• Friday, 17 May 2024
logo

Îraq venagere rewşa berî bûyerên Mûsilê.. Baştir e Suneyan jî herêmek hebe

Îraq venagere rewşa berî bûyerên Mûsilê.. Baştir e Suneyan jî herêmek hebe
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nîçirvan Barzanî ragihand ku esteme Îraq vegere wekî dema berî bûyeran û bi bawere ku baştirîn çare ji bo vê rewşê, rêpêdane bo avakirina herêmeke taybet bi Suneyan.

Di dîmaneyekê de ku tora ragihandinê ya BBC ya Berîtanî pêre sazkiriye û îro Sêşemê hatiye belavkirin, Nîçirvan Barzanî dibêje: “Em li Îraqa paş bûyerên Mûsilê û wêdetir jî dinêrin, baweriya min jî wihaye ku esteme Îraq vegere wekî rewşa berê.”

Nîçirvan Barzanî herwiha li ser wê baweriyê ye ku çarekirina kirêza niha welat têre derbazdibe: “rêyên serbazî ne çareserîne, aliyên kirêzê pêwîstî bi çareya siyasî heye û baştirîn rêçare jî beşdarî pêkirina pêkhata Suneye di wê piroseyê de ku wiha dibînin ew jê hatine bêbeşkirin.”

Derbarê siruştê giropên çekdar jî got: “Ew berhema siyaseteke şaşe ku Bexda li hember Suneyan birêvedibe, ew dibînin ku hatine bêbeşkirin, ez dibînim ku gereke Bexda ew baweriya wan çarebike û ew di piroseya siyasî de beşdariyê bikin, çûnkî bawerî di navbera Malikî û Suneyan de tuneye herwek çawa bawerî di navbera Malikî û Kurdan de yuneye, herheta bawerî di nav Şîeyan bi xwe de jî pê tuneye, lewra baweriya min ew e ku esteme reşa hêmin bibe.”

Derbarê rolê Emrîka jî serokwezîr ron kir: “Emrîka dikare hevkariya Îraqê bike bê ku hêzê bişîne, belku rêyên din hene daku pê hevkariyê bike, lê berî her tiştekî gereke Emrîka biryarê bide ka wê hevkariyê bike, heger rewş bê Malikî wek berê vegere wê demê pêwîstî bi hevkariya Emrîka jî nake.”

Girêdayî ew cihên ku paşvekişîna leşkerê Îraqê pêşmerge lê cihgîr bûne, Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Serkarê me parastina navçeyên Kurdistanê ye û her wê serkarên me be, çûnkî leşkerê Îraqê niha nikare wî karî bike û erkê wan ku berpirsyaretiyê li stûyê xwe bigre û hevkariya Sune û êlên Suneyan bike, ez dibêjim wê bi vî karî bikarin rewşê ji dest nedin.”


Derbarê dabeşbûna Îraqê de jî got: “bibaweriya min Îraq bi yekperçe namîne, Îraqa berî rûdanên Mûsilê, cudaye ji ya niha, gereke em li ser mêza diyalogê kombibin û çareyekê bibînin, lê serbarê wê jî baweriya me wiha ye ku Îraq venagere rewşa berî rûdanên Mûsilê.”

Derbarê pirsa bi herêmkirina navçeyên Sûneya wek ew a li Herêma Kurdistanê û kartêkirina wê, Nîçirvan Barzanî dibêjje: “ka em wê babetê ji bo pêkhateya Suneyan bêlin, gereke ew bi xwe biryarê bidin, lê ez dibînim baştire ku Suneyan navçeyek hebe wek ew a me heyî.”
Top