibe, ev guherîneke pir mezine renge Turkiya vê yekê ji bo sistkirin fişara Emerîka bike, lê diplomasiyeta Kurd û Emerîka, Kurd û Turkiya gîştiye wî astî ku pêşmerge bi çekên giran ji Hewlêrê berê xwe bide sinûrê Zaxo û ji wir jî sêsed kîlo metrodi nav axa Turkiya re here ji bo bi hawar çûna birayên xwe li perçeyekî din a Kurdistanê, derbazbûna pêşmerge ji Kurdistana Îraqê bo Kurdistana Turkiya û gîştina Kurdistana Sûriyê giringiyeke mezin a dîrokî heye, ev xewneke ne çaverêkirî bû, gaveke serketinê ye ku tu pirtûk têra mezinahiya wê nake, hêza pêşmergê Kurdistanê wek hêzeke menewî û leşkerî ji bo bi hawar çûna birayên xwe li Kobanê axa dewletekî din derbazkirine, heta li ser astê hêzên mezin wek Ewropa û Emerîka gavên wiha bizehmetin ku bikarin di nav axa welatekî din re bigehin cihê ku dixwazin, diplomasiyeta kurd wiha kiriye ku Turkiya asankariyê bike û Sûriya pêşwaziyê li wê gavê bike û amade be bi balefirên xwe wê hêzê bigîne cihê mebestê, herwiha pêşwaziya xelkê Kurdistanê li parçeyeke din a Kurdistanê li hêza pêşmergê Kurdistanê hejmarek xesletên giring hene, ji aliyê ragihandinê ve çavê hemû dunyayê li wê hêzê bû, ji aliyê siyasî ve mezintirîn serkeftine, ji aliyê diplomasî ve mezintirîn serketine ji bo milletê me û serkerdatiya siyasî a kurd, ji aliyê pêwendiyên parçeyên din yên Kurdistanê ve ew pêşwaziya gerim û rijandina stirkan ji bo pêşmerge û ew berhemêza xelkê Kurdistana Turkiya ji wan re, van pêwendî ji aliyên civakî û neteweyî û nîştimanî ve zêdetir birin pêş, hêzek ji bo canê xwe bike fîda berê xwe li perçeyekî din yê Kurdistanê bike, ev yeke di dîroka milletê kurd de çênebûye, renge ew hêz bi hejmar kêm bin, lê ji aliyê leşkerî û diplomasî û siyasî ve ji cîhanê re diselimîne ku cih û pêgeha hêza pêşmergeyê Kurdistanê li ku û di çi deye, her çawa kurdan serhildan kir û biryara avakirina hukumet û perlemanê da, çawa kurdan behsa fedraliyetê kirin û çawa pir pirsên neteweyî çesipandin û çawa Emerîka û hevpeyman hatin û navê pêşmerge bi rêz di nav hemû ragihandinên dinyayê de tê, çûna wê hêzê jî ji bo Kobanê ne ji wê kêmtire bi taybet derbazbûna wan di nav Turkiya re.

Gulan: li dema derketina şer de welat hemû yekdeng dibin daku şer bi serketin yekalî bikin, partî dest ji partatiya teng berdidin, niha kurd rastî mezintirîn gefa terorîstî a cîhanê hatiye, lê hinek caran em dengê milmilaniya partatiyê dibîsin, gelo ev denge û hevdu sivikkirina di navbera partiyên Kurdistanê bi taybetî di kenalên mediyayî de tu çawa dibînî?

Mihemedê Hacî Mehmûd: Heta niha li dunyayê altirnatîv ji partiyan re peyda nebûye, partan her giringiya xwe mane ji bo rêxstina xelkê û arastekirina wan berev demokrasî û prensîpên mirovatiyê, ji partiyekê bo partiyeke din jî pirsa demokrasiyê cudaye, lê niha em wek kurd em rastî gefekê hatine ji aliyê neteweyî û nişimanî ve metirsîdare, lewra gereke em tekezê li pirsa neteweyî bikin, niha partî amrazeke ji bo gîştin bi armancekê û li dema ku me perleman û hukumet heye, gereke di rêya ew wezaretên ku pêwendîdarin bi berevaniya niştimanî, em bergiriyê li welatê xwe bikin, gef bi dawî nabin li ser kurdan, çûnkî ji aliyê cografî û pêkhateyî û siyasiya navçeyê ve kêşe hene, her dem gef kêm dibin, kes rê li partatiyê nagre ka çawa rêçika xwe diyarbike, lê dema em rûbirûyî dujmin dibin gereke em wek yek netewe û nîştiman bergiriyê bikin.

Gulan: Kurd dixwast ne tenê diroşma fîdraliyetê li Îraqê bo konfîdralî biguhêre, belku bo serbixweyî, lê li jêr guvaşa nêvdewletî kurd neçarbûn derfeteke din bidin hukumeta Îraqê ji bo ku kêşe ligel Kurdistanê negihin binbesteke temam ku neçar bin biryarê li ser serbixweyiya Kurdistanê bidin, gelo Îraq ji bo wê derfetê cihê baweriyê ye?

Mihemedê Hacî Mehmûd: nabe tu tişt me poşmam bikin li ser pirsên netewî û nîştimanî, niha jî ez di wê baweriyê de me ku konfedralî dikare çareserî be ji bo doxa giştî a Îraqê, çûnkî niha cîranek ji me re peyda bûye navê xwe DAIŞ e û nasnama wan jî nediyare, lê niha li Îraqê sê hukumetên cuda hene, yek li Başûrê Îraqê ye û yek li naverasta Îraqê ye û yek jî li Herêma Kurdistanê ye, ev hêza li naverast bi navê DAIŞ û Neqişbendî û kê û kê ye, hemû sune mezhebin û hemû welatên erebên sune jî alîkariyê ji wan re dişînin, renge bi ecindaya wan welatin din li dunyayê alîkariya wan bikin, renge hinek ji wan ji bo agehdarkirina şîe be ku li paş Sedam takrewî di hukum de kirin, lê ez dibînim ne hukumeta Ebadî û ne paş wî jî her hukumeteka ku were, nikarin çareseriya pirsa rewa a kurd bikin, ku nekarîn gereke kurd bi xwe biryara xwe bidin, ku konfedralî baştirîn bijarde û rêçareye, ne renge Hukumeta Herêma Kurdistanê hinekî hesaba rewşa giştî a navçeyê û Emerîka bike û bêjin baş e, çûnkî vê carê li Îraqê bi kirdar derket ku beşdariya kurd li Îraqê ne beşdariye û ne şerakete, kurdan daxwaz ji Ebadî kir ku nîv seatê gotara xwe paşbixe, wî paş nexst û hukumeta xwe pêkanî û bernama xwe pêşkêşkir, heta endamên perlemanê tiştek xwendin li nav perlemanê ku kesî li Bexdadê guh nedayê, wate vê carê kurd li Îraqê ne şerîkin û ji tirsa şerê DAIŞê wan sune anîn û kirine eltirnatîf, neh wezaret danê û serok perleman û cîgirên serok wezîr û serok komar jî danê, hema du sê wezaret ji kurdan re danîn û paş meh û nîvekê ku diçin beşdariyê dikin, ji me re dibêjin em ê beşekê bi we din û we beşdarbikin, kurd niha li Îraqê ne şerîkin, şeraket ew bû ku cara berê hatin li Hewlêrê rûniştinka çawa deshelatê dabeşbikin li Îraqê, ew şeraket bû, niha kurd li Îraqê hatine perawêzxstin.
Top