• Tuesday, 16 April 2024
logo

Ciwanekî Kobaniyê xwe li Belcîkayê kuşt

Ciwanekî Kobaniyê xwe li Belcîkayê kuşt
Ciwanekî ji Kobanî, ji ber ku daxwaza wî ya mafê penaberiyê li çend welatên Ewropa hate red kirin, li Becîkiye xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Duh roja Sêşemê 27 Nîsana 2021ê, ciwanê bi navê Hemûdê Îso yê 23 salî, ku ji gundê Girdê yê Kobanî ye, li mala xwe ya li Belcîkiyê, di hemamê de bi werîsekî xwe daleqand û xwe kuşt.

Hemûdê Îso, berî ku bigihîje Ewropayê, ew şervan bû û di şerê Kobanî û Minbicê de birîndar dibe û ji bo dermankirinê diçe Ewropayê.

Hemûdê Îso 2 salan li Yunanê dimîne û sal û nîvekê li Ayslandê mabû, piştre derbasî Brîtanyayê dibe, lê yekser ji Brîtanyayê hatibû vegerandin û piştî ku li Belcîkiyê 3 caran daxwaza wî ya mafê penbariyê hate redkirin, wî biryar da xwe bikije, duh xwe bidarve kir û dawî li jiyana xwe anî.

Xurşîd Misko pismamê Hemûdê Îso di derbarê xwekuştina Hemûdê de ji Rûdawê re got “Dema li Kabaniyê di şerê li dijî DAIŞê de birîndar bû û ji bo xwe derman bike derket Ewropayê lê welatên Ewropî lê xwedî dernediketin, ji wî re digotin em nikarin te derman bikin. Diçû kijan welatî, wî vedigerandin û mesele gihîşt vê qonaxê.”

Xurşîd Misko di derbarê xwekuştina Hemûdê de got “hevalê wî dibêjin ti pirsgirêkeke wisa la ba wî xuya nedikir, bi malbata xwe re diaxivî. 3 roj beriya xwe bikuje, li Belcikayê daxwaza penaberiya wî hatibû redkirin, bi giştî cara sêyem bû ku li Belcîkayê daxwaza penaberiya wî hatibû redkirin.”

Rudaw
Top