Bavek ji ber firotina zarokê xwe 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn

Encumena Bilind a Dadwerî ya Iraqê îro Sêşemê ragehand, bavek bi 15 sal girtîgeh hat mehkûmkirin ji ber ku zarokê xwe bi pereyan firotibû.
Encûmena Bilind a Dadwerî di daxuyaniyekî de belav kiriye: “Ceza li gor madeya 6/yekem û dûyem û pêncem di yasaya bazirganiya bi mirov a hejmara 28 a sala 2012 û li gor belgeya madeya 132/2 a yasaya cezayê Iraqî hatiye derxistin.”
Hêjayî gotinê ye, ku salane bi sedan raportên rêxistinên mafê mirov û raportên medyayên cîhanî di derbarê vê pirsgirêkê de belav dibe û li gor wan raportan, ji bilî çendîn astengî û belayên ji ber krîza siyasî ve ku bûye bargiranî li ser jiyan û debara Iraqiyan, bazirganiya bi zarokan û endamên laşên microvan, bûye belayeke din a xelkê, bitaybetî hejarî. Herwaha bûye çavkaniya dahatên neqanûnî yên mezin ji bo çete û koman, her wiha bûye krîzeke civakî, aborî û ewlekarî, dema ku torên tawankar sûdê ji hejariya xelkê werdigirin, yan jî wan direvînin û parçeyên laşê wan difiroşin.
Basnews