• Saturday, 27 April 2024
logo

Di sala 2011ê de 43 jin hatin kuştin û 44 jinanan jî xwe kuşt

Gulan Media January 12, 2012 Civakî
Di sala 2011ê de 43 jin hatin kuştin û 44 jinanan jî xwe kuşt
Birêveberiya Tundutûjiya Dijî Jinan da xuyakirin ku sala borî tundûtûjî li dijî jinan zêde bûye û rêjeya kuştina jinan û xwekuştinê jî herî zêde li Hewlêrê ye.

Berpirsa Birêveberiya Tundûtûjiya Dijî Jinan a Wezareta Navxwe, Kurde Omer îro di civîneke çapemeniyê de got: “Di sala 2011ê de li Herêma Kurdistanê 43 jin hatine kuştin ku 26 ji wan li Hewlêrê, 6 li Dihokê, 9 jî li Silêmanî û 5 jî li Germiyanê bûn. Herwiha bûyerên xwekuştina 44 jinan jî li Herêma Kurdistanê hate ragihandin.”

Kurde Omer herwiha got, di sala borî de 128 bûyerên xweşewitandinê rû dane û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Ji wan 123 xweşewitandina jinan bû. Herwiha 2 hezar û 530 nêzîkatiyên nebaş ku hemberî jinan hatine kirin jî hatine tesbîtkirin.”
Top