• Saturday, 27 April 2024
logo

Kerkûk: Bavek kurê xwe dikuje

Kerkûk: Bavek kurê xwe dikuje
Birêvebirê polîsê Rehîmawayê emîd Enwer Qadir ji Xendanê re ragehand ku şeva borî 10-11/3, li navçeya Rehîmawayê ser bi Kerkûkê bavekî kurê xwe di malê de dikuje.

Emîd Enwer Qadir di daxuyaniya xwe de radighîne ku li gor lêpirsînên destpêkê diyar bûye ku ew kur yê bi navê (T.Y.H) ji dayîkbûyê 1987`an e, kêşeya xwe ya malbatiyê heye û her roj ji malê derdikeve û dawiya şevê serxweş vedigere malê.

Birêvebirê polîsê Rehîmawa ev jî aşkira kir ku piştî ku ew bi kêrê êrişî bavê xwe dike, bav jî wî dide ber guleyan û dikuje û piştra jî direve.

Xendan
Top