• Monday, 20 May 2024
logo

Rastak dê li Amedê konserekê li dar bixe

Rastak dê li Amedê konserekê li dar bixe

Koma muzîkê ya Rastakê ku bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje dê li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê konserekê li dar bixe.

Konser roja Înê 10ê Gulana 2024an demjimêr 20:00an li navçeya Peyasê ya Amedê tê sazkirin.

Şaredariya Peyasê konserê organîze dike û li Parka 75 a Amedê ye.

Konser ji bo welatiyan bê pere ye.

Şaredariya Peyasê derbarê konserê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Rengê çanda Kurdî xwe dide rûyê Amedê û dengê muzîka Kurdî bi ser Amedê dikeve.

Koma Rastakê mêvana Amediyan e. Em hemû gelê xwe vedixwînin.”

Afîşa konsera Rastakê ya Amedê
Koma muzîkê ya Rastakê sala 1997an hat damezrandin û bi stranên xwe yên gelêrî yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tê naskirin.

Rastak di serî de bi zimanên Kurdî, Farisî, Azerî û gelek zimanên din stranan dibêje.

Albûma yekem a komê sala 2007an bi navê “Rangvarehaye Kohan” derketiye.

Sala 2010an albûmeke bi navê “Hameye Aghvame Man” derxist.

Piştre albûmên  xwe yên bi navên “Sornaye Norouz” û “Miane Khorshidhaye Hamisheh” derxistin.

Rastak li ser asta cîhanê naskirî ye û heta niha ji bilî Îranê li welatên wekî Brîtanya, Awisturya, Almanya, Fransa, Îtalya, Spanya, Holenda, Swêd, Amerîka, Kanada, Awisturalya, Hindistan, Japonya, Malezya, Şîlî, Polonya, Tirkiye,  Gurcistan, Belçîka û çend welatên din konser li dar xistine.

Rastak yek ji komên muzîkê yên navdar e û gelek caran li Herêma Kurdistanê jî konser dane.

Sala borî li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê jî konserek dabû.

 

Rudaw

Top