• Saturday, 20 April 2024
logo

Misilman û Kakeyiyên li Helebceyê bi hev re bi aştî û bextewerî dijîn

Misilman û Kakeyiyên li Helebceyê bi hev re bi aştî û bextewerî dijîn
Kakeyiyên Helebceyê ku peyrewên ola Yarsan in, bi aştî û bextewerî ligel Misilmanan dijîn û di meha Remezanê de rêz li vê mehê digrin û jinên Kakeyî serê xwe dinixumînin û li ber çavên Misilmanan xwarin û vexwarinê naxwin û hinek dikardar karên xwe bêpere dikin û di cejnê de jî serdana hevdû dikin û bi hev re cejnê pîroz dikin.

Misilman û Kakeyiyên li Helebceyê pêwendiyeke bihêz di navbera wan de heye, welatiyên Kakeyî rêzê li meha Remezanê digrin, vê rêzgirtina li pîrozbahiyên hev, wisa kiriye ku bikarin demeke dirêj bi bextewerî bi hev re bijîn.

Berber Helo Nadir ku peyrewekî ola Yarsan e, her sal di destpêka meha Remezanê de roje bêpere serê welatiyên li bajêr traş dike û di hemû meha Remezanê de jî bi buhayê herî erzan karê xwe dike.

Kakeyiyên li Helebceyê di meha Remezanê de li ber çavên Misilmanan xwarin û vexwarinê naxwin, jinên wan jî di vê mehê de ji bo rêzgirtinê serê xwe dinixumînin û hejmarek dikandarên peyrewên ola Yarsan, bêpere xizmeta xelkê bajêr dikin, ev jî cihê kêfxweşiya Misilmanan e û seyda û melayên bajêr pesnê vê helwesta wan didin.

Serokê Yekîtiya Zanayên Olî yê Şaxa Helebceyê, Mela Ebdulhemîd Helebceyî dibêje: “Em her du alî piştevaniya hev dikin, nimûneya vê piştevaniyê jî li cem Yarsanan gelek in.”

Kakeyiyên Helebceyê, rêzeke mezin li meha Remezanê digrin, ev jî bûye sedema wê yekê ku pêwendiyên wan ên civakî bihêz bibe û bi hev re bi aştî û bextewerî bijîn.



K24
Top