• Tuesday, 30 April 2024
logo

"Nemir Barzanî û Pêşewa di dema xatirxwestinê de bi ser hev de giriyan"

Elî Qazî li ser pêwendiya di navbera nemir Mele Mistefa û Pêşewa de diaxife
Elî Qazî li ser pêwendiya di navbera nemir Mele Mistefa û Pêşewa de diaxife
- Kak Elî, têbiniyên te li ser Irfan Qaniî Ferd çi ne ku di pirtûka Bîreweriyên Mam Celal nivîsandiye û têde Mam Celal dike palewanê Kurd û kesayetiyên weke Qazî Mihemed, Mela Mistefa Barzanî û Qasimlo dixe bin tohmet û berpirsiyarên gelekî zehmet, di nêrîna te de ji bo çi ev kes, sembolên Kurd dişkîne?
Ez bi xwe vî kesî nas nakim. Heta niha min berhemên wî nexwendine. Lê min bihîst ku wî hinek gotinên ne layîqî wan kesayetiyan kiriye ku wan hemû jiyana xwe xistine xizmeta netewa Kurd. Diyare ew gotinên ku wî di derheqa wan mezinên Kurd de kirine, nakeve xizmeta bejewendiya gelê Kurd. Ew gotin zerarê digihîne nav û dengê wan rêberên Kurd, çi pêşewa Qazî Mihemed be, çi Dr. Abdulrehmanê Qasimlo, jiyana xwe ji bo doza Kurd jiyana xwe ji dest dane. Pêşewa Qazî Mihemed, dema ku komar ragihand sond xwar ku ewê heta dawiya dilopa xwîna xwe di xizmeta miletê xwe û doza welatê xwe de be.
Ew belgenameya ku dewleta Iranê li ser sêdardana Qazî Mihemed belav kir, bi xwe baştirîn belge ye ku pêşewa Qazî Mihemed, Seyfî Qazî, Sedrî Qazî û kesên din ku di avakirina komara Kurdistanê de amade bûne, xwestine Kurdistanê ava bikin û ala Kurdistanê hildane.
Her wiha nemir Mele Mistefa Barzanî û Barzaniyan, Kurdên din yên ji bakurê Kurdistanê ji rojavayê Kurdistanê di avakirina komarê de başdar bûn.
- Tu dibêjî mebesta vî kesî ji wan gotinan çi ye?
Ez dibêjim eger Irfan Qaniî rasterast peyayê Ittîlaata Iranê nebe jî, gotinên ku ew dike dikeve xizmeta dijminên Kurdistanê de ye. Kesê ku ihanetê bi pîroziyên Kurdan bike, ew dikeve xizmeta dijminên Kurdan.
-Dizanî li rojhilatê Kurdistanê gelek nivîskarên Kurd têne girtin, weke nimûne kovara Sirwe ku 25 salan weşan dikir, hate daxistin, ji bo çi kesekî weke vî zatî, sebest tevdigere û her tiştî eşkere dike?
Ez ne agahdarê pêwendiyên di navbera Ittîlaata Iranê û Irfan Qaniî Ferd me, lê weke tê zanîn ew kesên ku xemxurê miletê Kurd in, têne girtin, têne îdamkirin, bi dehan rojnamevanên Kurd di zindanê de ne, hinek ji wan li benda îdamê ne, lê belê dema ku dewlet rê dide kesekî weke Irfan Qaniî, ji bo îhanetê bi pîroziyên Kurd bike, ew cihê şik û şubheyê ye. Mirov li wî kesî û pêwendiya wî ligel Ittîlaatê dikeve şikê.
-Her kes dizane ku nemir Mele Mistefa bi awayekî çalak di avakirina Komara Kurdistanê de amade bû, lê belê ev kes dibêje ku navbera wî û pêşewa Qazî Mihemed nebaş bû, heta Barzanî dijûn bi Pêşewa kirine û gotiye ew kesekî tirsonek e, weke kesekî ji binemala pêşewa tu wan gotinan çawa dibînî?
Bi qasî ku ez dizanim. Pêwendiya di navbera nemir Mele Mistefa û pêşewa de, pêwendiye distane û birayane bû. Roja ku Komara Kurdistanê hate ragihandin, pêşewa, Mele Mistefa gelekî nêzîkî xwe kir, Mele Mistefa gelekî nêzîkî Pêşewa bû. Ew bi xwe baştirîn belgeye ku pêşewa çi qîmet daye Mele Mistefa. Mele Mistefa di meha Adara 1946 de bi şêweyekî resmî hate nava komarê, rojnameya Kurdistan jî heta niha heye, tê hatiye nivîsandin ku çawa Mele Mistefa hate pêşwazîkirin. Mele Mistefa hatiye cem Pêşewa Qazî Mihemed, her 2 seetan bi hev re rûniştin, axifîn. Ji xeynî ku pêwendiyeke siyasî di navbera wan de hebû, pêwendiyeke malbatî jî di navbera wan de hebû, ez bi xwe hemû rojê diçûme mala Mele Mistefa li Mehabadê. Kurekî wî hebû, Loqman hevtemenê min bû. Her demê ez û Loqman em bi hev re bûn, me bi hev re dilîst.
-Pêwendiyên malbatî hebûn?
Belê pêwendiyên malbatî baş bûn. Xêzana Mele Mistefa dihate cem diya min, ziyaret di navbera me de hebû. Ji ber vê yekê ew gotinên ku têne kirin, gelekî ji rastiyê dûr in.
-Ev kes dibêje Pêşewa ala Kurdistanê nedaye Mele Mistefa Barzanî, tu çi dibêjî?
Gelek kes dizanin, dema ku Mele Mistefa dawîn car merhûn Pêşewa Qazî Mihemed dît, gava ku Mele Mistefa xwedahafizî dike, hem pêşewa digirî, hem Mele Mistefa digirî. Dema ku ji hev cuda dibin, her du jî digirîn. Pêşewa ala Kurdistanê dide Mele Mistefa Barzanî û dibêje „vê alê hilgire û baweriya min heye ku wê tu alê bilind bihêlî.“ Yek ji wan kesan ku tê bîra in û li wir amade bû ye, bavê Mele Resûlê Pêşnemaz bû ye, ku ew kesayetiye naskirî bû û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû, ew bi xwe hazir bû ye dema ku Mele Mistefa barzanî û Pêşewa xatir ji hev xwestin. Wî bi xwe dîtiye ku pêşewa al daye Mele Mistefa.
Piştre ew kes behsa belgeyan dike, fermo bila belgeyan bîne. Kanî belge? Bila derxîne. Hemû belgeyên ku di derheqê komara Kurdistanê hebû, hemû hatine weşandin, tiştekî veşartî nemaye.
-Dibêje ku Barzaniyan li hemberî artêşa Iranê şer nekirin û piştgiriya Qazî Mihemed nekirin. Tu çi dibêjî?
Ew jî ne rast e. beşekî mezin ji cebheya şer di dest Barzaniyan de bû. Barzaniyan pir pir bi îxlas xizmetî Komara Kurdistanê kirin, ew komara hemû Kurdan bû, Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê têde beşdar bûn. Barzaniyan weke pêşmergeyên Komara Kurdistanê li cebheya Seqiz, beşekî din jî ji wan li cebheya Serdeşt Barzaniyan pir bi qehremanî li dijî artêşa Iranê şer kirin, gelek ji wan şehîd ketin, pir baş tê bîra min, yek ji wan şehîdan, Xelîl Xoşewî bû, dema ku cenazeyê wî anîn Mehabadê, gelek kes çûn pêşwaziya cenazeyê wî. Ne tenê ew, Barzaniyan bi qehremanî ji bo parastina komara Kurdistanê şer kirin û şehîd ketin.
Ew gotin ku dibêjin ku Barzanî ji bo têkdana Komara Mehabadê çû ye wir. Ne rast e, Barzaniyê nemir ligel Barzaniyan berî ku komar were ragihandin, ew di sala 1945 de li Şinoyê bû. Tiştekî din heye, Mele Mistefayê nemir şerê Înglîzan kir û piştre hate rojhilatê Kurdistanê, çawa dibe ew li aliyekî şerê wan bike, li aliyê din ji bo têkdana Komarê piştgiriya wan bike?! Bi qasî ku ez agahdar im, berî ku komar were ragihandin, pêşewa dişîne pey Mele Mistefa Barzanî, Barzanî hate Mehabadê û got ku ew amade ye piştevaniya Komara Kurdistanê bike. Piştre dema ku Komar hate ragihandin, Mele Mistefa careke din hate Mehabadê û di merasîma ragihandina Komara Kurdistanê de beşdar bû, weke ku min got, pêşewa, Mele Mistefa ji her kesî bêhtir nêzîkî xwe kir. Dema ku Mele Mistefa Barzanî bi fermî hate nava Komara Mehabadê, ew bi germî hate pêşwazîkirin. Ev hemû di rojnameya Kurdistan de hene, ew li başûrê Kurdistanê hate çapkirin û ew isbat e. her kesê ku bixwaze dikare bibîne û rastiya wê demê bibîne.
Tiştekî din heye dixwazim bêjim, ligel cihan tê gotin ku Mele Mistefa Barzanî generalê Sovyet bû ye. Tiştekî wiha tune ye, ew di Komara Kurdistan de bû general. Fotoya ku Mele Mistefa Barzanî bû general ligel Pêşewa heye. Ew baştirîn belgeye ku Mele Mistefa Barzanî li Komara Kurdistanê bû general.

-Ez dibêjim her tişt zela bû, pirseke din bipirsim, tu ihtîmala ku Amerîka li Iranê bide çawa dibînî?
Bi bîr û baweriya min, piştî şerê li dijî Sedam û şerê li Afganistanê, Amerîka weke ku xwest negihişt armanca xwe. Bêguman di navbera Iran û Iraq û Afganistanê de ferqeke mezin heye,
ez bi xwe bawer nakim ku Amerîka êrîşeke eskerî bibe ser Iranê.
-Amerîka alîkariya Kurdên Iranê dike?
Bidaxewe, eger alîkariyê bike jî, wê alîkariya kê bike?! Îro dezgeheke tune ye ku bikaribe ji Kurdên rojhilat re bibe muxatebek. Hizbên rojhilatê Kurdistanê ne ligel hev in, ne di bereyekî Kurdistanî de ne.
-Eger guhertinek li Iranê, Hizbên çiqas amade rola xwe bilîzin?
Mixabin, ne amade ne rola xwe bilîzin.
-Pirsên min ev bûn kek Elî, eger gotineke te ya dawîn hebe?
Belê heye, min dixwest di meha 1 sala 2011 de, 65 sal di ser ragihandina Komara Kurdistanê re derbas dibin. Ragihandina Komara Kurdistanê yek ji rûpelên herî ronake di dîroka Kurdistanê de. Cara yekemîn Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê bi hev re dewletek ava kirin, artêşek ava kirin, partiyek ava kirin. Ez ji hemû partiyên hermû perçeyên Kurdistanê, bi taybetî ji her du partiyên sereke li başûrê Kurdistanê, bi taybetî jî ji binemala nemir Mele Mistefayê Brzanî û bi seroktiya kak Mesûd Barzanî, hêviya min ew e, ew heqê wê rojê bidin û pîroz bikin.
Jêder: Rûdaw Hevpeyvîn: Dilbixwîn Dara
Top