• Friday, 17 May 2024
logo

Storan Stîvinson bo Gulan: Tenê serok Barzanî dikare terorîstan bişkîne û Kurdistanê bigîne azadî û serfraziyê

Gulan Media September 3, 2014 Dîmane
Storan Stîvinson bo Gulan: Tenê serok Barzanî dikare terorîstan bişkîne û Kurdistanê bigîne azadî û serfraziyê
Storan Stîvinson siyasetmedarê navdarê Skotlendî, zêdetir ji 10 salan li Perlemana Yekîtiya Ewropa nûneratiya welatê xwe dike û di nav PYE serokê şanda YE bo pêwendiyên li gel Îraqê, pir caran ji bo encamdana karê xwe seredana Hewlêr û Bexdayê kiriye, rêz û xweşewîstiyeke mezin ji bo gelê kurdistanê û ew pêşketin û avedaniyê heye ku li herêma kurdistanê peydabûye. Stêvinson wek dostekî gelê kurdistanê karî îsal pirsa bi jênosayd kirina gelê kurdistanê li PE biazrîne, vê dawiyê jî paş êrişên DAIŞê bo ser Herêma Kurdistanê, wek di vê dîmanê de ji Gulan re ragihand, di nav PE de peyvek derbarê Herêma Kurdistanê pêşkêşkiriye, ji bo axaftin li ser piştgirî perleman û Yekîtiya Ewropa bo gelê kurdistanê û hêza Pêşmerge, rêzdar Stîvinson bi vî rengî boçûna xwe ji Gulan re derbirî.
* Paş raspardina Dr. Heyder Ebadî ji aliyê Fûad Mesûm serok komarê Îraqê ve, qûnaxa post Malikî dest pê kir, gelo win çiqas bi qûnaxa pişt Malikî geşbînin?

- Bi rastî ez pir geşbînim bi gorîna Nûrî Malikî û dilxweşim bi destnîşankirina Dr. Heyder Ebadî wek serok wezîr, lewra ez pîroziyê li Fûad Mesûm serok komarê nû yê Îraqê dikim ji bo wê biryarê û raspardina Heyder Ebadî û guhnedana nerazîbûnên Malikî, niha Malikî bi temamî ji hewlên xwe bêhêvî bûye, ne ji siyaseta şaş a Malikî baya, ev kêşeya îro li Îraqê heye çênedibû, Îraq wê berev paşerojeke pir baştir ve biçûya.

* Win dizanin ku Kurdistana aram û tena bû, lê DAIŞ êrişî Kurdistanê kir, hewil da cihan zêdetir bixe bin destê xwe, niha hêza Pêşmerge ji ber cîhan û ji ber hevpeymanên dijî terorê ve şerê terorê dike, pirs ew e gelo win li Perlemana Ewropa çawa li şerê Pêşmerge dinêrin?

- Pêşmerge şerekî bwêre û qaremanane li dijî Dewleta Îslamî kir, dewleta îslamî yeke ji dilreştirîn û tirsonaktirîn rêxistina terorstî ye ku li Rojhilata Naverast de çêbibe, heta Alqaîde jî xwe jê dûrxistiye bi sedema dil reşiya dewleta îslamî, ew aşiqê kuştin û xwînrêtinê ne li şûna hewla pêkvejiyanê bidin li ew cihên hewil didin dagîr bikin, pêşmerge pir bi wêrekî rûbirûyê bûn, lê mixabin ew çekê di destê wan de ye ku di êrişên li dijî leşkerê Îraqê de bidest xistin di destê pêşmerge de tuneye, wate dema rûbirûyî çekên modern û roketên modern û moşekên erd erd dibin wiha zehmete pêşmerge wan cihan biparêzin, ev yek jî dike ku Rojava û Emerîka û Berîtanya hizir di pirçekkirina Kurdistan û Pêşmerge bikin, çekê modern bidinê daku bikarin bi şêweyekî kara li pêşiya wan bisekinin, em zanin pêşmerge çiqas aza û wêrekin, lê gereke amraz û çekên modern hebin daku bikarin bi astekî yeksan rûbirûbibin, herwiha gereke hêza asmanî a Emerîka pêşketinên dewleta îslamî sist bike û wê derfetê ji bo pêşmerge peydabikin ku bi şêweyekî guncayî rûbirûyî DAIŞ bibin.

* Îtaliya û Ferensa daxwaz ji YE kirine ku çekan bidin pêşmerge, gelo win dibînin wê YE çekan bide pêşmerge û çekên giran bidê?

- Ez dibînim ev yeke destpêbûye, çûnkî YE hest bi tirsê kir di asta çarenivîsa ew êzdiyên hatin neçarkirin birevin çiyayê Şengalê, yan ew ên rastî mirinê dihatin bi sedema DAIŞê eger daketana jêr yan rastî mirinê dibûn bi sedema birçî û tîniyê, ji ber ku tu xwerin û vexwerinek li wî çiyayî tunebû. Ev rewşeke metirsîdare û YE pir gerime bi rizgarkirina wan kesan. Herwiha kêşeya kemîneya Mesîhî ku li bajar û bajarokên xwe yên serekî li Mûsilê hatin derxistin, ev cihê dilgiraniyeke mezine bo YE, YE bi sedema çendîn axaftin û gotarên min di perlemana ewropa de behsa vê yekê kirine ku Herêma Kurdistanê aramgeheeke ji bo çendîn penaberên ji Sûriya û beşên din yên Îraqê, bi hezara penaberên kurd û bi sed hezaran awareyên mesîhî û qurbaniyên destê DAIŞê hemûyan berê xwe dane Kurdistanê, lewra gereke her core alîkariyek, ku dişiyan debe, ji bo herêma kurdistanê were kirin û wê rastiyê bibînin ku wan destê dostayetiyê dirêjkiriye û cihekî aram ji bo bi dehan hezar penaber peydakiriye gereke ev yek bi rêzve were temaşekirin.

* Em zanin birayên me yên Êzîdî rastî helmeteke komkujiyê hatine, gelo YE wê çi alîkariyekê bikeû çawa dikare alîkar be di rêgirtin li pêş vê komkujiyê?

- Take rêya kirdar di dema kin de pêktê ji piştevanîkirina siyaseta Emrîka bo bikaranîna êrişên ezmanî û piştevaniya Emerîka û Berîtaniya bo peydakirina xwerin û vexwerinê û çadiran ji bo awareyên Êzîdî û Mesîhî ku pêwîstiya wan bi alîkariyan heye, herwiha çekên modern bidine pêşmerge daku bikarin bi şêweyekî kara rûbirûyî dewleta îslamî bibin, gereke YE vî karî bike, ez piştrastim ku piraniya endamên YE piştevaniya vê siyasetê dikin.

* Serok Barzanî biryar daye pêşengê şerê dijî terorê be û belên daye ku heta dawî henase şerê dijî terorê bike, gelo YE çawa li helwîsta Barzanî dinêre?

- Em li Perleman û Yekîtiya Ewropa serok Barzanî bihêztirîn serkirde li hemû Îraqê dizanin û yeke ji serkirdeyên bihêz yê Rojhilata Naverast û ew li ser astê nêvdewletî navdare û heger kesek hebe bikare serkirdayetiya Kurdistanê bikeber bi azadî û dewleta Îslamî bişkêne ew kese serok Mesûd Barzanî ye.

* Sererayî hemû ew rewşa li Kurdistanê heye, Malikî dorpêçeke aborî li ser Kurdistanê daniye û em dizanin ku şerê dijî terorê pêwîstî bi alîkariya aborî ye, pirsyar ew e gelo cîhan û YE çawa dikarin alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji bo baştir kirina rewşa aborî?

- Yekemîn tişt ku gereke em bikin gereke em berdewqam bin li ser piştevanîkirina serokwezîrê nû Heyder Ebadî û piştevanîkirina Mesûm li hember Malikî û karbikin ji bo ku Malikî neçar bibe ji deshelatê dûr keve, ji bo ku serokwezîrê nû were piştevanîkirin ji bo avakirina hukumeteke ku dest û karîgeriya derve li ser nebe bi taybetî Taran. Daku hukumetek be nûneratiya hemû Îraqiyan bike û ne hukumeteke taîfî be, herwiha piştevaniya hêza pêşmerge were kirin bi çekên modern û bi êrişên ezmanî ji aliyê Emrîka ve li dijî dewleta îslamî. Ev take rêye daku leşkerê Îraqê bikare li beşên din şer bike li dijî dewleta îslamî û daku pêşmerge bikare berevaniyê li axa xwe bikeû ew bajar û bajarokên ku ji destdane carek din ji destê DAIŞê derxin.

* Dawî axaftina te çiye?

- Min di çiqas helkefta seredana Hewlêrê kiriye, Kurdistan û Hewlêr nimûneyekî pirşengin ji bo derxistina ka çawa pêkvejiyana aştiyane berev geşekirina aborî û peydakirina delîfeya kar ve dere û Hewlêr wek bajarekî dînamîkî rojavayiye, dema ez dibînim ku Kurdistan û Hewlêr ji aliyê terorîstên DAIŞ ve gev lê tê kirin ji bo min û ji bo pir kesan li Ewropa cihê dilêşê bû, em her piştevaniyekê û hemû omîdewariyekê ji bo serok Barzanî û gelê Kurdistanê dişînin, win piştrastbin ku em ê li pişta we bin daku win di şerê dewleta îslamî de serketî bin.
Top