• Monday, 29 April 2024
logo

Bi 50 milyon dînarî kondom kirîn, lêkolînê dest pê kir

Gulan Media April 11, 2024 Corane
Bi 50 milyon dînarî kondom kirîn, lêkolînê dest pê kir

Piştî ku Îdareya Tenduristiyê ya Dîwaniyeyê bi bihayê 50 milyon dînarî kondom û jel kirîn, parêzgariyê ji bo lêkolînê lijneyek ava kir.

Li gorî agahiyan, du belge belav bûne ku Îdareya Tenduristiyê ya Dîwaniyeyê bi bihayê 50 milyon dînarî kondom û jel kirîne.

Piştî belavbûna van belgeyan Meclîsa Parêzgariya Dîwaniyeyê ji bo lêkolîna vê mijarê lijneyek ava kiriye.

Ew du belge 13ê Tebaxa 2023yan belav bûne.

Li gorî wan belgeyan, bi bihayê 30 milyon dînarî 15 hezar kondom û bi bihayê 20 milyon dînarî jî 5 hezar jel hatine kirîn.

Di belgeyan de hejmarên kondoman û jelan û bihayên wan bi awayekî berfireh hatîne nivîsîn.

Alîkarê Serokê Meclîsa Dîwaniyeyê Faris Wesan got, “Îdareya Tenduristiyê dibêje ku wan ev tişt nekirîne, belge sexte ne.”

Îdareya Tenduristiyê jî diyar kir ku ew dê giliyê wan kesan bikin ku ev “belgeyên sexte” belav kirine.

Meclîsa Parêzgariyê ji bo rastî derkeve holê lijneyeke lêkolînê erkdar kiriye.

Li hêla din, belavbûna van belgeyan deng veda û li ser torên civakî bû rojev.

Dîwaniye parêzgeheke Îraqê ye û derdora 180 kîlometreyî dûrî Bexdayê ye.

 

Rudaw

Top