• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Silêmaniyê hostayekî karkerekî Rojavayî da ber kêran û kuşt

Li Silêmaniyê hostayekî karkerekî Rojavayî da ber kêran û kuşt
Li bajarê Silêmaniyê hostayekî karkerê xwe da ber kêran û kuşt.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê, Serkewt Ehmed ji BasNewsê re ragihand, duhî danê êvarê li Silêmaniyê hostayekî li ser kar karkerekî xwe da ber kêran û kuşt.

Serkewt Ehmed da zanîn, ew hosta xelkê bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê û karker jî xelkê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Li ser sebeba wê yekê jî wî efserê polîs ragihand, rojek heqdestê wî karkerî li ba hosta bû. Dema wî karkerî daxwaza heqdesta xwe kiribû di navbera wan de şer derketibû û hosta ew karker dabû ber kêran û kuştibû.

Bi gotina berdevkê polîsê Silêmaniyê, hêzên polîs li dû wî hostayî ne da ku bigirin.

Basnews
Top