• Friday, 27 September 2024
logo

Komîsyonê serlêdanên 2 namzedan red kirin

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
Komîsyonê serlêdanên 2 namzedan red kirin

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê serlêdanên 2 namzedên Nifşê Nû yên Dihokê red kirin.

Li gorî komîsyonê her du namzedan di belgeyan de piştrast nekirine ku ew xelkê Dihokê ne.

Li gorî komîsyonê serlêdanên Şetaw Ezîzê û Mordan Newzadê nehatine qebûkirin û belgeyên pêwîst nehatine pêşkêşkirin ku ew xelkê Dihokê ne.

Namzedên serbixwe, namzedên pêkhateyan û namzedên partiyên siyasî hezar û 198 namzed dê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de rikeberiyê bikin.

Hilbijartin dê li bazineyên hilbijartinan ên Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebceyê pêk werin.

Li gorî komîsyonê her kesê ku bixwaze xwe di bazineyeke hilbijartinan de bike namzed divê piştrast bike ku xelkê wê parêzgehê ye.

Komîsyonê ji Nifşê Nû xwestiye ku heta 20ê Îlonê 2 namzedên nû li cihê her du namzedên xwe destnîşan bike.

20ê Çiriya Pêşînê dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin kirin.

 

Rudaw

Top