• Saturday, 27 April 2024
logo

Meha borî li Hewlêrê sê jin hatine kuştin

Gulan Media February 6, 2012 Civakî
Meha borî li Hewlêrê sê jin hatine kuştin
Di meha Çile ya borî de li bajarê Hewlêrê sê jin bi bûyerên cuda hatine kuştin, Rêveberê Lêkolîna Tawanên Kuştinê li Hewlêrê Cemîl Surçî jî sedema berdewambûna kuştina jinan bi şîdeta nav malabatê û nebûna hoşyariya kesan ve girêdide.

Li gor agahdariyan, di 6 mehên borî de jinek bi navê (S.M) li taxa Mamaostayan ji aliyê hevserê xwe ve hatiye kuştin, 25 mehê jî keçek ku xwendekar bû bi navê (E.X) li taxa Ronakî ji ber di navbera wê û bavê wê de pirsgirêk derketiye li malê xwe bi demançê kuştiye, di 30-ê mehê de jî jineke din bi navê (C.H) ji ber berdewam pirsgirêk di navbera wê û hevserê wê de hebûn xwe xeniqandiye.

Rêveberê Lêkolîna Tawanên Kuştinê li Hewlêrê Cemîl Surçî jî da zanîn ku derbarê van bûyeran de lêkolîn berdewam in, dosya hatine vekirin û sedema berdewambûna kuştina jinan bi şîdeta nav malabatê û nebûna hoşyariya kesan ve girêda. Herwiha got teqlîd jî sedemeke din e.

Surçî tekez kir ku divê rolê ragehandinê di kêmkirina şîdeta nav malbatê de hebe û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Divê kanalên ragehandinê bernameyên taybet ji bo hişyarkirina civakê pêşkêş bikin, herwiha fîlter jî hebe da hemû bername û dramayek neyê weşandin.

Dezgahên ragehandinê gelek caran raportên berfireh li ser kuştin û xwekuştina jinan belav dikin, lê heta niha jî nayê zanîn gelo çend kes li ser wan tawanan hatine cezakirin. Li gor amarên Rêveberiya Peydeçûna Şîdetê, sala borî 23 rewşên kuştina jinan hebûne û 9 jinan jî xwe kuştine.

Bas
Top