• Saturday, 27 April 2024
logo

Par 771 haletên tundutîjiyê hatîne tomarkirin

Gulan Media January 24, 2012 Civakî
Par 771 haletên tundutîjiyê hatîne tomarkirin
Konfiransê ne bo kuştina jinê bi merema namûsê ji layê rêkxirawa mafê medenî bihevkariya gel rêkxirawa NDI li Duhokê hate sazkirin ku çend babetên girêdayî rewşa xêzanê bi gişt û jinê bi taybet hatine behiskirin di gel ragehandina haletên tundutîjiyê dijî jinê.
Xêrhat Abid çalakvan di warê civaka medenî da diyar kir ku rêkxirawa mafê medenî bihevkarî di gel rêkxirawa NDI rabûn bi encamdana vî pirojey û bo demê du rojan li korbendê Sererom bi berdewamî pê hate dan.

Xêrhat Abid meremên vî pirojey diyarkirin û got: Ev babete gelekê hestiyar û giringe di nav civakê me da, lewa eve demê 8 heyvaye tîmeka yasazanan kar li ser vî pirojey diken ji bo bihêzkirina vê yasayê.

Di van du rojan da gelek babetên giring hatine gengeşekirin ew jî ji layê yasazan û kesên pisbor di warê yasay da wekî Xêrhatî behis jê kirî.

Sîbel xanê rêvebera pirojeyî zêdehî da axiftinê û diyar kir ku li roja êkê çend babetên giring hebûn ji wan xwandinek bo pirojeyê yasa ne bo tundutîjiyê dijî jinê ji layê Beyan Ehmed endama perlemanê Kurdistanê hate behiskirin û di heman demda dadwer Teterxan Ebdulrehman li dor rolê yasayê digel pêşkeftina civakî behis kir, her wesa kuştina jinê bi merema namosê ji layê qanonî û şirî ve ji layê dadwer Mistefa Moxtar ve hate gotin, di heman demda behsê tundutîjî eger û çareserî ji layê dawakarê giştî Yusif Remezan ve hate behiskirin.

Di heman demda li roja duyê ev babete hatine gotin ew jî encam û sercemê haletên tundutîjiyê dijî jinê li Duhokê bo sala 2011-ê hatine nimayişkirin ji layê Dr.Samî Celal ku haletên (kuştinê 6 û xwekuştin 10 û sotin 85 û sikala 656 û tundûtîjiya siksî 14), sercemê giştî di bîte 771 , her wesa babetek ji layê Dr. Îsmaîl Bamernî ve li dor tundûtîjî dijî jinê ji layenê şerî ve hatine behiskirin.

Rojnama War
Top