• Saturday, 27 April 2024
logo

Silêmanî: Keça revandî hate azadkirin

Silêmanî: Keça revandî hate azadkirin
Berdevkê polîsê Silêmaniyê ji Xendanê re ragehand ku ji ber kêşeyeke civakî, keçek ji aliyê 3 kesan li taxa Bekrecoyê, bi darê zorê dixin nav otombêlê û direvînin, piştî 15 xulekan ji aliyê hêzên polîsên hatûç[nê ya Silêmaniyê ve, keçik hat azadkirin û şofêrê otombêlê jî hat girtin.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê milazim Serkewt Ehmed ragehand ku: Ew kiryar bi eger kêşeyeke civakî bû û keçikê jî gilî li ser wan tomar kiriye.

Milazim Serkewt behsa vê jî kir û got: “Her îro li Bekreçu 3 kesan bi otombêleke bi cura Opel, bi darê zorê kiçekê siwarî otombêla xwe dikin, piştî agahdarkirina hêzên polîs û piştî 15 xulkan ew otombêl digel şofêrê wê hate girtin.”

Xendan
Top