• Thursday, 09 May 2024
logo

Li Kenyayê di karesata lehiyê de herîkêm 70 kes mirin

Gulan Media April 27, 2024 Nûçe
Li Kenyayê di karesata lehiyê de herîkêm 70 kes mirin

Li welatê Kenya yê li rojhilatê Afrîkyayê ji ber karesata lehiyê li gor agahiyên destpêkê, 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Xaça Sor ya Kenyayê  de hat diyarkirin, di meha borî heta niha baranên ku berdewam barîne, jiyana di warê neyînî de bandor kiriye.

Di daxuyaniyê de hat ragehandin ku ji ber baranên zêde yên ku rê li ber çêbûna lehiyê vekiriye, herîkêm 70 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwaha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, zextên avê bandor li ser paytexta wî welatî Nairobiyê j3ı kiriye û hidek rê hatine girtin û gelek tax jî di bin avê de mane.

Hat ragehandin ji bo kesên ku ji ber lehiyan bandor bûne, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dike.

Ofîsa Rêyên hesinî ya Kenya ragihand ku seferên trênên li seranserî welêt hatine rawestandin.

 

 

Basnews

Top