• Friday, 17 May 2024
logo

Enwerî Hacî Osman bo Gulan: Kerkûk li ba pêşmerge hêla sor e û her aliyek pêçiyan dirêjêkin, wê pêçiyên wan bişkînin

Gulan Media October 29, 2014 Dîmane
Enwerî Hacî Osman bo Gulan: Kerkûk li ba pêşmerge hêla sor e û her aliyek pêçiyan dirêjêkin, wê pêçiyên wan bişkînin
Enwerî Hacî Osman raste birîkarê wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê ye, lê di Hezîrana borî de dema ku DAIŞê Mûsil dagîr kir ji wê demê ve ew wek pêşmerge li mihwerê Kerkûkê di gel birayên pêşmerge di sengerên li pêş yên bergiriyê dene ji bo parastina Kurdistanê ji destê terorîstên DAIŞê, ev pêşmergê kevin yê Kurdistanê derbarê amadebûna serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li eniyên şerê dijî terorîstan de, zelal ji Gulan re ragihand, amadebûna serok Barzanî wek pêşmerge li eniyên şer yên li pêş tiştekî normale ji ber ku Barzanî berdewam pêşmerge ye û di rojên bi zehmet de dastanên qaremane bi birayên xwe yên pêşmerge re tomar kiriye. Tekez jî dike ku serkirdatiya Barzanî di wan şeran de herdem arasteya siyaseta şoreşa Kurdistanê pêşxistiye, herwek dastana Xwakork û dastana Korê pêşveçûneke mezin dirust kir, di vî şerî de jî ku Barzanî bi xwe yekser serpereştiyê dike, pêşveçûneke mezin ji bo neteweya Kurd û Kurdistanê bi piştevaniya xwedê dirust dibe, derbarê rewşa eniyên şer û alîkariya hevpeymanan jî ew bersiva pirsyarên Gulanê dide.
* Ji bilî ku tu birîkarê wezîrê pêşmergeyê Kurdistanê yî, di heman dem de tu fermandeyekî meydanî yî û ji dema ku DAIŞê Mûsil dagîrkiriye berdewam tu li mihwerê Kerkûkê bûyî, niha rewşa eniyên şer û wêrekiya pêşmerge çawa dibînî?

- Berî her tiştî ez sipasiya Gulan dikim ku hatine eniyên pêş yên şer û li vir vê dîdarê encam didin, derbarê pirsyara we jî wêrekî û berxudana pêşmerge ne niha, belku ji mêj ve bilinde û ji ew dema dagîrkeran axa wan dagîrkirin e, pêşmerge her dem amadebû canê xwe gorî axa Kurdistanê bike, vê carê jî dema ku terorîstên DAIŞ hatin û Mûsil dagîrkirin, wan jî we hemû dagîrkerên din armanca wan ew bû ku Kurdistanê dagîrbikin, lewra ji roja yekê a dagîrkirina Mûsilê pêşmerge hest bi wê metirsiyê kir û sengerên xwe bihêz kir daku rûbirûyî wan terorîstan bibin, ji ber ku li cem pêşmergan rone ku dagîrkerên Kurdistanê dijî hemû tiştekî Kurd û Kurdistanê ne û amadene dest dirêjî her pêroziyeke kurdan bikin, herwek çawa di êrîşên vê carê yên terorîstan bo ser Şengalê me dît ku çawa bêxîret êrîş kirin ser şeref û namûs û bi sedan keç û jinên êzîdî birin û kirine kole û firotin, lewra bi nêrîna me ew a DAIŞ dike berê dagîrkerên din yên Kurdistanê di derheqê kurd û Kurdistanê de kirine û bi sedan Leyla Qasim bidarvekirine û bi hezaran jin û keç enfalkirine, ev a îro jî DAIŞ li hember kurdan dike berdewamiya heman dilreşî û kîna li hember Kurd û Kurdistanê lê bi kincên din, ji vê jî zêdetir paş hilweşandina rejîma berê a Beis û damezrênerên dewleta nû a Îraqê, ev dewleta nû jî yekemîn fîşeka peqandî li hember miletê kurd peqand ku ew jî birîna moçeya xelkê Kurdistanê û nedana moçeyê pêşmerge bû herwiha rêgirtin li hember ku pêşmerge bibe xudanê çek û teqemeniyên pêwîst lerwra eşkere ez dibêjim: ev ne yekemîn care ku pêşmerge şerê DAIŞê dike belku ev zêdetire ji 100 salî ku şerê dagîrkerên Kurdistanê dike ku hemû wek DAIŞê bi kurd û Kurdistanê ve sedikin û wan hemûyan biryar dane ku Kurd û Kurdistan nemîne, lê her carekê pêşmerge berxudan kiriye û xewna dagîrkeran jinav biriye. Derbarê ev şerê niha jî ku li 10 Hezîrana borî destpêkiriye, tevî ku dihat texmîn kirin ku DAIŞ êrîşî çend navçeyan bike li Mûsilê, lê nedihat texmîn kirin ku leşkerê Îraqê xwe bide dest wan û ew hemû navçeye bikeve destê DAIŞê, lê hêza pêşmerge li seranserî Kurdistanê bigiştî û li navçeya Kerkûkê bitaybetî karîn hemû ew navçeyên Kurdistanê yên derveyî herêmê ku pêştir leşkerê Îraqê li wir bû û paşê kete destê DAIŞê karîn hemûyê bistînin û biparêzin, li vê navçeyê jî heger tu temaşeyî sengerên pêşmerge bikî tuyê bibînî ku me pişîneyeke pir baş ji bo Kerkûkê dirustkiriye daku em Kerkûka dilê Kurdistanê biparêzin, ez dikarim bêjim ku çekdarên DAIŞê 21 caran êrîşî ser Kerkûkê kirine, lê bi himeta pêşmergeyên lîwayên 1, 2, 6, 9, 10, 11 û ne bes me êrîşa wan şikand belku me ew bi dehan kîlo metro paş ve dan û bi sedan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û me karî hemû wan armancan bidestxin ku di qûnaxa yekemîn de ji me re hatibû destnîşankirin.

* Hinek piropaginde li ser mihwerê Kerkûkê heye ku DAIŞê hêz li komkirine, ev piropagindane ta çend binema heye û eger rastin ta çend metirsiyê li ser vê mihwerê dirust dike?

- Belê raste ew propagindane hene ku dibêjin terorûstên DAIŞê hêz û çek anîne, lê pêşmergê Kurdistanê guh nadin hêz û çekên terorîstan, morala wan evqas bilinde ku dikarin her êrîşeke DAIŞê bişkînin, ji vê jî giringtir xelkê Kerkûka xweşdivî bawerî bi law û birayên xwe heye ku dikarin Kerkûkê biparêzin, lewra morala pêşmerge û baweriya xelkê bi pêşmerge kelayeke polatî ye û pozê terorîstan li ber wê kelê dişkê, li vir ez dixwazim ji xelkê Kurdistanê re bêjim ku Kerkûk hêla sor e ne tenê ji DAIŞ re belku ji her hêzekê re ku bixwaze pêçiyê xwe dirêjî Kerkûkê bike, em ê pêçiya wan bişkênin.

* Win li vî mihwerî bergiriyê dikin, herwiha we destnîşankir ku win dikarin pêşrewiyê bikin, gelo heger win pêşrewiyê bikin û sengerên bergiriyê bibine pêş ev yek ji bo ewlehî û tenahiya Kerkûkê ne baştir e?

- Ev mihwere nêzîkî 70 kîlo metroyan dirêje di rûyê terorîstên DAIŞê de, li pir cihan DAIŞ 40 kîlo metroyan ji Kerkûkê hatine dûrxistin û hemû ew cihên hestiyar ku ji bo parastina Kerkûkê pêwîst bûn ji aliyê pêşmerge ve hatin kontrolkirin û niha di bin destp pêşmergeyan deye herwiha gundên derdora Kerkûkê hemû di bin destê pêşmerge dene, niha û di vê qûnaxê de pilana leşkerî bo hêza pêşmerge bi vî corî hatiye diyarkirin ku pêşmerge li vî sinûrî be lê her dema qûnaxeke nû hate pêş û serkirdatiyê pilanek din danî wê demê hêza pêşmerge amadeye pilana serkirdatiyê cêbecêbike, lê ew a heta niha cihê serbilindiyê ye ew e ku hêza pêşmergê Kurdistanê kariye tehedayî terorîstên DAIŞ û Qaîdeyê bike, pêşmerge selimand ku terorîstên DAIŞ û Qaîde ne ew hêzene ku bikarin li hember êrîşên pêşmerge xwe bigrin, ev di demekê de ku çekdarên ev rîxistina terorîstî karîn dewleteke pir mezin ji Efganistanê heta bi Îraqê biwestînin, di ser her tiştekî re jî me dît ka çawa leşkerê Îraqê li hember ev rêkxirawa terorîstî heliya, lê hêza pêşmergê Kurdistanê ev çwar mehin wek take hêz di cîhanê de karî bi tenê şerê hemû terorîstan bike û ew telîsme ji navbir ku digotin kes nikare terorîstan ji nav bibe. Ev didemekê de ku heta niha terorîstên DAIŞê cih û bingehên leşkerê Îraqê dagîrdikin. Ev jî wê watayê dide ku pirsa baweriya pêşmerge bi Kurdistan yan neman û bawerî bi pêroziya axa Kurdistanê pirseke ku tu carî terorîst yan dagîrker nikarin bişkênin. Dîsa jî ez dixwazim bêjim ku terorîstên DAIŞê leşkerê du welatan şikandine û çekên du leşkerên fermî li ber destê wan e, lewra heger di êrîşekê de bo ser her navçeyeke Kurdistanê karbin hinekî pêşkevin, ev nabe bibe meseleyek ku hêza pêşmergê Kurdistanê hatiye şikandin, na ev şer e pêşketin û vekişîn jî têde heye, ji vê zêdetir şêwazê şerê terorîstên DAIŞê bo hêza pêşmerge nû bû, lewra heta ku pêşmerge bi ev şerê nû re bi temamî rahat, renge DAIŞ di yek yan du navçeyan de hinek pêşve hat lê ew a giring ew e ku xweragirtin û berxudana camêrane a pêşmerge karî hevpeymaniyeke nêvdewletî bo şerê dijî terorê dirust bike, dema ez dibêjim pêşmerge karî hevpeymaniya nêvdewletî dirust bike mebesta min ew e eger hev hêza qehremane ya pêşmerge di nav cergê şerê terorîstan de tuneba ev hevpeymaniye dirust nedibû, win bi xwe dizanin ku ev demê du salane li Sûriya û naverast û başûrê Îraqê şer heye, lê ji ber ku hêzeke wek hêza pêşmergeyê Kurdistanê tunebû, cîhan nedikarê were nav şer, ev yeke hemû cîhan danpêdanê pêdike, ji vê jî zêdetir cîhanê ew rastiye zanî ku pêşmerge xudanê îradeyeke polatî ye lewra heger çekan bi pêşmerge din û pêşmerge fêrî vî şerê bibe, wiha take hêza ku bikare DAIŞê ji nav bibe û bişkêne pêşmergeye, niha ku hevpeymaniya nêvdewletî ji bo piştgiriya pêşmerge dirust bûye, rewş û hevsengiya hêzê di berjewendiya pêşmerge de hatiye guhartin û niha destpêkirina şer di destê pêşmerge deye ne terorîstan.

* Di haleta şer de rolê serokê welat pir giringe bi taybetî heger ew seroke yekser di nav hêzên xwe de be, ew a niha tê têbînîkirin, ew e ku di yekem roja vî şerî de rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê û fermandê hêza pêşmergê Kurdistanê berdewam di eniyên şer de bû, niha jî ew bi şexsê xwe di mihwerên şer de ye, gelo amadebûna serok di eniyên şer de çi kartêkirinekê li ser morala hêza pêşmergeyê Kurdistanê dike?

- Ez ê wek Enwerê Hacî Osman bersiva vê pirsyarê bidim, li cem min amadebûna serok Mesûd Barzanî li eniyên şer tiştekî normale, ji ber ku cenabê Barzaniyê Nemir jî her demeka Kurdistan di metirsiyê de ba ew bi xwe di eniyên pêş yên şer de mil bi milê pêşmerge amadebû, xuyaye serok Mesûd Barzanî ji bilî ku şagirtê cenabê Barzaniyê Nemire, ew bi xwe di sengerê şer de li komara Kurdistanê li Mehebadê ji dayik bû, ji vê jî zêdetir ev ne yekemîn care cenabê serok Mesûd Barzanî li eniyên şer tê dîtin, ew di hemû dastanên pêşmerge de mil bi milê pêşmerge di eniyên şer de bû, li vir ez hez dikim vegerim dema berê, paş enfalan û bi dawî hatina şerê heşt salî a Îraq û Îranê, li ew dema ku rejîma Sedam Hussên dixwest masolkeya hêza xwe li hember pêşmerge nimayiş bike, di wê demê de rêzdar Mesûd Barzanî bi xwe serpereştiya şerê Xwakorkê dikir û mezintirîn dastan bi hêza pêşmergê Kurdistanê tomarkir, herwiha di koça buhara sala 1991ê de, rêzdar Mesûd Barzanî mil bi milê pêşmerge di sengerên pêş de bû û karî nehametiya koçê jî bugohêre bo serketinê, lewra renge ji hinek kesan re nû be ku serok Barzanî li sengerên pêş mil bi milê pêşmerge dibînin, lê Mesûd Barzanî her pêşmerge bû û her dem di eniyên şer de bi pêşmergan re bû. Xuyaye amadebûna Mesûd Barzanî di eniyên şer de îlham û morale bo hêza pêşmerge, her bo nimûne leşkerê Sedam Husên heşt salan şerê Îranê kir û di ew dema şer bi dawî bû leşkerê Sedam Hussên pir bihêz bû û dixwast wek teheda Xwakorkê bidest xwe xe, lê ji ber ku Mesûd Barzanî bi xwe wek pêşmerge di nav şer de bû, ew hêza mezin hate şikandin û pêşmerge bi ser ket, di sala 1991ê de leşkerê Îraqê karî di demeke kin de hemû Başûr û Naverasta Îraqê bi dest xwe xe, lê dema geheşte Korê û serok Barzanî biryar da bergirî were kirin, leşkerê Îraqê hate şikandin, lewra vê carê jî ku dîsa berêz Mesûd Barzanî mil bi milê pêşmerge ye wiha di vî şerî de jî em ê bi serkevin û bi piştevaniya xwedê wê dawî şer be berî ku dewleta Kurdistanê li ser destê serok Barzanî were ragihandin.

* Wek Wezareta Pêşmergê Kurdistanê, gelo ew alîkariyên leşkerî yên hevpeymanan bo hêza pêşmergeyê Kurdistanê win di asta pêwîst de dibînin?

- Berî her tiştî ez dixwazim bêjim ku her şerek pêwîstî bi du tiştên serkî heye, yekemîn çeke û ya duyê hêza mirovî ye ku bikare wan çekan bi başî bikarbîne, her wek nimûne leşkerê Îraqê çekên pêşketî li ber dest bû lê nikarî bikarbîne û xwe daye dest, lewra em wek wezareta pêşmerge sipasiya hevpeymanan dikinku alîkariya pêşmergeyan kirin bi çekan, lê ew çek têrê nakin ji ber ku hevpeymanan bi giştî û Emerîka bi taybetî dizanin terorîstên DAIŞê çi core çekên pêşketî ketine ber destê wan û ji vê jî zêdetir ew dizanin ka çawa ji aliyê hukumeta Îraqê ve pilan hatibû danîn ku pêşmerge ji aliyê çek û meşq û rahênanê ve were piştguhxistin, lewra di ev qûnaxa ku hêza pêşmergeyê Kurdistanê di sengerên pêş yê şerê terorîstên cîhanî deye lewra omêda me ew e ku alîkariya hêza pêşmerge bigehe wî astî ku bikare di vî şerî de biserkeve, herwiha pêşmerge wek leşkerekî modern jib o rûbirûbûna terorîstan gereke were pirçekkirin û meşq û rahênan pê were kirin daku bikare berdewam di amadebaşiyê debe, lewra jî em div ê derbarê de sipasiya wan dikin ku çek û kelûpelên serbazî ji pêşmergeyan re şandin lê hîn ne di astê xwast û omêda me deye ji ber ku omêda me ew e ku hêza pêşmergê Kurdistanê wek leşkerekî modern were rêxistin.

* We ta çi astê mifa ji şîretkarên leşkerî yên hevpeymanan wergiritiye ku jib o alîkariya we hatine?

- Xuyaye ew şîretkarên leşkerî yên welatên hevpeymanan pir şarezane di zanistê lekerî de û welatên wan ezmûna du cengên cîhanî herwiha şerê sar û şerê terorîstan heye, lewra ji aliyê ezmûn û şarezayî di pilana lekerî de me mifayeke mezin ji wan dîye, ji aliyekî din ve ew çek û teknolociya leşkerî ku îro li cîhanê têbikaranîn, welatên hevpeymanan bi xwe çêdikin, loma dema ew me fêr dikin ka çawa ew çek tên bikaranîn wê demê pir bi asan pêşmerge fêr dibe û bi başî bikar tine, ji vê jî zêdetir niha çend tîmên me li derveyî welatin, wek ew tîma ku berî çend rojan ji Elmaniya vegeriyan ku jib o meşqkirina li ser çekên Elmanî çûbûn, niha giropek ji wê time hatine mihwerê Kerkûkê, bi rastî dema ez bi wan re rûniştim û min guhê xwe da wan, min hest kir ku ew pir şarezabûne, lewra dema ew li nav hêza pêşmerge bi başî wan çekan bikartînin, bêgoman mifayeke pir mezin em jê dibînin û arasteya şer gorankarî bi ser de tê.
Top