• Saturday, 27 April 2024
logo

Keçek û kurek li Dûzxurmatû hatine kuştin

Keçek û kurek li Dûzxurmatû hatine kuştin
Li gundekî nêzîkî nahiyeya Dûzxurmatû (88 km li başûrê rojhilatê Kerkûkê), kurek û keçek hatine kuştin.

Birêveberê asyişa Dûzxurmatû Tahir Feqê ji AKnewsê re ragihand ku duhî êvarî, li gundê Xemaşî keçek û kurekî bi regez ereb hatine kuştin.

Feqê amaje kir ku keç û kur, ji ber pirsgirêkeke civakî hatine kuştin û nekarekî terorîstî bû, polîs jî niha lêkolînê di bûyerê de dike.

Feqê aşkere kir ku keç bi navê “S.M” û kur jî “M” e û lêkolîn jî derbarê bûyerê berdewam e.
Top