• Saturday, 20 April 2024
logo

Li Wanê dayka 6 zarokan ket tendûrê û şewitî

Li Wanê dayka 6 zarokan ket tendûrê û şewitî
Li gundekî bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê jinek ket tendûrê û şewitî.

Duhî li gundê Sulî yê bajarokê Erdîş li parêzgeha Wanê jinek bi navê O.T. (34 salî) dema nan dipat, ket tendûrê û şewitî û canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, dema wê jinkê xwastibû nîn ji tendûrê derxîne, destê wê şimitîbû û ketibû tendûrê.

Tê gotin ku ew jinka han dayka 6 zarokan bûye.



Basnews
Top