• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Agirî şerê malbatan: 4 kuştî û 30 birîndar

Gulan Media February 22, 2012 Civakî
Li Agirî şerê malbatan: 4 kuştî û 30 birîndar
Li bakurê Kurdistanê bajarê Agirî, şer navbera du malbatan de derket. Di şerê malbatan de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Yuzuncuyilê ya Agiriyê di navbera 2 malbatan de ji ber parvenekirina zeviyan pevçûn derket. Di pevçûna malbatan de çek jî hatin bikar anîn û di encamê de 4 kes hatin kuştin û 30 kes brîndar bûn. 30 kesên birîndar bûn rakirin Nexeşxaneya Dewletê ya Agiriyê û Ortadoguyê ya Agiriyê.

Nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn nehat zanîn. Piştî êrîşê gelek polîs hatin cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin. Xizmên malbatan li ber nexweşxaneyan kom bûn. Alozî hê jî didome.

Rudaw
Top