Netewên Yekbûyî êrîşa li ser zeviya gaza Kormorê şermezar kir
îro 27.04.2024ê Netewên Yekbûyî li Iraqê derbarê êrîşa zeviya gaz a Kormorê de li tora xwe ya civakî X de daxuyaniyek belav kir û êrîşa li ser Kormorê şermezar kir, ku elektrîka Herêma Kurdistanê dabîn dike.
Herwaha hat ragehandin, serxweşiyê li malbatên qurbaniyan dikin û hêviya selametiya bilez ji bo birîndaran dixwazin û pêşwaziyê li lêkolînê dikin bo destnîşankirina encamderên wê kiryarê û alîgirê dadgehkirina wan in.
Duh 26.04.2024ê bi dron êrîş li ser zeviya gaz a Kormorê pêkhat û ji ber wê jî 4 karmendên biyanî yên Yemenî canê xwe ji dest dan, herwaha hin karmendên din jî birîndar bûn û ziyanên madî yên mezin geheştin zeviya gaz a Kormorê û bû sedem ku elektrîk kêmtir ji Herêma Kurdistanê re bê belav kirin.