• Tuesday, 21 May 2024
logo

Xudanê projeya dabeşkirina deshelatan li Îraqê bo Gulan: Îraq ji ber hev hildiweşe û dewleta Kurdistanê tê damezrandin.

Xudanê projeya dabeşkirina deshelatan li Îraqê bo Gulan: Îraq ji ber hev hildiweşe û dewleta Kurdistanê tê damezrandin.
Di sala 2002ê de û berî ku rejîma berê ya Beis were hilweşandin, profîsor Dîvîd Êl Filîps di vekolînekê de bi navûnîşana (projeya dabeşkirina deshelatan li Îraqê) beşdarî konfransa duyê ya malbenda Mistefa Barzanî ji bo Aştiyê li zanîngeha Amerîkî li Waşintonê kir, di sala 2005 ê de ev xwendine fereh kir û li şîretgeha têkiliyên derve ya Amerîka belavkir daku destûrdanerên Îraqî û nêvdewletî di dariştina proseya destûra Îraqê de mifayê jê bibînin, ev xwendine wek profîsor Rîçard Has serokê berê yê gropa pilandananê di Îdareya Kilînton û serokê niha yê şîretgeha têkiliyên derve ya Amerîka pêşekî ji bo nivîsandiye û têde destnîşankiriye, tenê heger ev projeye bibe beşek ji proseya dariştina destûra Îraqê, wê yekperçeyiya Îraqê wek dewletek pê bê parastin, mixabin ew a niha em ji hikumeta Malikî dibînin, bi temamî proseya dabeşkirina deshelatên destûra Îraqê hatiye binpêkirin û berev diktatoriyetê ve diçe, ji bo axaftin li ser ev rewşa hestiyar û metrsîdar, Gulan pêwîst zanî vê gotûbêjê bi xudanê proja dabeşkirina deshelatan di Îraqa nû de bike û rêzdar profîsor Dîvîd Filîps bi vî rengî bersiva pirsyarên Gulanê dan.
* Tu wek dîplomatkarekî Amerîkî û akadîmstîkê diyarê cîhanê, xudan vekolîna proseya (dabeşkirina deshelatan di Îraq nû de), ev projeya we di daraştina destûra Îraqê de mifayek mezin jê hatiye wergirtin û take rêye ji bo mana Îraqê bi yekperçeyî, lê belê halê hazir, hikumeta Îraqê temam berûvajî proseya dabeşkirina deshelatê ye ku di destûra Îraqê de hatiye, gelo binpêkirina proseya dabeşkirina deshelatan, Îraq ber bi kuve dibe?

- Nûrî Malikî serokwezîrê niha yê Îraqê, meylekî xwesepên yê metirsîdar heye ku gereke bê seknandin û were retkirin, Malikî di piraniya reftarên xwe de wek Sedam Husên reftarê dike, ji wî alî ve ku bi rengekî ne rewa û takrewî îrada xwe bi ser Îraqiyan de disepîne û radibe ew mafên demokratî û giştî ku Îraqiyan xebatekî girin ji bûyî kirine binpêdike, wî bi navê şerê terorîzmê destûr zeîf kiriye û di vê proseyê de nêrîna komareke fedralî Îraqî ku têde deshelat di nav herêman de bên dabeşkirin şikandiye, dema gorîna rejîma Malikî hatiye li Îraqê, lê vê carê bi rêya sendoqên dengdanê.

* Rêzdar tu agadarî ku serok Barzanî berî her serkirdeyekî din berî du salan cîhan agadar kir ku Malikî berev takrewî û dîktatoriyetê ve diçe û heger Îraq carek din vegere dîktatoriyetê , wiha carek din Kurd dîktatoriyetê qebûl nake û serbixweyiya xwe radigehîne. Gelo tu dibêjî cîhan piştevaniya hikumraniya dîktatoriyeta Malikî bike? Yan cîhanê Herêma Kurdistanê biparêze ku herêmeke federal û demokrate?

- Îraq bûye dewletekî şkestî. Berî ku serok Barzanî pêwîstî bi wê yekê be ku serbixweyiya Kurdistana Îraqê bide, Îraqê ji ber hev hilweşe, wê demê jî Kurdistana Îraqê xewnên netewî yên xwe bidestdixe. Beşê duyê pirsyara we girêdayî pirsa dîktatoriyetê. Piştrast ke ne xwaziyarê dîktatoriyetê ye li Îraqê. Lê tu hêzeke derve ne amadeye li pêşê bisekine. Waşinton dibîne baştire Îraqî bi xwe di nav xwe de vê pirsê çareser û yek alî bikin.

* Win agadarî naveroka destûra Îraqê ne, li gor wê destûrê herêman maf heye karûbarên girêdayî kêlgehên neftî yên nû birêvebibin, û dahata neftû gazê jî mulkê hemû xelkê Îraqê ye, bi nêrîna we gelo rêgirtin û bêbeşkirina kurd ji ev mafê pesendkirî bi wê watayê nayê ku carek din Kurd rastî dîktatoriyetê tên?

- Hikumeta Herêma Kurdistanê ne pêwîstî rezamendiya Bexdayê ye ji bo pêşxistina kêlgehên neft û gazê, ew kêlgane paş nivîsandina destûrê weberhênan têde tê kirin, çûnkî li gor destûrê Herêma Kurdistanê ew mafe pê hatiye dan ku weberhênanê di kêlgehên nû de bike, lewra heger Bexda li pêş ev mafê destûrî sekinî, wê demê pêwîste Hikumeta Herêma Kurdistanê pir bi sadeyî astengan pişguh bike û berdewamiyê bi rewta karên xwe bide ku xizmetê digehîne xelkê xwe. Ew a li vir giringe serweriya yasayê ye.

* Hinek serkirdên partiya Malikî bi aşkira ragehandin ku ew giringiyê bi serbixweyiya Herêma Kurdistanê nadin û heta daxwazkirin ku Kurd ji Bexda cuda bibin. Bi boçûna we, gelo ev karvedane ji niyeteke baş hatiye û Malikî amadeye bi rengekî aştiyane kêşe û pirsa cudabûnê çareserke bi rîya gotûbêjan, yan ev tektîkeke dine ji bo xwe ji ev kirêza niha rizgarbike?

- Aşkeraye Malikî dixwaze dirustbûna kêşeyan li Îraqê bixe stûyê Kurd, di rastî de, gereke Malikî bi xwe berpirsyariya qeyrana niha ya Îraqê hilgire, wî helwîsta rûbirûbûnê stand , ev di demekê de ye ku ew mafê Kurdan binpêdike, lê Malikî bi xwe berpirsê kêşeyên Îraqê ye.

* Di demekê de heger Bexda xwast Herêma Kurdistanê ji Îraqê cuda bibe û Herêma Kurdistanê jî ev rêye bi gavek pozetîf li qelem da, gelo wê siyaseta nêvdewletî çawa li rêketina navbera Hewlêr û Bexdayê binêre ji bo dabeşkirina Îraqê?

- Yasaya ((Helsinki Final Act)) ku li sala 1975 ê derket, Komisyona Asayîş û Hevkarî li Ewropa damezrand, û bingeheke nêvdewletî damezrand ku girêdayî bûn bi serwerî û dabeşkirinê. Serwerî di rêkeftinekê de hat pesendkirin, lê di heman dem de peymannameyê pesendkir ku dewlet dikarin li ser bingehê rêkeftina dualî û bi rêya proseyeke rêkûpêk rêçareya dabeşbûnê helbijêrin. Cudabûna Çîk û Silovakiya nimûneyekî baş e di vî warî de, bê goman serxwebûna Kurdistana Îraqê pêwîstî bi hevkariya dewletên cîran heye. Turkiya wê zûrtirîn destkeft hebe bi hebûna Kurdistana Îraqê wek dewletekî serbixwe û xudan serwerî û tena, daku berjewendiyên xwe yên neteweyî pêşbixe, lewra gereke Turkiya proseya serbixweyîya Kurdistana Îraqê birêvebibe. Herwiha gereke gerentiya ewlehiya wê jî bike. Dibe ev sînaryoye paş bi dawî hatina helbijartinên perlemanî yên Turkiya û bidestxistin û ber pêşçûn di bidestxistin mafên siyasî û keltûrî yên rasteqîne ji bo Kurdên Turkiyayê rûbide.

* Ew xala ku li cem hemûyan ciyê sersormanê ye siyaseta Amerîka ye ku ne ew karîn hebû di rêya diyalogê re qeyrana Îraqê çareserbike û ne bingeh sazkir ku Îraq dabeşbibe. Bi nêrîne we, gelo Amerîka dixwaze Îraqek çawa bibîne? Gelo Îraqeke ji ber hev hilweşayî dixwaze ku cihê metirsiyê be ji bo temama naveyê?

- Îdara Obama dixwaze îraqî bi rêya gotûbêjên siyasî cudahiyên xwe yekalî bikin. Serok Obama temam mijolî kêşeya Efganistan û kêşa Sûriya û herwiha destdirêjiya Rûsiya bo ser Okraniya. Îraq ne ji ewlewiyatên Amerîka ye. Amerîka dest ji destdirêjiya xwe berda dema rêkeftina derxistina hêzê îmzekir. Li şûna firotina çekan bo Bexdayê gereke Amerîka hevkariya Kurdan bike, çûnkî ew – herwek çawa berî niha bi demek dirêj min destnîşankiriye – baştirîn û take dostên Amerîka ne li Îraqê.

* Heger em li rewşa niha ya Îraqê binêrin ku niha ber bi encamdana helbijartinan ve gavan davêje, tevî ku partiya Malikî dijberên xwe tepeser dike di heman dem de tundûtîjiyekî taîfî tund jî heye. Gelo bi nêrîna we ta çi astî di gel nakokiyên siyasî yên navxwe helbijartin dibe sedema berhemanîna demokrasiyê?

- Biryare ku helbijartin amrazek bin ji bo çareserkirina nakokiyan û derfetek bin ku xelk dengê xwe bigînin û deshelatê di navbera giropan de dabeş bikin. Tevî vê jî demokrasî tenê di encamdana helbijartinan de nayê kurt kirin, belku pêwîstî bi dezgehan heye ku di astê berpirsyariyê debin û herwiha pêwîstî bi civakeke sivîl û çalak heye ku daxwaza zelaliyê li serkirdan bike. Îraq ne xudan dezgehên demokrasiye û ji dest hebûna civakeke sivîl ya zeîf dinale. Ji wê jî zêdetir serkirdatiya niha ya Îraqê xiyanet li xelkê Îraqê kirine. Ev jî cihê ne omêdiyeke kûre ji bo wan Amerîkiyên ku dîtin welatê wan qurbaniyên mezin ji bo azadiya Îraqê dan.

* Li dawiyê, em dixwazin ji we bipirsin: gelo win rewşa niha ya Îraqê çawa dibînin, ku di hel û mercek wiha deye ber helbijartinan diçe û gelo pêşbîniya we çiye ji bo encamên helbijartinan? Gelo Kurd çawa dikarin di Îraqê de berdewam bin heger Malikî dûbare hat helbijartin û heman postê niha bidestxist. Gelo peyama we ji bo xelkê me çiye û raspardê we ji bo serkirdatiya me çiye?

- Ez pêşbîniya encamên helbijartinan nakim. Li gel wê ez dikarim bêjim ku Îraq tu carî ne dewleteke rewaye. Îraq çêkiriyeke Koloniyalî bûye û hertim dewleteke ne şerîye. Hertim kêşeya Îraqê pêktê ji navendîbûna deshelatê zêde ji pêwîst. Destûra 2005ê wek çareseriyek ji bo vî derdî hat darêtin, ew jî bi rêya bidezgehkirina amadekariya dabeşkirina deshelatê. Lê Îraq Malikî berdewam nabe. Belku çarenivîsa ji ber hev hilweşandinê li hêviyê ye, ev jî dibe destpêka qunaxeke nû ji bo îraqiyanji bo xebatkirin ber bi mafê biryardana çarenivîsê. Pêwîste îraqî razîbin li ser proseyekê jib o rêvebirina gotûbêjên siyasî întîqalî di welêt de.

Top