• Saturday, 27 April 2024
logo

Sihirbaz du saetan bi dar li keça min xist û kuşt

Gulan Media February 14, 2012 Civakî
Sihirbaz du saetan bi dar li keça min xist û kuşt
Perwîn Hesen (23) dayîka zarokekê ye, bi navê ku cinan ji laşê xelkê derbixe, çend saetan bi dar lidin û ava lîmonê dixin çavê wê. Bi pense (plays) goşt ji laşê wê vedikin û heta di bin wê îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dide.

Dayîka Perwîn dibêje: “Hemû laşê keça min şîn û mor diyar bû. Çavên wê kur biribûn û bi pense goşt ji milên wê vekiribûn û xwîn ji laşê wê dihat xwar.”

Şofêrekî taksiyê li Perwînê xist, qaşo seyîde û cinan ji laşê mirovan derdixe. Piştî demekê dayîk û bavê wê li bendê radiwestin û nayê ser hişê xwe, dixwazin bibin nexweşxaneyê. Di wê demê de ew şofêr pêlavên xwe di cih de dihêle û direve. Lê piştre ji aliyê polîsan ve hatiye girtin û bi xwe jî bavê 5 zarokan e.

Rudaw
Top