• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Kurdistanê mafê jinan pêş û yê rojnamevanan jî paş ketiye

Gulan Media February 27, 2012 Civakî
Li Kurdistanê mafê jinan pêş û yê rojnamevanan jî paş ketiye
Cîgirê Rêveberê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa yê Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch) rexne li zêdebûna êrişbirina li ser rojnamevanan a li Herêma Kurdistan girt. Herwiha derbarê mafê jinan de jî got: “Pêşketinekî baş çêbûye.”

Joy Stock di hevpeyvînek ligel Rûdawê de diyar kir ku gelek tişt mane Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike; “Bi taybet jî di meseleya azadiya xwe-îfadekirin û kombûnan de.”

Stock di vê derbarê de got: “17’ê Sibata 2012’an di yekemîn salvegera xwepêşandanên li Silêmaniyê, hêzên asayîşê carekî din rojnamevan û wênekêş girtin ku hewl dan bûyeran bişopînin. Êrişî hinek rojnamevanan hat kirin, mixabin ev yek sala borî li Kurdistanê bû karekî asayî.”

Rudaw
Top