• Wednesday, 08 May 2024
logo

HRW: Li Herêma Kurdistanê heta niha jî jin tên sinetkirin

HRW: Li Herêma Kurdistanê heta niha jî jin tên sinetkirin
Rêxistina çavdêriya mafên mirov (HRW), ragihand, heta niha jî li Herêma Kurdistanê jin tên sinetkirin. Parlementoya Kurdistanê jî vê yekê qebûl dike.

HRW, di rapora xwe ya dawî de li bara rewşa mafên mirov li Herêma Kurdistanê de ragihand, salek bi ser qebûlkirina qanûna qedexekirina sinetkirina jinan li Herêma Kurdistanê derbas bûye lê heta niha qanûna han nehatiye cîbicîkirin, ji ber ku sinetkirina jinan didome.

Di raporê de, rexne li hikûmeta Herêma Kurdistanê tê kirin ku heta niha qanûna qedexekirina sinetkirina jinan cî bi cî nekiriye.

Ji aliyekî din, lêjneya parastina mafên jinan li parlementoya Kurdistanê, rapora HRW piştrast kir û ragihand, agahiyên li nav raporê de rast in.

Seroka lêjneya han, Geşe Dara, ji AKnewsê re got, li Herêma Kurdistanê, niha jî jin tên sinetkirin. Helbet sinetkirina jinan di kultura me da nebûye û paşê hatiye nav kultura me. Kêm bûye lê dîsa her heye.

Rêvebira giştî ya lipeyçûna tundiya dijî jinan, Kurde Omer, amade nebû li bara vê yekê de daxuyanî bide.


AKnews
Top