N.Barzanî ji Gulan re: ji îro pêve armanca partî ewe çawa bikare pirtir xizmeta xelkê kudistanê bike
Rêzdar Nêçîrvan Barzanî niha mijûlî amadekariyên girêdana kongira 13mîn a Parta Demokrata Kurdistanê ye û di vê dîdarê de amaje da ku niha hemû serkirdên partî mijûlî vê kongirê ne û tê çaverêkirin ku partî di vê kongirê de xwe ji hemû aliyan ve nû bike, lê serbarî mijûliya wî bi kongirê û da bi hûrî bersiva pirsên me bide rêzdar demekê baş ji demê xwe bo bersivdana pirsên me terxankir, pirsên gulan jî di vê dîdarê de pirsyarên hemûlayen û gişitgir bûn, hemû biyavên rewşa siyasî ya kurdistanê bi xwe ve girtin, herweha piraniya pirsên me ew bûn yên xelkê kurdistanê dipirsin, lewre me bi derfet zanî em van pirsyaran li ber sîngê berêz danin, wî jî bi dilekî fereh gişt pirsên me bersivdan. Ev a li jêrjî têkista dîdara berêz Nêçîrvan Barzanî ye.Gulan: xelk dipirse û dibêje, gelo Nêçîrvan Barzanî çi dike? Em jî di destpêka vê dîdarê de vê pirsa xelkê dubare dikin û em dipirsin, gelo Nêçîrvan Barzanî çawa bersiva vê pirsê dide?
Nêçîrvan Barzanî: di destpêkê de win bi xêr hatin. Ez bi vê dîdara bi kovara Gulan re şad im. Ew a ku em hemû jî niha pê ve girêdayî ne, xebat û amadekariya ji bo kongira 13'mîn a Partî ye. Ev kongira ku piştî 10 salan tê sazkirin, ji Partî re giring e. Ji ber vê çendê, em hemû girêdayî danîna sîstem û programa Partî ne, ku bi vê serdemê re guncayî bin. Berî niha sîstem û programa Partî ji bo hinek armnacan hatibûn danîn. em weha dibînin, ku piştî herifandina rijêmê ta radeyekê mezin ew armanc pêk hatin. Ji bo niha û qonaxa nû û wan guhartinên ku ji hemû aliyan ve çê bûne, pêwîste Partî sîstem û programeke nû dîne. Ji ber vê çendê, niha em hemû xwe ji bo sazdana kongira 13'mîn a Partî amade dikin.
Gulan: belê pirsa xelkê pirtir û bi taybetî ji we ye û dipirsin, ka ev demê salekê ye Nêçîrvan Barzanî çi dike? Gelo di vê mawê de we bêhinvedan dikir an we kar dikir û win di nav ragihandinê de ne xuya bûn?
Nêçîrvan Barzanî: heger ez bi eşkereyî bersiva te bidim, bê goman demê piştî damezrandina kabîna şeşê, min bêhina xwe veda. Belê piştî hîngê – kêm zêde – min di nav Partî de xebat berdewam kir û ji ber vê yekê jî, ez di nav ragihandinê de xuya ne bûm. Ew wê watayê nade, ku ez bê kar bûm, berûvajî vê yekê, ez gelek bi kar bûm, belê dibe ne pêwîst be ku tu hemû caran di nav ragihandinê de xuya bibî.
Gulan: we basa hikûmetê kir, belê dema ku win rêzdar serokê hikûmetê bûn nêrînek weha hebû, ku we kêm giringî dida aliyê partayetiyê û we pirtir giringî dida pêşxistin û rêxistina jêrxana kurdistanê. Vê yekê weha kirbû, ku hinek win ji partayetiyê dûr kevin. Gelo win niha çawa li wan pêngavên xwe dinêrin?
Nêçîrvan Barzanî: ez hez dikim bi vî awayî basa pirsa giringî dana partayetiyê bikim. Ez pirs dikim; gelo Partiya ku xebat kir û qurbanî dan, di ber çi de xebat kir û di ber çi de qurbaniyek mezin da? Bê goman ev xebat û qurbanîdan ji bo pêkanîna hinek destkeftan bû. Gelo ew destkeftane ji kê re ne? bê goman ji vî miletî re ne. Her ji ber vê çendê, gelek rast bû dema min kabîna pêncê ya hikûmeta herêma kurdistanê wergirtî, min bi alîkariya biraderan pêkol kir, ku kabîneya pêncê kabîneyeka yekgirtiya hikûmeta herêma kurdistanê be. Herweha, da ku em pêkolê bikin, ku jêrxaneka aborî ya xurt ji kurdistanê re saz bikin û vana, armancên Partî bûn û Partî jê ne dûr bû. Ji ber ku xebata Partî ji bo bi destxistina van armancan bû û ez jî wek endamekî serkirdayetiya Partî, erkê ser milên min bû, ku ez vê siyaseta Partî bi rê ve bibim û bi cih bînim. Heger em li berê vegerin, ji sala 1991an ve û ta sala 2003an siyaseta hikûmeta herêma kurdistanê bi rengekî giştî û bingehî weha bû, ku ka ew ê çawa mûçeyên fermanberan berdest bike û hinek xizmetguzariyên kêm an zêde – ku tenê ji bo ragirtina rewşê bû – pêşkêş bike. Piştî 2003an qonaxeka nû dest pê bû û pêwîst bû em kar ji bo geşkirina jêrxana aboriya herêma kurdistanê bikin. Ev jî qonaxa destpêkê bû, ku tê de budceyek diyarkirî ji herêma kurdistanê re hebû. Ji ber vê çendê, pêwîst bû bernameyek destnîşan kirî ji bo sazdana jêrxaneya herêma kurdistanê were danîn. ta kabîna pêncê bi vî rengî bû. Belê di kabîna pêncê de ya ku hemû hevalên PDK û YNK tê de wezîr bûn, me hemûyan bi hev re ji bo van armancan kar kir. Kabîneya şeşê jî – kêm zêde – berdewamiya wê bernamê ye ya ku me di kabîna pêncê de dest pê kiribû. Me karî bû bingeheka xurt ji jêrxana aboriya kurdistanê re danin û dibe, ku di kabîneyên din ên hikûmeta herêma kurdistanê jî de pêştir bikevin.
Gulan: her di wê demê de ya ku win tê de serokê hikûmeta herêma kurdistanê bûn, pêşketinên mezin di biwarê samanên siruştî jî de çê bûn û petrola kurdistanê êkisportî derve bû. Di bareya vê pirsê jî de arêşeyek mezin bi Bexdayê re çê bû. Gelo we çawa karî serkeftinê bi dest ve bînin?
Nêçîrvan Barzanî: em di kabîna pêncem de li ber du rêyan bûn. An diviyabû em çaverê bin û bizanin ka dê çi ji aliyê Baxdayê ve bi giştî û ji aliyê wezareta petrola Iraqê ve bi taybetî bi ser me de were sepandin û kengî dê qanûna petrolê û gazê ya hikûmeta Iraqê derkeve, yan jî diviyabû em di çarçovê wan mafên destûrî de yên ku ji herêma kurdistanê re hatine dan, hinek biryarên taybetî yên girêdayî herêma kurdistanê bidin. Em ji bo vê mebestê li destûra Iraqê vegeriyan û hat xuyakirin, ku çend desthilatdariyên destûrî ji herêma kurdistanê re hene û me bi pêwîst dî, ku em wan desthilatdariyan bi kar bînin û stiratejiyekê jî danin, ku li ser du bingehên serekî bûn. Yekem serxwebûna herêma kurdistanê ya di biwarê sotemeniyê de bû û duyem bi karanîna wan mafan bû, ew ên ku destûra Iraqê dane herêma kurdistanê. Piştî danîna vê stiratejiyê, me pêkolên bi cih kirin da ku ew pêk were. Belê nehez û neyar pir bûn û ta radeyê tawanbarkirinê jî, kelem diketin pêşiya wê de. Ji ber vê çendê, bi cihanîna vê stiratejiyê ne hêsan bû. Pêwîste ez bi zelalî bibêjim, ku wê demê vîn û xwestekeka xurt ji bo bi cihanîna vê stiratejiyê, li cem hikûmeta herêma kurdistanê hebû. Bê goman ez şadim ji ber ku em di vî biwarî de serkeftî bûn. Anko, em di biwarê serbixweyîkirina sotemeniyê ji herêma kurdistanê re û çareserkirina pirsa elektirîkê de serkeftî bûn. Niha jî hikûmeta herêma kurdistanê dikare enerjiyê ji derve re berdest bike. Bi taybetî jî, dikare gazê bişîne Turkiye û Ewropayê. Ev siyaseta han jî berdewam e, da ku kurdistan bikeve nav nexşa berdestkirina enerjiya cîhanê de.
Gulan: we yên rêzdar da nîşandan, ku ew a we kiriye siyaseta Partî bûye û te wek endamekî serkirdayetiyê ew bi cih aniye. Belê gelek caran em dibihîzin, ku awayê karê te awayekî taybetî bûye. Gelo win dikarin xalên serekiyên ev awayê taybetî ji Gulan re diyar bikin? Ta çi radeyî ev awayê han dibe fakterê pirtir çalakkirina Partî?
Nêçîrvan Barzanî: cudayiya awayê kar di nav her partiyekê de tiştekî suriştî ye. Dibe di nav Partî jî de awayê cuda yê kar hebe. Belê ew a ku di vir de giring e û ez dixwazim wê bidim nîşandan ew e, ku heger cudayî jî di awayê kar de hebûbe, belê siyaseteka yekgirtî û bi vên û xweztekeka yekgirtî, li jêr saya serokatiya serok Mesûd Barzanî pêk hatiye. Ev siyaseta han jî, ji bo pêkanîna wan armancên dîrokî bûye, ew ên ku cenabê serok hemû jiyana xwe jê re terxan kiriye. Di vê çarçovê de, dibe ku awa û nêrînên cuda yên kar jî hebûbin. Ta wî radeyî ku tê gotin; fraksiyon û fraksiyonperestî di nav Partî de hene. Belê saloxeya diristbûna Partî bi temamî dûrî vê yekê ye. Di vir de ez hez dikim, ku reyalizmeka nav Partî bidim nîşandan; em di nav Partî de gelek demokratiyane bîr û nêrînên xwe dibêjin. Cenabê serok Mesûd Barzanî gelek bi hêsanî bîr û nêrînên cuda qebûl dike. Ta wî radeyî ku karek were kirin û bi vajiyê bîr û nêrînên wî be. Ev ji ber wê yekê ye, ku wî armancek daniye. Belê ev nayê wê wateyê, ku fraksiyonperestî heye. Wateya vê yekê ne ew e, ku te bîr û nêrînek ji derveyî Partî aniye. Her ji ber vê çendê ez bi aşkirayî dibêjim; ku bîr û nêrînên me hemûyan bîr û nêrînên Partî ne û hemû jî, li jê r serokatiya serok Mesûd Barzanî ne. Eva han berê jî di nav Partî de hebûye û dê bi berdewamî jî hebe.
PARTÎ Û AYINDEYÊ KARÊ RÊXISTINIYÊ NAV PARTÎ
Gulan: di vir de em carek din dixwazin li kongireya Partî vegerin, ji ber ku ev kongireya han niha ji Partî re gelek giring e. Dê ev kongireya han di rewşeka taybetî de were sazdan û heger em wê bi rewşa her 12 kongirên dinên berê re bidin ber hev, rewşa niha ji hemûyan cudatir e. Gelo we ta çi radeyî xwe ji vê kongirê re amade kiriye? Dê giringî li cem we di vê kongirê de ji bo çi be?
Nêçîrvan Barzanî: wek min berê jî da nîşandan, ku yekem di nav serokatiyê de her ji cenabê serok Barzanî ve û ta endamên polîtburoyê û hemû endamên serokatiyê, em li ser yek xalê hevgirtî ne û ew jî ew e, ku ev partiya han pêdivêyî guherînê û nûbûnê ye. Ez dubare jî dikim, ku serokatiya Partî li ser vê xalê hevdeng e û tu cudayî di vir de nîne. Ez hemû aliyan dilhêsayî dikim, ku tu caran tiştekî weha di nav Partî de nîne û nabe. Belê em hemû hevdeng in, ku ev qonaxa han di dîroka gelê me û Partî de nû ye û divê ew xwe bi her awayekî ji vê qonaxê re amade bike. Di vê çarçovê de, ew a ku em gelek tekeziyê li ser dikin ew e, ku gerek pirsa guherînê di nav Partî de ne tenê guherîna dêman (ser û çavan) be, wek çawa hinek texmîn dikin. Bi vajiyî vê çendê, ev pirsa han li cem me ne ewqas giring e. Ji ber ku di vê kongirê de, dê endamên Partî bi xwe di nav kongirê de biryaran bidin, ka ew dê kê hilbijêrin û kê hilnebijêrin. Mebesta me ew e, ku guherîn di sîstem û programa Partî de werin kirin. Em dixwazin di vê kongirê de pêkolek mezin were kirin, da ku rola jinê di jiyana siyasiya kurdistanê de aktîvtir bibe. Em dê di vê kongirê de rê ji gencan re xweş bikin û em dê beşdariya wan di diristkirina biryarê de berfireh bikin. Êdî ji vir û pê ve em dê pirtir tekeziyê li ser guherîna sîstem û programa Partî bikin. Ez dixwazim bidim nîşandan, ku sîstema berê ya Partî sîstema serdema şoreşê û rewşa ne normal bû. Ta sîstem û programa wê jî her li ser wê bingehê hatibû danîn. Belê îro me ew qonax derbaz kiriye û beşekî armancên me jî pêk hatine. Em dikarin bibêjin, ku awayekî dinê xebatê pêwîst e. Ango; divê giringiyek pirtir ji jinan û gencan re hebe, divê ew di diristkirina biryarê de beşdar bin û xebata sivîlane li pêş bikeve. Em dixwazin di nav Partî de – ji serî ta binî – hemû hest bikin, ku wan jî bi awayekî serekî rola xwe di diristkirina biryarê de heye. Divê em sîstema Partî bi awayekî weha bidanin, ku beşdarîkirin û pêşkêşkirina bîr û nêrînan di nav Partî de rohn û aşkira bin.
Gulan: we da nîşandan, ku sîstema berê ya Partî sîstemeka şoreşgerî bû. Belê win niha dixwazin sîstema Partî biguherînin û bikin parteka nav civaka demokratîk. Eva han dêle ku Partî hinekî dûrî navendîtiyê bikeve û nenavendîtî çê bibe. Winên dikarin pirtir ji me re vê çendê bidin xuyakirin?
Nêçîrvan Barzanî: dê ev jî yek ji wan xalan be, ew ên ku dê Partî di vê kongirê de biryarê li ser bide. Bê goman e, ku dê kongire hemû biryaran bide. Belê Partî pêkolan dike, da ku di kongirê de pirsa nenavendîtiyê bi awayekî rêxistî pêk were. Yek ji armancan jî ew e, ku hemû desthilatdarî di serokatiyê de nehên komkirin, belê desthilatdarî werin dabeşkirin û bigehin dezgehên binî jî. Xaleka dina giring heye û ji hemûyan re aşkira ye, ku sîstema siyasî di kurdistanê de sîstemeka demokratîk e û ya sindoqên dengdaê ye. Sindoqên dengdanê jî pêdivêyî wê yekê ye, ku giringî ji jiyana rojaneya xelkê re hebe. Ji îro û pê ve, dê eva han ji Partî re giring be. Berê xebata me bo çend armancan bû û îro hinek ji wan pêk hatine û gelek xelkên qehreman jî, ji bo pêkanîna wan armancan şehîd bûn û xwe kirin qurban. Armanca me ya îro hatiye guhartin û bûye bi cihanîna demokrasiyê. Armanca me ew e, ku em giringiyê bidin jiyana rojaneya xelkê. Dê ji îro û pê ve armanca Partî ew be, ka ew dê çawa bikaribe pirtir xizmeta xelkên kurdistanê bike û dê çawa bikaribe pirsên xizmetguzariyê, vedîtina derfeta kar û xemên rojaneyên hevwelatiyan pêşkêş bike. Dê vana di nav siyaseta Partî de bi cih bibin û bibin xemên Partî û dê Partî ji bo çareserkirina giriftên xelkê xebatê bike.
Gulan: tu dikarî weha bibêjî, ku dê ji niha û pê ve ew a ku li cem xelkê giring be dê li cem Partî jî giring be û dê ew bi xwe bibe siyaseta Partî û wan çareser bike?
Nêçîrvan Barzanî: erê.. em dê ji niha û pê ve wek Partî kar bikin û em dê wan pirsên girêdayî jiyana rojaneya xelkê bi cih bihînin. Ji ber vê çendê em daxwazê ji endam û alîgirên Partî dikin, ku eva han bername û karê wan ê rojane be û guhdariya pêşinyarên xelkê bikin û guhdariya gilî û gazindeyên xelkê bikin û vê çendê ji xwe re wek erk bibînin.
Gulan: niha we li Silêmaniyê liqeka polîtburo vekiriye. Gelo we ev taybetmendiya han tenê daye Silêmaniyê, yan eva han destpêk e û win dê serokatiyeka lokal li hemû deverên herêma kurdistanê danin?
Nêçîrvan Barzanî: di bernameya me de ye, ku em piştî vê kongirê van liqan li hemû deverên herêma kurdistanê bidanin. Ev awayê han ne tenê ji bo Silêmaniyê ye.
Gulan: çima we di pêşiyê de li Silêmaniyê kir?
Nêçîrvan Barzanî: me hizir kir em ji bo bi cihanîna vî awayî ji cihekî dest pê bikin. Silêmaniyê yek ji wan cihan e, ew ên ku pêdivê ye Partî giringiyê bidê. Me ji ber vê yekê ji Silêmaniyê dest pê kir.
Gulan: dûrî hokarên din, win rewşa Partî li Silêmaniyê û Germyan çawa dibînin. Gelo win jê razî ne yan bernameyek we ji bo çareserkirinê heye?
Nêçîrvan Barzanî: Silêmaniyê navenda xebatê, rewşenbîriyê û şoreşgeriyê bûye û roleka wê ya serekî di şoreşa eylûlê û gulanê de hebûye. Ji ber vê çendê, heger em li encamên hilbijartinan binêrin, em dê bibînin, ku ew li gel dîroka qurbanîdana Partî ya li devera Silêmaniyê nagunce û hev nagire. Ev jî wê wateyê dide, ku kêmanî hene. Ta em destê xwe jî nedaynin ser kêmaniyên xwe jî, em nikarin wan çareser bikin. Ango; ji wê deverê re awayekî dinê nû yê xebatê pêdivê ye. Bernameya me jî heye, belê em di pêşî de dixwazin arêşeyan bibînin û nas bikin. Ew ên ku Partî ne û dilê wan hinekî şkestî ye, em dê wan aşt bikin. Em dê pêkolan bikin, ku pêdivêyên binemalên şehîdan berdest bikin. Piştî hîngê, em dê giringiyê bidin ragihandinê, gencan û rewşenbîran.
Gulan: heger her di çarçovê siyaseta Partî de em pirsa ayinde bikin, pirsa federalizmê yek ji pirsên giring e û gerek di vê kongirê de basa wê were kirin. Dê Partî helwêstê xwe di bareya vê pirsê de çawa diyar bike?
Nêçîrvan Barzanî: bi awayekî giştî, armanca me ew e, ku federalizim di Iraqê de bi cih bibe. Em îro ji bo vê armancê xebatê dikin û federalizim jî, ji bo Iraqa niha bûye pirseka destûrî. Ango; ev pirsa han negirêdayî hizirkirina taybetiya hinekan e, ku bixwazin bi awayekî din nexşeya siyasiya Iraqê bidanin. Em pêkolan dikin di vê qonaxê de – ango di van çar salên pêş de – ew federalizma ku hemû aliyan rêketina wê muhr kirine û destûra Iraqê ya ku ji %80 ji xelkên Iraqê dengê xwe danê, pesend bibe. Divê herêma kurdistanê jî vê destûrê pêk bihîne û kar jî jê re bike. Wek nêrîna min a kesane jî, ez weha nabînim, ku bi cihanîna vê destûra han di Iraqê de bi zehmet be.
Gulan: heger eva han wek dibêjin plana A be, gelo nabe Partî wek partiyekê ku herdem çarenivîsa milletekî li ser milê wê bûye, heger ev federalizma han bi cih nebû dê plana B jî hebe?
Nêçîrvan Barzanî: di vê qonaxê de armanca me çesipandina federalizmê û bi cihanîna destûra Iraqê ye. Bi min weha ye, ku gelek zû ye em basa alternatîvan bikin.
Gulan: di bareya vegerandina deverên dabirrayî de, ku ev jî pirseka gelek giring e, gelo dê kongire helwêstekî çawa di bareya vê pirsê de nîşan bide?
Nêçîrvan Barzanî: berî her tiştî heger maddeya 140ê wek xwe were dîtin, ew maddeyeka destûrî ye û herêma kurdistanê rijde ku divê ev maddeya destûrî bi cih were. Belê arêşe di wir de ye, ku dê çawa pêkol werin kirin da ku nexşeya rê ji bo bi cihanîna vê maddeyê were danîn. Bi min weha ye, ku Bexdayê di vî biwarî de gelek sersar bûye. Ji ber vê yekê, divê awayê bi cihanîna maddeya 140ê bi xwe were guhartin û nexşeyeka nû ji bo bi cihanîna wê were danîn. Ango; heger em li ser wê çendê rijd bin, ku bi hevkariya Bexdayê qanûna dabeşkirina dahatên petrolê were kirin, dê qanûna dabeşkirina dahatên petrolê rê ji bo çareserkirina pirsa kerkûkê û deverên dabirrayî re xweş bike. Heger me ew qanûn hebe, dê pirsa kerkûkê nêzîkî çareserkirinê bibe, ji ber ku pirraniya Ereban û xelkên din jî, nêrînek şaş li cem wan heye û weha dibînin, ku em ji ber pirsa petrolê rijdiyê li ser pirsa kerkûkê û deverên dabirrayî dikin. Pirs negirêdayî petrolê ye. Pirs gelek ji petrolê giringtir û mezintir e. Heger pirsa dahatên petrolê hat çareserkirin, dê pirs bibe pirsa ka ev xanî yê min e yan ê te ye. Mebesta min ew e, ku ev pirs ne ewqas mezin e û weha dide nîşandan, ku ajendayeka veşartiya kurdan heye û ji ber wê ajendayê, ew daxwaza deverên dabirrayî dikin. Mixabin; ta niha me nediye Bexdayê vê pêngavê bavêje, da ku ev pirsa han were çareserkirin. Ez bi aşkirayî dibêjim, ku pêkolên me yên niha û yên piştî kongire jî, dê ji bo bi cihanîna maddeya 140ê bin. Eva han yek ji xalên bernameya fraksiyonên kurdistanî jî ye û niha guft û go di bareya vê pirsê de hene.
OPOZISIYON Û JIYANA SIYASIYA KURDISTANÊ
Gulan: hebûna opozisiyonê li kurdistanê diyardeyeka dina jiyana siyasiya kurdistanê ye. Gelo win çawa li vê diyardeyê dinêrin?
Nêçîrvan Barzanî: opozisiyon berê jî hebû. Ew ne tiştekî nû ye. Li parliyamentê jî û wek partiya siyasî jî hebû. Ev ji aliyekî ve.. ji aliyê din ve jî, hebûna opozisiyonê li welatên demokratîk diyardeyeka tendirist e. Desthilatdarî heye û opozisiyon jî heye. Opozisiyon û desthilatdarî hevdu temam dikin û ne dijminên hevdu ne. Heger desthilatdarî weha hizir bike, ku hemû tiştên wê dirist in û bê kêmanî ye, ew şaşiyê dike. Heger opozisiyon jî weha hizir bike û bide xuyakirin, ku her çi tiştê ku desthilatdarî dike hemû reş e û hemû karên wê şaş in, ew jî şaşiyê dike. Opozisiyon û desthilatdarî hevdu temam dikin. Heger ev awayê han li kurdistanê were çesipandin û berdewam be, ez weha dibînim, ku dê bingeha demokrasiyê li kurdistanê xurt bibe. Dibe em pirtir kar bikin da ku opozisiyon û desthilatdarî bi awayekî berpirsyarane reftarên xwe encam bidin.
Gulan: gelo Partî dixwaze di ayinde de çawa dan û standinê bi opozisiyonê re bike?
Nêçîrvan Barzanî: Partî pêkolan dike, ku bi hemû aliyan re – opozisiyon û ne opozisiyon – di hikûmetê de beşdar be û peywendiyeka suriştî û asayî hebe. Partî dan û standinê bi hemû aliyên siyasiyên kurdistanê re dike. Ev siyaseta Partî ye. Her ji ber vê çendê, her ji niha ve siyaseteka baş li gel hemû aliyên siyasî datîne.
Gulan: rêketina stiratejîka navbera PDK û YNK ta çi radeyî pêwîstiyeka vê qonaxê ye û win vê yekê çawa dibînin?
Nêçîrvan Barzanî: ez vê pirsê dikim; gelo vê rêkeftinê çiqasî xizmeta doza siyasiya gelê me kiriye? Ez li ser bingeha vê nêrînê, vê rêketinê dihilsengînim. Dibe hinekên din bi awayekî din li vê rêkeftinê binêrin, belê ev rêkeftina stiratejîka navbera PDK û YNK di qonaxeka weha de hatiye muhrkirin, ku ew qonax bi xwe ji gelê me re giring e. Herweha, destkevtên vê rêkeftinê jî ji herêma kurdistanê re gelek giring û mezin in. Em niha di qonaxeka veguhêz de ne. Nabe di vê qonaxê de arêşeya navbera PDK û YNK yan jî, arêşeyên navxweyiyên navbera aliyên siyasiyên kurdistanê, bibin egerê ku ev destkevtên han ji dest biçin. Rewşa niha ya herêma kurdistanê ne cihgir e û bi temamî xwe negirtiye. Rêkeftina navbera PDK û YNK hebûna vê reyalizma niha gerentî dike. Ji ber vê çendê jî, rêkeftina stiratejîka navbera PDK û YNK di Iraqê de û di herêma kurdistanê de, wek xwe maye. Divê em vê rêkeftinê wek tiştekî pêwîst bibînin û divê em wê berdewam jî bikin. Ez wek Partî jî dixwazim ji we re bibêjim, ku bîr û nêrîna serokatiya Partî ew e, ku dê ev rêkeftina han û hevpeymaniya stiratejîka navbera PDK û YNK berdewam bin. Divê em bêlin, ku ev hevpeymaniya han a stiratejîk pirtir di nav rêzên PDK û YNK jî de xurt bibe.
Gulan: em dixwazin ku bizanin, win kabîneya şeşema hikûmeta herêma kurdistanê çawa dibînin?
Nêçîrvan Barzanî: di bareya kabîneya şeşem de ez dixwazim bibêjim, ku em wek Partî ji erkê xwe dibînin, ku em piştgiriyeka temama vê hikûmetê bikin, da ku di kar û barên xwe de serkevtî be. Siyaseta Partî ew e, ku alîkarî û piştevaniya hikûmeta herêma kurdistanê bike da ku bi ser bikeve. Ez di bareya vê pirsê de dixwazim weha bibêjim, ku ta niha jî di bareya piştevanîkirina me de ya ji Dr. Berhem Salih re wek serokê wezîrên hikûmeta herêma kurdistanê, tu tişt nehatiye guhartin. Em weha dibînin, ku ew bernameya ta niha hikûmeta herêma kurdistanê ji xwe re daniye û kar pê dike, bernameyeka weha ye ku hêjayî piştevanîkirina me hemûyan e, da ku serkevtî be. Serkeftina hikûmeta herêma kurdistanê û serkeftina Berhem Salih, serkeftina Partî ye û serkeftina me hemûyan e. Em bi vê hikûmetê re alîkar û hevkarên yekem in, ji ber ku em weha dibînin, ku eva han hikûmeta hemû kurdistanê ye.
RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL Û MEDIYAYA AZAD A KURDISTANÊ
Gulan: win asoyê demokrasiyê li kurdistanê çawa dibînin?
Nêçîrvan Barzanî: demokrasî ne weha ye, ku tu wê diyariyî xelkê bikî û bibêjî; fermo eva han demokrasî ye û pêşkêşî te ye. Demokrasî di tu welatekî cîhanê de di navbera şev û rojekê de dirist nabe. Demokrasî di her civakekê de, praktîzekirina jiyana rojane ye. Divê amadekariyek di nav civakê de hebe, da ku pêngavên ber bi demokrasiyê ve werin havêtin. Heger niha pirs ji me were kirin ka ev demokrasiya ku niha li kurdistanê heye kêmanî tê de heye yan nîne? Ez dê bersivê bidim û bibêjim, ku belê kêmanî tê de hene. Ez gelek bi asanî jî li van kêmaniyan dinêrim. Heger hinek demokrasiya me û demokrasiya rojava beramberî hevdu bikin, ew şaşiyek mezin e. Ji ber ku civaka kurdî û civaka rojavayî ji hevdu cuda ne. Pirs ew e, ku civaka rojava di nav çend salan de gihijt qonaxa xwe ya niha? Bê goman e, ku civakên rojava sedên salan derbaz kirin, ta ku giheştin vê qonaxa xwe ya niha. Paşê jî, wan dewletên xwe hebûn û hikûmetên xwe hebûn û wan dewletdarî dikirin. Belê ew a ku em niha li kurdistanê dibînin, di biwarê demokrasiyê de destpêkeka gelek nû ye. Ta ku demokrasî bi temamî li vî welatî bi cih bibe, maweyeka dûr û dirêj pêdivê ye. Belê ya giring ew e, ku hemû pêkhatên kurdistanê, bi partiyên siyasî û rêxistinên xwe yên sivîl ve, di bareya wê çendê de hevgirtî ne, ku divê em hemû ji bo xurtkirin û bi cihkirina demokrasiyê di vî welatî de pêkolan bikin.
Gulan: di bareya mediyaya kurdistanê de niha nêrînên weha hene û weha tê dîtin, ku bi xerabî mifa ji qanûna rojnamevaniyê tê wergirtin û divê ev qanûna han bi awayekî weha were serrastkirin, ku rewşa rojnamevaniyê li kurdistanê pê were rêxistin. Nêrînek din jî heye û weha tê dîtin, ku destkariya di vê qanûnê de dê peşêmanbûnê di biwarê azadiya rojnamevanî de çê bike. Win çi di bareya van herdu nêrînan de dibêjin?
Nêçîrvan Barzanî: berî her tiştî, azadiya rojnamevanî li kurdistanê heye. Belê ev nayê wê wateyê, ku hinek azad in û hinek jî ne azad in. Ez bawer dikim, ku mediya li kurdistanê azad e. Problema ku heye di bareya berpirsyariyê û reftarkirinê de ye. Di vê çarçovê de ez dikarim bibêjim, ku rojnamevanî li kurdistanê di rewşeka ne normal re derbaz dibe û ev jî pêdivêyî du tiştan e:
1- Pêdivê ye ku rojnamevanên me pirtir korsên rahînanê ji wan re werin vekirin.
2- Pêdivê ye ku ew bi awayekî berpirsyarane reftaran bikin.
Ango; ji erkê hemû mediyakaran e, ku bi hûrbînî rewşa niha ya kurdistanê û destkevtên ku bi dest ve hatine li ber çav bigirin. Gerek ew ji erkê xwe yê niştimanî û demokratîk bibînin û agahdar jî bin, ku ragirtina van du erkan û taybetmendiyên kurdistanê, pêşketin û çarenivîsa me hemûyan bi wan ve girêdayî ye, ku bê goman e ji gelek aliyan ve gef lê tên kirin. Ez weha dibînim, ku bi diyalogeka hêmin a navbera rojnamevanan û desthilatdariyê, em dikarin çareyekê vebibînin, ku bi tu awayî azadiya rojnamevanî li kurdistanê nehê binpêkirin û di heman demê jî de, hevsengiya erkan were parastin, da ku ji hemû aliyan re aşkira bibe, ku Partî bi tu awayî naxwaze xwe ji ber pirsa azadiya rojnamevanî bide alî. Cenabê serok Mesûd Barzanî li angora baweriya wî ya bi azadiya rojnamevanî jî, qanûna rojnamevaniyê ya herêma kurdistanê muhr kir. Ango; pirs ne ew e, ka em prensîpên azadiya rojnamevanî qebûl dikin yan em wan qebûl nakin. Ev pirsa han vebirr bûye û serok Barzanî muhr kiriye û bi temamî jî baweriya wî pê tê. Belê niha rewşa madiyayê pêdivêyî rêxistinê ye û ev jî, dê bi diyalogê, hevtêgihînê, pêkanîna binemayên qanûnî û azadiyê pêk were.
HERÊMA KURDISTANÊ, IRAQÊ Û DEWLETÊN HERÊMÎ
Gulan: me bêjedana te bihîzt û me nas kir, ku tu bi kandîdkirina Nûrî Malikî şad bûbû. Ev jî pêngavek bû da ku hikûmeta nû ya Iraqê zû pêk were. Gelo kurd çawa beşdariyê di prosesa siyasî de dike û bîr û nêrînên we di vê bareyê de çawa ne?
Nêçîrvan Barzanî: şandeyeka herêma kurdistanê ya dan û standinê heye û ji hemû fraksiyonên kurdistanî pêkhatî ye. Rê jê re hatiye vekirin, ku ew guft û goyan bi aliyên siyasiyên Iraqî re li Bexdayê bike. Arêşeya me ya bi Bexdayê re ne arêşeya fraksiyoneka siyasî ye, belê arêşeya gel û doza milletekî ye. Hemû doz û daxwazên şandeya kurdistanî li ber destên aliyên siyasiyên Iraqî hatine danîn. Em dîsan jî tekez dikin, ku her aliyekî siyasî bersivek baş di bareya daxwazên kurdan de bide, em dê bi wî aliyî re hevpeymaniyê bikin.
Gulan: ango ew alî kes bin an aliyên siyasî bin?
Nêçîrvan Barzanî: erê.. bernameyek me heye û em li angora wê bernameyê û wan daxwaziyan, ketine nav guft û goyan de. Her aliyekî siyasiyê Iraqî amade be ku daxwazên herêma kurdistanê pêk bihîne, em dê bi wî aliyî re hevpeyman bin. Di dawî jî de, biryara di bareya vê pirsê de girêdayî vê şandeyê ye ya ku ji bo dan û standinê rê jê re hatiye vekirin. Ev şandeya han a fraksiyonên kurdistanî ya ku niha gelek bi cih li Bexdayê guft û goyan bi hemû aliyan re encam dide, ji bo wê çendê ye da ku hemû ew pirsana yekalî bibin.
Gulan: weha dibêjin, ku Nûrî Malikî amade bûye, her 19 xalan pesend bike û guft û goyê jî, li ser hemû daxwazên kurdan bike. Gelo ev weha dide nasandin, ku em ji aliyên din pirtir nêzîkî Nûrî Malikî ne?
Nêçîrvan Barzanî: ew a ku mirov pê şad dibe ew e, ku hemû alî guft û goyan bi hev re dikin. Guft û go li ser pirsên hûr jî tên kirin. Pirs ne ew e, ku aliyek bi dev razîbûna xwe di bareya her 19 xalên fraksiyonên kurdistanî de nîşan bide. Niha pirs li ser pêkanîna rêkeftinê ye. Ev jî diyalogek berfireh jê re pêdivê ye. Ji ber vê çendê, em şad in ji ber ku hemû alî guft û goyan bi şandeya kurdistanî re dikin. Ango; li ser pirsên hûr û hemû xalan guft û go tên kirin. Ew a ku dimîne ew pirs e, ka kî pirtir nêzîkî me ye. Bila em bibêjin, ku cenabê serokê wezîran Nûrî Malikî û fraksiyona xwe, pêşîne razîbûna xwe ragihandine, belê ji vê yekê re şirovekirin û dan û standinên pirtir pêdivê ne. Ez hemû caran dibêjim, ku ciwantirîn tişt dan û standin e. Pirsa me jî dan û standina bi Bexdayê re ye, ku pêdivêyî belgenameyan e. Ew pirsên hûr jî kar û mandîbûnek mezin jê re divê û ez bawer nakim, ku em dikarin weha bibêjin; ku em dê bigehin encamekê.
Gulan: win weha nabînin, ku piştî vê nêzîkbûna Nûrî Malikî, aliyên din jî dîsan serdana kurdistanê bikin û guft û goyan li ser wan 19 xalan bikin?
Nêçîrvan Barzanî: hemû aliyên siyasî daxwaza dan û standinan kirine. Em pêşbînî jî dikin, ku di paşerojeka nêzîk de Eliraqiye û pêkhatên xwe jî, ji bo guft û goyên bi cenabê serok Barzanî re, serdana herêma kurdistanê bikin.
Gulan: ji aliyekî din ve, peywendiyên herêma kurdistanê yên herêmî û bi taybetî jî, yên bi Turkiye û Îranê re hene. Ta niha şiyan hebûye, ku peywendiyên navbera herêmê û cîranan gelek baş bin. Niha astê van peywendiyan çawa ye?
Nêçîrvan Barzanî: siyaseta hebûna peywendiyên baş bi cîranên me re, ji karên herî serekiyên kabîneya pêncema hikûmeta herêma kurdistanê bû û serok Mesûd Barzanî bi berdewamî, tekezî li ser pêwîstiya hebûna wan kiriye. Pêwîst e peywendiyên herêma kurdistanê li ser bingeha rêzgirtinê û berjewendiyên hevpişk bin û gelek baş bin. Niha jî ev siyaseta han berdewam e. Heger em li demên derbazbûyî binêrin, tu kesan bawer nedikir peywendiyên navbera herêma kurdistanê û Turkiyê bigehin ev astê niha. Rewşa aloza salên berê hat derbazkirin û gihijt astekî weha, ku Turkiye bi awayekî fermî cenabê serokê herêma kurdistanê daxwazî Turkiyê bike û ev jî guherînek mezin e.
Gulan: ev guherîna han çawa pêk hat?
Nêçîrvan Barzanî: dema ku aloziya navbera herêma kurdistanê û Turkiyê peyda bû û mezin bû, hikûmeta herêma kurdistanê li ber ronahiya rênîşandana cenabê serok Barzanî, bernameyek ji bo rêvebirina vê arêşeyê danî. Heger ne weha jî baya, rewş hêwir nedibû. Win dizanin hîngê girifta me bi Turkiyê re çi bû? Girifta me bi Turkiyê re ew bû, ku navê herêma kurdistanê bi Turkiyê nexweş dihat û behane li ser alaya herêma kurdistanê hebû. Hîngê, me bi hêminî û dûrî kamerayan, dest bi guft û goyeka hêmin kir. Me tekezî li ser xalên xwe yên hevpişk ne yên dij kir. Ji wê rojê ve pêşketinek mezin di peywendiyên navbera me û Turkiyê de dest pê bû. Ji bo me, Turkiye ji hemû aliyan ve giring e û ew dergehê herêma kurdistanê yê ber bi rojava ve ye. Di biwarê siyasî û aborî jî de Turkiye giringiyeka xwe ya taybetî heye. Ev stiratejiya ku weha hat damezrandin, îro guherînek mezin jê çê bûye. Ew şeref ji min re tê de hebû, ku ez di prosesa hêwirkirina rewşa navbera Herêma kurdistanê û Turkiyê de beşdar bûm. Berhema wê jî ew bû, ku hevtêgihînek hevpişk jê çê bû.
Gulan: normalbûna peywendiyên navbera herêma kurdistan û Turkiyê, tu bandorek li siyaseta vebûna demokratîk a Turkiyê ya di bareya pirsa kurd de kir? Rola we ya di vî biwarî de çi ye?
Nêçîrvan Barzanî:
Yekem: ez dixwazim weha bibêjim, ku pirsa kurd pirseka siyaysî ye û girêdayî milletê kurd e.
Duyem: nêrîna me weha ye, ku divê pirsa kurd di çarçovê wan welatan de were çareserkirin, ew welatên ku kurd di nav wan de ne.
Sêyem: ji bo ku pirsa kurd aştiyane li Turkiyê were çareserkirin – wek çawa gelek caran cenabê serok Barzanî tekezî li ser kiriye – em amade ne ku roleka pozetîv bibînin. Heger herdu alî rola me pêdivê bibînin, dê rola me ji bo çareserkirina vê pirsê alîkar be û bi vê helkeftê jî, ez tekezê li ser ev prensîpê han dikim.
Gulan: win weha nabînin, ku gerek Turk û Kurd hizira xwe ya di bareya aştiyê jî de biguherînin? Çimku herdu alî jî, bi dijwarî hizir dikin. Win vê carê bi agirbesta PKK şad bûn. Win di vê bareyê de çi dibêjin?
Nêçîrvan Barzanî: divê em hinek caran reyalîst bin û weha jî li pirsan binêrin. Ev pirsa han 70-80 salan maye û Turkiye nikare hebûna milletekî mezin wek milletê kurd înkar bike, ku di nav Turkiyê de dijî. Ew dema han nema. Aliyê din jî nikare bi xebata çekdarî armancên xwe bi dest ve bihîne. Divê herdu alî nas bikin, ku ne Kurd dikare armancên xwe bi çek pêk bîne û ne Turkiye jî, dikare bi mandilakirina milletekî mezinê wek milletê kurd vê pirsê çareser bike. Em bi xwe dixwazin van herdu nêrînan nêzîkî hevdu bikin. Pirsa PKK bi rêya leşkerî nayê çareserkirin. Ezmûna van çend salên derbazbûyî ji Turkiyê re da xuyakirin, ku heger ev pirsa han bi çek bihata çareserkirin, dê di van sê salên derbazbûyî de bihata çareserkirin. Vê ezmûnê da xuyakirin, ku pirsa kurd bi çek nayê çareserkirin. Gerek PKK jî nas bike, ku bi kuştina çar leşkerên Turkiyê ew nikare armancên xwe pêk bihîne. Ango; di encam de divê guft û go hebin. Heger Turkiyê jî weha bawer bike, ku ew dê bi dûrxistina PKK vê pirsê çareser bike, ew dê şaşiyê bike. Dûrxistina PKK ji prosesa siyasiya Turkiyê, pirsa Kurd û Turkiye û PKKê çareser nake. Divê rola PKK jî di vî biwarî de hebe û ew were naskirin û mizgotin pê re were kirin. Divê em reyalîtîk hizir bikin. Eva han ji bo çareseriyê kurttirîn rê ye. Divê di nav Turkiyê bi xwe de gelek bi cih û kûr hizir were kirin û PKK jî bi awayekî hoşmendane reftaran bike. Em berê dilgiran bûn, ku PKK dest bi şerr kir. Belê em şad jî bûn, ku wê agirbest ragihand. Em hêvîdar in, ku ev agirbesta niha agirbesteka berdewam be.
Gulan: wek nêrîna kesane ya cenabê we, amadekariya serokê wezîrên Turkiyê Receb Teyib Erdogan a di vê bareyê de çawa ye?
Nêçîrvan Barzanî: divê em li wan karan binêrin, ew ên ku cenabê serok wezîrê Turkiyê encam daye. Basa wê yekê neke, ka serokê wezîran baş e yan xerab e. Tu li karên wî binêre û bizane ka di vê maweyê de çi kiriye. Gelo ew siyaset û vebûna heyî û ew dergehên ku niha li ber kurdan vekirî ne, berî hatina Erdogan hebûn? Bila em pirsê ji xwe bikin; gelo kesekî bîra wê yekê dibir, ku rojekê ji rojan partiyek li Turkiyê desthilatdariyê werbigire û pêkolan bike, da ku çend maddeyên destûra Turkiyê biguherîne û bi kirdar jî biguherîne? Eva han ji Turkan re tiştekî gelek mezin bû. Gelo vana ji pirsa kurd re û ji demokrasiyê jî re tiştinî biçûk in? Ez texmîn dikim, ku vana karinî mezin in. Em weha dibînin, ku vana destpêka guherînên mezin in. Em hêvîdar in, ku ev prosesa han a ku li ser destê serok wezîrên Turkiyê çê bûye, her ewqas tenê nebe. Bila eva han pêngava yekem be. Li angora nêrîna me û li angora gotinên serok wezîrên Turkiyê, eva han pêngava yekem e û dê piştî hilbijartinan, pêngavên bi cihtir werin havêtin û em di vê bareyê de dilhêsayî ne.
PIRSÊN GIŞTÎ
Gulan: şehîdê herdem zîndû Idrîs Barzanî, çi bandorek li te kiriye?
Nêçîrvan Barzanî: bê goman e, ku ew bavê min e û bandorek mezin li min hebûye. Belê dema ku bavê min koçbariya dawî kir, ez gelek genc bûm û ew jî bi gencî koçbariya dawî kir. Bi rastî 'umir rê neda, ku em pirtir ji wê dibistanê fêr bibin. Belê ji bilî bavîtiyê, wî wek kes jî – hîngê û ta niha jî –bandora xwe li min hebûye.
Gulan: piştî ku şehîdê herdem zindî Idrîs Barzanî em hemû bi cih hêlan, cenabê serok Barzanî ta çi radê karî wê valahiyê tijî bike?
Nêçîrvan Barzanî: ez dê bi nimûneyekê basa vê pirsê bikim.. carekê em hersê rûniştibûn.. ez bûm, cenabê serok Mesûd Barzanî bû û Xweda jê razî bavê min bû.. bavê min dê biçûba cihekî û ji min pirs kir; tu dê bi min re biçî yan bi mamê xwe re biçî? Min got: welle ez dê bi mamê xwe re biçim. Êdî berê xwe da serok Mesûd Barzanî û got: birayê min, navê min tenê wek bav li vî ye, belê heger hilbijartin di navbera min û te de were kirin, ez bi dilhêsayîbûn ve ji te re dibêjim, ku ew dê te, ne min hilbijêre. Peywendiya mina bi Mesûd Barzanî re, ne tenê wek mam e, belê wek kes jî û wek mirov jî, ez gelek jê hez dikim. Paşê wek serkirde jî, baweriya min bi bîr û nêrînên vî serkirdeyî hebûye, ku li jêr ala û sîbera wî kar bikim. Wek mam jî, di biwarê hezkirinê de ez dikarim weha bibêjim, ku wî ew valayî tijî kiriye û pirtir jî tijî kiriye. Ji ber vê çendê, peywendiya mina bi Mesûd Barzanî re ji sê aliyan ve ye.. peywendiya mam û biraza ye, peywendiya kesekî bi serkirdeyekî re ye, ku baweriya wî bi wî serkirdeyî heye û wek mirov jî ez gelek jê hez dikim.
Gulan: em hez dikin nêrînên te yên siyasiyên dema gencîtiyê nas bikin û gelo bandora bîr û nêrînên şehîdê herdem zîndû Idrîs Barzanî li ser wan nêrînên te çawa bûne?
Nêçîrvan Barzanî: bila ez bi aşkirayî bibêjim.. dema ez genc bûm, hinek biraderên min hebûn û xwediyên nêrînên çep bûn. Ji wan biraderan jî, Xweda jê razî Hacî Ebdurrehman ê ku şehîd bû, Niyaz Lacanî yê ku niha rêvebirê kanala ZagrosTV ye û Xoşewî Mela Ibrahîm bû yê ku niha li Mosko ye. Min perrtûkên li ser hizira çep jî gelek dixwend. Belê rastiyek heye û ez dixwazim bibêjim, ku bavê min ne bi wan nêrînan re bû. Belê wî gengeşe bi min re dikir û pêkol dikir, ku bi min bide famkirin ku ev nêrînên han ne rast in. Ji bo ku ez nekevim bin bandora wê nêrîna çep jî de, du kes rasipart da ku bi min re bin. Ew jî yek ji wan şehîd Fettah Axa bû û ew î din jî, şehîd Franso Herîrî bû. Hinek caran şehîd Franso Herîrî çavdêriya min di vî biwarî de dikir. Wek nimûne jî; ku em dirûniştin û me kombûn saz dida, ew jî dihat û amade dibû, da ku bizane ka em çi dikin. Ji bilî vê çendê, me herdem gengeşeyên hizirî dikir û min pirs ji bavê xwe dikir.
Gulan: niha xelk Nêçîrvan Barzanî wek serkirdeyekî genc didin nîşandan. Ku ji te re dibêjin serkirdeyê genc tu hest bi çi dikî?
Nêçîrvan Barzanî: ez weha dibînim, ku êdî ez ji wê çendê derketime û pîr bûme. Şerefek mezin e jî, heger ji ber dêmên min weha dibêjin. Ez spasiya wan dikim. Heger ji ber wê yekê jî weha dibêjin, ku bîr û nêrînên min gencane ne, êdî ne ez tenê weha me. Hinek kes di serokatiya me de hene û pîr in jî, belê ta niha jî nêrînên wan ên gencan e. Ez jî yek ji wan im û baweriya min weha ye, ku pirsa gencîtiyê niştimanperwerî ye. Divê genc destkevtên kurdistanê û rewşa niha ya herêma kurdistanê biparêzin û herdem pêkolan bikin, ku wan ber bi pêş ve jî bibin. Ji bo ku em bi ser kêmaniyan de zal bibin, em pêdivêyî piştgiriya gelê kurdistanê û gencan e.
Gulan: hokarê vê gencîtiya te ne ew e, ku tu herdem werzişê dikî?
Nêçîrvan Barzanî: ez ne weha jî pîr im.. belê ez werzişê dikim. Rahînerekî werzişiyê min jî heye û ez serê sibehan bi berdewamî werzişê dikim. Ez herdem dixwazim bi çiyayan ve hilkişim û min gelek caran xweztiye, ku ez çend şevan li deverên çiyayî bimînim. Niha ez lîztina tenesê jî dikim.
Gulan: xelk weha dibêjin, ku Nêçîrvan Barzanî di kar û barên siyasî û rêvebiriyê de biryarên zû û wêrek dide. Te ta çi radeyî sûd ji wê zûbûnê û wêrekiyê dîtiye û ta çi radeyî tu lê peşêmanî?
Nêçîrvan Barzanî: ew mirovê ku kar neke şaşiyên wî jî nabin. Ta ez dikarim, ez biryaran bi şîretkarî û bi vexwendin didim. Ne ku biryareka zû didim û paşê jî arêşe jê dirist bibin. Min hinek caran biryarên zû daye. Ew biryarên han hinek caran şaş bûne û hinek caran jî rast bûne. Ew ên şaş ez li wan peşêman im û ew ên rast jî, ez bi wan şad im.
Gulan: em dixwazin nas bikin, ka çend zarokên te hene û tu çawa giringiyê dide wan?
Nêçîrvan Barzanî: çar zarokên min hene.. du kurr in û du kiç in. Kurrê minê mezin navê wî Idrîs e û ew bi navê bavê min e. Bi rastî serok Mesûd Barzanî ev nav lê kir. Kiça min navê wê Ranya ye, ku dergeha serhildanê ye. Piştî wê kurrekî min bi navê Çiyavan heye û min bi xwe ev nav lê kir, da ku navê wî nêzîkî navê min be. Piştî wî kiçeka min a din heye û navê wê Maya ye. Ev herduyana biçûk in.. du salî û sê salî ne, belê ew ên din mezin in û 12 salî û 13 salî ne. Belê ew ê 13 salî ku tu jê re bibêjî tu 13 salî ye, ew dê yekser li te vegerîne û bibêje; ez 14 salî me. Bi tevî ku ez bi kar ve girêdayî me, belê ez bi wan re jî dibim. Bi taybetî yên biçûk gelek nêzîkî min in. Ez ji gelek aliyan ve alîkariya dayika wan dikim. Ez bi wan re dipeyivim, kar bi wan re dikim û pêkolê dikim, ku alîkariyê bi wan re bikim.