• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Xaneqînê, zilamekî xwe şewitand

Gulan Media February 15, 2012 Civakî
Li Xaneqînê, zilamekî xwe şewitand
Li bajarokê Xaneqînê, zilamekî 42 salî, ji ber pirsgirêkeke malbatî xwe şewitand û ji ber zêdebûna rêjeya şewatê, bo Silêmaniyê hate veguhastin.

Efserê binkeya nexweşxaneya Kelarê Erkan Fazil ji AKnewsê re ragihand ku şeva borî, zilamek ku li bajarokê Xaneqînê xwe şewitanibû anîne nexweşxaneya Kelarê, duhî bi şev jî, ji ber zêdebûna rêjeya şewata wî bo Silêmaniyê hate şandin.

Fazil bal kişand ku di dema lêkolînan de derket ku ew zilam, ji ber pirsgirêkên civakî û ji derdê jina xwe, xwe şewitandiye.

Fazil ronî kir ku diyare ew zilam ji jiyana xwe bêzar bubû, çûye serşûka malê û petrolê bi xwe de kir û xwe şewitand.

Fazil aşkere kir ku rêjeya şewata wî zilamî 70% ye.

AKnews
Top