• Friday, 17 May 2024
logo

Hoşyar Zîbarî wezîrê derve yê Îraqê bo Gulan: Pir welatên dost amadene bi çekan hevkariya hêza Pêşmerge bikin

Gulan Media August 17, 2014 Dîmane
Hoşyar Zîbarî wezîrê derve yê Îraqê bo Gulan: Pir welatên dost amadene bi çekan hevkariya hêza Pêşmerge bikin
Ev rewşa Îraq têre derbaz dibe bi dirêjatiya dîroka xwe têre derbaz nebûye, niha Îraq welateke bi kirdeyî perçebûye ser sê welat û sê sîstemên cuda, derbarê çawaniya serederîkirin li gel vê rewşê ku hên hinek pispor dibînin ku delîfe maye bi danûstandin û rêyên deplomasî ev kirêze were derbazkirin, heger hên biwar mabe ku kêşeya Îraqê bi şêweyekî deplomasî bê çareserkirin, gelo nexşeya rêya çareseriyê bo wan pêngavan çine ku pêwîste bi şêweyekî deplomasî werin meşandin daku ev rewşe were çareserkirin? Her di mawê dirustbûna vê qeyranê de wezîrê derve yê Emerîka seredana Îraqê kir û bi rêzdar Hoşyar Zîbarî wezîrê derve yê Îraqê re kûr li ser vê pirsê axifîne û hizir û boçûn bi hev guhartine, ji bo axaftina li ser vê rewşa aloz û hewlên çareserkirina vê qeyranê, rêzdar Hoşyar Zîbarî wezîrê derve yê Îraqê di dîmaneyeke taybet de bo Gulanê bi vî rengî wan hewlan zelaldike.

* Em ê ji rewşa niha ya Îraqê destpêbikin, ji bilî ku tu zêdetirî 10 salan wezîrê derve yê Îraqê bûyî, di salên heştiyên sedsal borî jî te nûneratiya dîplomasiyeta Kurdistanê jî kiriye, pirsa me ev e heger niha tu dewetî yek ji navendên vekolînan yên cîhanî werî kirin, tu wê çawa behsa rewşa niha ya Îraqê bikî?

- Niha li Îraqê rewşeke nû hatiye pêş û em çawa behsê bikin gereke behskirina me rengvedana wê rewşê be ku niha li ser erdê heye, wek we destnîşan jî kir xuya ye di ew dema dûr û dirêj de bi hukmê ew berpirsyariya ku li ser milê me bû vêca çi wek serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê yan Enya Kurdistanî û Hevpeymaniya Kurdistanî herwiha di dema deh salên derbazbûyî de wek wezîrê derve ku yek ji wezaretên serwerî yê Îraqê ye, di vê demê de ezmûneke mezin ji me re çêbû û di vê demê de hemû ew welatên me peywendî li gel kirine bi taybet jî Welatên Yekgirtî yên Emerîka û welatên Ewropa û welatên cîran û welatên Erebî corek ji bawerîpêkirinê çêbû, herweha rewşeke taybet ji me re anî pêş ku wek pirekê di navbera Îraq û cîhanê kar bikin, di vê çarçovê de ew hizir û boçûna ku em li ser rewşeke taybeta Îraqê dixine rojevê, ew dizanin ku em hema wiha ji vala naaxfin, çûnkî zanin me lêvegerekî siyasî heye û di hukumeteke hevbeş de beşdarin, lewra dema em li ser vê rewşê daxfin, bêgoman hemû alî guhdariya me dikin.
Li vir heger em behsa rewşa niha ya Îraqê bikin, xuyaye rewşa Îraqê ta astekî aloz bûye ku em dikarin bêjin tu cara bi vî şîweyî Îraq karesateke bi vî rengî bi ser de nehatiye, lerwa di nav ev rewşa aloz de em behsa wî yekê bikin gelo pêwîste em çibin daku em Îraqê ji ew rewşa aloz rizgar bikin? Gelo gereke nexşe rêya me çi be? Ji bo bersiv dana vê pirsyarê gereke em xasletên giştî ya vê rewşê bi waqiî çawa ye diyarbikin, her wek nimûne:

1- Rewşeke ewlehiyê ya nelibar li seranserî Îraqê heye.
2- Şikestineke mezin a hukumî û aborî.
3- Çendîn parêzgeh ji bin destê hukumetê derketine.
4- Têkiliya navbera Hukumeta Herêma Kurdistanê û Hukumeta Federal de xerabe û ez dikarim bêjim jehrawiye û bawerî di navbera herdu aliyan de tuneye.
5- Destêwerdana derveyî di karûbarê Îraqê de heye.
6- Hinekî têkiliya sitratîjî ya di navbera Kurd û Şîeyan de hatiya hejandin ku berê wek hevpeymaniya Kurd û Şîe hebû.

Van hemûyan rewşeke nû çûkirine, lewra ew a pêwîste di vê rewşê de gav ji bo bên avêtin, gereke Emerîka yan Îran yan welatên Erebî û cîran û heta Îraqî jî, gereke hemû li ser wê yekê rijdbin ku piroseya siyasiya Îraqn hên delîfe li pêşê maye û gereke pirose were rastkirin yan bi kêmasî di astê niha de bisekinînin ji bo zêdetir têkneçe.
Gav avêtin jî bo piroseya siyasî ew e, Yekem: encamên helbijartinên 30 Nîsana çûyî gereke li ser bingeha encamên helbijartinan dest bi avakirina hukumeta nû were kirin, lê ev hukumete gereke ji hukumetên din cuda be, bi kirdar ne bi axaftin, berî her tiştî gereke hukumeteke bingeh fereh be û nûneratiya hemû Îraqiyan bike, bi taybet jî nûneratiyeke bi hêz a Erebên Sune daku ew hest bikin ku beşdarin di biryardan û hukum û hest bikin nehatine piştguhxistin, ev jî bi rêkeftinê tê kirin li ser serokatiya perleman û serokatiya komar û serokatiya hukumetê, paş helbijartina serokê perlemanê ev piroseye hatiye meşandin û paş wê serok komar hat helbijartin, ji ber ku guvaşeke mezin heye ji hemû aliyên dustên Îraqê ve ku gereke ev piroseye zû bigehe encamekî, ne wek sala 2010ê hef mehan dirêjbike çûnkî rewşa niha ne wek a wê demê ye, gereke ew boşahiyane werin tijî kirin bi damezrandina hukumeteke yekîtiya niştimanî a bingeh fereh, gereke hukumeteke nû be ne bi kesatiyan belku bi bername û boçûn be, wate ne kesatî be.
Xala Duyemîn: gereke ew hukumete temaşeyî rabirdû ke, şaşiyan dûbare neke û gereke ji aliyê hemû aliyan ve were pesend kirin, ne tenê ji aliyê neteweyekê yan taîfekê ve, gereke pesendkirineke niştimanî hebe gereke li pêwendiyên navbera herdu hukumetên Herêm û Bexdayê vegere û li ser bingeheke nû avabike û baweriyê çêke.
Xala Sêyemîn: Paş vav tiştan gereke hemû hewil şiyanek ji bo rûbirûbûna DAIŞ û terorîstan were terxan kirin, çûnkî ev ne şerê eskeriye, herwiha tu çareseriyên ewlehiyê bi tenê vê kêşeyê çareser nakin, belku gereke çareseriyeke hemûalî ya siyasî û civakî û aborî hebe, heta em jê derbazbin, ev jî erkê hukumeteke nûye çûnkî dilê kesî bi terorê xweş nabe, ji ber ku li dijî mirovatiyê ne dijî Şîe û Kurd û Suneyane, gereke ji kokê ve were kişandin li ser vê boçûnê kê zêde hemû alî rijdin ku ev piroseye zû were encamdan, dema em li gel Emerîkiyan rûdinin û behsê dikin cara dawiyê bi Con Kêrî wezîrê derve yê Emerîka re li Bexdayê bi dûqolî û bi dûrûdirêj me behsa vê pirsgirêkê kir, herwiha me behsê kir ka çawa em jê derbaz bin.

* Dibêjin Hoşyar Zîbarî bi Mam Celal re wek serok komarê Îraqê pir pir bi hev re guncayî bûn, di heyama 8 salên borî ku tu wezîrê derve bûyî û ew serok komar bû, me qet nebîst Mam Celal gazinde ji te hebin, gelo tu dibînî ku ew di hev gehiştin û hemahengiya bi Mam Celal re hebû wê bi serok komarê nû re jî hebe?

- Ez ji dîrokê re dibêjim bi Mam Celal re min baştirîn pêwendiyên kesî û siyasî hebûn, bawerî û hezkirinek pir mezin jî di navbera me de hebû, cihê şanaziyê ye ku bi hukmê karkirin ji nêzîk ve ew pêwendiye çêbûye, berî niha û li rêkeftinnama Waşintonê û aştiya giştî a kurdî û binbirkirina şerê birakojî rolê me hebû, dema em li Bedadê bûn em pir nêzîkî hev bûn di hevdîtin û şêwir kirin pêwendiya me bi hêz bû, ji aliyekî din ve ez ji dîrokê re dibêjim ku Mam Celal xasileteke baş hebû ji aliyê rêzgirtin li rolê pêwendiyên derve û têgiheştineke baş hebû di wî alî de di warê wan pêwendiyan de li ser astê kurd û Îraqê, ji bilî wê em hevhizir û hevrabûn û xezmeta doza me hat kirin, ew hemû salane di warê çareserkirina kêşeyan de ku bi me dihatin hilpesartin, me cêbecêdikir.

* Xuyaye niha Emerîka û Îran hemû şiyanên xwe bi kartînin daku bi her awayekî be hukumet li Bexdayê zû were avakirin, ev jî ji bo ku carek din piroseya siyasî di navbera Sune û Şîe û Kurd an de dînin ser rêça xwe, tu wek wezîrê derve yê Îraqê gelo lezkirin di avakirina hukumetê de dikare çiqas ji kêşeyên niha çareserbike?

- Di bersiveke berî niha de min got çi Emerîka çi Îraq yan welatên dostê Îranê, hemû dilgiranin û daxwazê dikin ev hukumete zû were avakirin, ji bo ku rê neyê dayîn tu boşatiyeke siyasî û rêvebirî û hukumî çêbibe, gava duyê ew e ku bi hev re rûbirûyî DAIŞ û terorîstan bibin, lewra armanca Îran û Emerîka yeke, lê li ser ew bingehên me behsê kirî, ku hukumeteke yekîtiya niştimanî û fereh û pesendkirî ji hemû aliyekî ve were pêkanîn, ew şerê li ser destnîşankirina serok wezîrê bê hîn maye, paş temambûn ji pirsa serokatiya perleman û serokatiya komarê, lê heta niha em nizanin rewşa niha ya Îraqê wê çawa be û kurdê xudan çi cihekî bin di hukumeta bê ya Îraqê de, lewra sebaret bi pêwendî û hemahengiya bi serok komarê nû re, girêdayiye bi wê yekê ka kurd wê çi pêgehek di hukumeta bê ya Îraqê de hebe.

* Tu dizanî şerê terorê tenê bi hêa leşkerî nayê kirin û tenê bi hêza derv jî nayê kirin, lewra di vê rewşê de take rê ew e ku erebên sune bên amadekirin ji bo bi xwe navçeyên xwe ji terorîstan pakbikin, bêgoman niha ev ne karekî asane ji ber ku di mawê du xolên serok wezîran yê Nûrî Malikî de erebên sune bi temamî hatibûn pişguhxistin, lewra pir çetine erebên sune niha baweriyê bi hukumeta Bexdayê bikin û amadebin şerê terorê bikin, gelo çawa tê karîn erebê sune bi rengekî bixin nav piroseya siyasî daku bikarin navçeyên xwe ji terorê pakbikin?

- Siyaseta hukumeta borî bo kişandina erebên sune û piştevanîkirina wan li dijî Qaîde û giropên din yên teror û tindrewan ne serketî bû, ez wek kesekî ku ji nêzîk ve agehdarî rewşê me û li ser vê pirsê ra û boçûna min jî hebû, ji destpêkêve paş avakirina hêza piştevaniya Sehwe li Enbar û cihên din, piştgirî li hêzên êl û hêzên din yên nava suniyan dihat kirin, ev piştgiriye bûye sedema ku erebên sune bikarin terorîstên qaîde toşî şikandineke mezin bikin, ji ber ku reftara terorîstên Qaîde li dijî boçûn û keltor û rewşenbîriya xelkên wê navçeyê bûn, lê paş sala 2011ê û vikşîna hêzên Emerîka ji Îraqê berdewamî bi wê siyasetê nehat dan û hukumeta Îraqê ji aliyê dabîn kirina Moçe û çekan bo wan hêzana dudil bû û bi cidî wernegirt, pir caran di kombûnên civata asayişa netewî li Bexdadê ku ez têde endam bûm, yan di kombûnên civata wezîran yan kombûnên siyasîyan de, hertim me destnîşandikir ku gereke ev siyasete berdewam be û nabe were paşguhxistin, lê mixabin nehat kirin û ev şaştiyane dikevine stûyê hukumetê, gelo em dikarin niha wê ezmûnê kopî bikin? Ev tenê bi avakirina wê hukumetê dibe ku berî niha min destnîşankirî.

Ka em temaşekin niha di nav hukumetê de Sune hene, berî niha di civata wezîran de hebûn di serokatiya komar û perlemanê de jî hebûn, pirsyar ew e wan ta çi astî nûneratiya bingeha cemawerî ya erebên sune dikir?

Bersiva vê pirsyarê gereke di damezrandina vê hukumetê de were dan, wate ew suneyên beşdar dibin gereke nûnerê rasteqîne yê xelkê xwe bin, li ser astê navçe û parêzgehan , herwiha li ser bingeha giraniya civakî û siyasî, heger ew baweriye çêbû ku birastî xelkê wan heye û ew dengê wan e, bigehin wê baweriyê ku ew beşdarin di biryara çarenivîsa xwe de, wê demê mumkine, çûnkî tu peywendiyek tuneye di navbera berjewendiya erebên sune û DAIŞê de.
Min berî niha behsa nexşe rêyê kir ji bo derbazbûn ji ev rewşa aloz, lê karkirin li ser ew nexşe rêya binbirkirina terorê paş avakirina hukumeta nû destpêdike, heger hukumeteke nû pêkhat û hemû pêkhate wek hukumeteke niştimanî bi hukumeta xwe bizanin, wiha li ser erdê wê bi hêzek be ku bikare hevjêşeyê bigohêre, lê heger ew hukumete çênebû, wiha şerkirin bi terorîstan re wê pir giran be.
Ez hez dikim destnîşan bikim ku xelkê sune ne bi DAIŞê re ne, lê ev rewşa ku çêbûye ew negehiştine ku hizir di berjewendiya xwe de bikin, lewra paş ku ew hukumeta nû pêktê eger ew xelke razîbû ku ew hukumeta nû boçûneke nû heye, wê demê renge hizir di berjewendiya xwe de bikin, ew a îro DAIŞ li Mûsilê dike ji destdirêjiya ser welatiya û tedakirin û koştin û wêrankirina zaret û cihên pîroz û hêrişkirina ser Mesîhî û pêkhatên din, ev tiştane pir bi zehmetin ku xelk qebûl bike.

Ew qutbûna ku niha bi sedema DAIŞê di navbera Kurdistan û Bexdayê de çêbûye, bi avakirina hukumetê nayê tijikirin ji ber ku niha dewleteke îslamî bi serkêşiya DAIŞê di navbera Kurdistan û Bexdayê de heye, lewra avakirina hukumetê di baştirîn halet de bingehsaziye jib o rêxistina hemû pêkhateyan daku ev dewleta DAIŞê nemîne, vê rewşê jî eniyek bo Kurdistanê bi DAIŞê re vekiriye ku zêdetir ji 1050 Km e, te ezmûna eniya bakur heye di operasyona azadkirina Îraqê de li 2003ê, ew bo ku karîn bi alîkariya Emerîka û Berîtaniya û Espaniya û çend welatên din bi hêza pêşmergeyê Kurdistanê re ji eniya bakur serkeftineke mezin bidestxin, xuyaye rewş jib o şandina hêza derve hatiye guhertin û pêşmerge bi tenê di eniyê de ye, herwiha dorpêçeke hişk a aborî li ser Kurdistanê ye, ji vê jî zêdetir pêşmerge wek leşkerê dewleteke serbixwe nikare çekan bi fermî bikire, gelo di cîhanê de hebû ku hêzek wek hêza pêşmergeyê Kurdistanê hevpeymanê şerê dijî terorê be û dorpêça abûrî li ser be û destê xwe negehe çekên modern? Tu wek pêşmerge û deplomatkarekî bi ezmûn tu çawa deriyekî bo enya bakur dibînî daku pêşmerge di şerê dijî terorîstan de serkeftî be?

- Ez dikarim li destpêkê bêjim ku DAIŞ û giropên terrorist ku li ser merzên sinûrî hene, ew ne bi tenê dijî Malikî ne, belku ew dijî sune û kurd û dijî mirovatiyê ne, ji ber wê bila dilê kesî bi vê xweş nebe, çûnkî wan niha deshelatekî demkî li wan navçayan heye, du aydyolojiyetên cuda hene, Herêma Kurdistanê hewil dide herêmeke democrat be, azad fereh hizbî û olî be, nimûneya lêborîn û bihevre jiyanê be, baweriya wan jî dijî van tiştane, ew dixwazin xîlafet û şerîeta xwe encambidin, ji ber vê ew metirsîne, derbarê hêza pêşmerge mixabin ji ber ku pêwendiyên Bexda û Herêmê ji nav çûn û nehatin çareserkirin, zêrevanên herêmê beşekin ji dezgeha bergiriya Îraqê pêwîste werin çekdarkirin û meşq û moçe pê were dan, ew tiştane hemû nehatin cêbecêkirin, niha jî ku hêza pêşmerge wan navçeyan diparêze û li hember hêza DAIŞ û terorîstan sekinîye pêwîstiya wan bi çekên baştir û meşq û şîyanên baştir heye.
Bi boçûna min delîfe heye ku pêşmerge bê bi çekkirin, raste pirsa çekdarkirina yekser rastî kêşeyên yasayî tê, lê pir ji dostên me dixwazin alîkariya hêza pêşmerge bikin, Emerîkî û welatên din hezdikin û ev rêye nehatiye girtin, pir rê hene jib o bilind kirina şiyanên dijî terorê bi hewlagirî û bi çekên modern, hêza pêşmerge ji aliyê leşkerî ve ne hewcî hatina hêza derve ye, çûnkî maşella, çi kêmasiyek ji aliyê mirovî ve tuneye, lê ji aliyê çek û amêr û hewalgîriya dijî terorê ve bêgoman pêwîstiya wan heye, ez wiha zanim ku hewil bi hemû aliyan re berdewame, tu zanyarî li ber destê min tunene ku ev yek niha dibe, lê ji mine li ser du astan hatiye baskirin, hez û viyan jî heye ku alîkariya hêza pêşmerge bê kirin.

* Pir ji pispor û çavdêran li ser astê cîhanê, dibêjin Îraq venagere bo berî 10 Hezîranê, em vê pirsyarê ji te dikin wek wezîrê derve, heger Îraq carek din veneegere bo berî 10 Hezîranê û dewleta Kurdistanê ji wê yekê girantir be ku em texmîn dikin, gelo rêya sêyemîn çiye?

- Raste waqiekî nû çêbûye, ew jî ew e ku DAIŞ peydabûye û control hinek navçe kiriye, ev jî pirseke demkî ye û bi boçûna min pir dirêj nake, pirsa dewleta Kurdistanê gereke em pir hûrbîn bin, di hemû jiyana xwe de me xebat kiriyeji bo mafê çarenivîsê, di pêşmergatî û xwepêşandan û tevgera xwendekariyê de, di çalakiya deplomasî de, lewra kes nikare muzayedeyê div ê derbarê de bike, lê mavê çarenivîsê di pir şêweyan de derdikeve, demekê otonomî bû demekê jî federalî û federaliya rasteqîne bû, wate di hemû tiştekî de heye û di hemû tiştekî de tuneye, wate ew qûnaxa milet tê de xebatê dikin ew texmîndike, min gotiye heta niha biryara Herêma Kurdistanê beşdarîkirine di piroseya siyasî de, pirsa refrandomê jî ku cenabê serok Barzanî behsê kirî û karekî baş kir ku bire perlemana herêma Kurdistanê, çûnkî gereke nûnerê rasteqîne yê vî miletî nêrînê li ser bide, daku bê zanîn bi çi rê û şêweyekê were kirin ew navçeyên veqetayî û ser bi mada 140ê ne, lê hemû alî li ser wê yekdengin ku ew rewşa bi ser Îraqê de hatî pêwîstî bi şirovekirineke nû ye, wate muamelekirineke nû li gel ew tiştê ku rûdayî, bi kurd û sune û şîe û paşeroja Îraqê ku bi çi şêweyekî bê hukumkirin, niha piraniya wan şirovekarana û peymangehên xwendinan û pisporan mijolî wê ne ka çawa muamele bi ev rewşa nû re bikin, pevek bi îngilîzî heye (Post Mortem) wate dema tawanek tê kirin û yek tê kuştin, vekoler lidûçûnê dikin ka çawa hatiya kuştin û kê kuştî ye, wate mêrik hatiye kuştin lewra niha pir şirovekar û pispor kar li ser wê yekê dikin ka çawa muamelê li gel rewşa nû bikin.

* Pirofîsor Welî Nasir di nûtirîn vekolîn de, behsa wê yekê dike, ku hên delîfe maye bi deplomasiyetê Îraq were rizgarkirin, gelo di ev rewşa Îraqê de û di nave v keşa bê baweriyê a di navbera Kurd û Şîe, Şîe û Sune de heye, dibe ku dîplomasiyeteke wiha çêbibe û karbike û serkeftî be? Gelo heger em girêmankin çawa bingeh jib o dîplomasiyeteke bi vî şêweyî xweş dibe?

- Ez wî mirovî nasdikim û zîreke û xudan çendîn pirtûke jî û şarezaye di pirsa Îraq û siyaseta derve a Emerîka, Emerîka pir hewil dide alîkariya Îraqê bike û alîkariya şerê dijî terorê bike, lê bi rastî ew alîkariye bi ne bi qebarê vê qeyranê ye, danûstandina siyasî heye û axaftinê bi vî re dikin û axaftinê ji wî re dibin lê mixabin ev yeke kartêkirinê li boyeran nake, gereke welatekî wekî Emerîka ku dostên xwe li Îraqê pirin siyaseteke xorttir hebûya li Îraqê, bi boçûna min paşeroja Îraqê berev federalîzmkirinê ve dice wate pêwîste bibe federalîzmeke rasteqîne, ne tenê kurd û sune û şîe, belku renge çend herêmên din jî çêbibin, renge Besre bibe herêmek yan Mûsil û Tekrît ne merce hêlek were kişandin li ser bingeha îtnî û taîfî, lewra berî ev qeyrane çêbibe ew deng li Besre û Enbarê hebûn, bi boçûna min civaka nêvdewletî dibîne ku Îraq wek dewletekî bi hev ve bimîne, lê rêveberî bi rengekî din be, wate ew navendatiya berê hebû, ew sîstema ku li 2003ê çêbû pêşketin bi xwe ve nedî, ji ber wê gereke ev welate bi şêweyekî din were birêvebirin anku pirtir berev ne navendî û federalîzmê ve, ew navçeyên ku hest bikin bi xwe xwe birêvdibinû bodceya wan heye, herwiha li gel hukumeta Bexdadê nûneratiyek hebe, ev e boçûna min di derbarê rewşêe de bi rastî.


Top