• Thursday, 16 May 2024
logo

Gera Yekê ya Festîvala Semayê li Dihokê bi rê ve diçe

Gera Yekê ya Festîvala Semayê li Dihokê bi rê ve diçe

Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, Gera Yekê ya Festîvala Semayê li Dihokê bi rê ve diçe ku hejmareke çalakiyên cuda cuda di çarçoveya wê festîvalê de tên kirin.

Bi sponsoriya medyayî ya Kurdistan24ê, îro (Duşem, 29.04.2024) Gera Yekê ya Festîvala Semayê li Dihokê li jêr dirûşmê “Em bi hev re dilxweş in” li Hola Konfiransan a Zanîngeha Dihokê dest bi karên xwe kir.

Ev festîval ji aliyê Rêkxistina Semayê ya Kulturê Kurdistanê ve bi hevkariya Senterê Rewşenbîrî û Civakî yê Zanîngeha Dihokê hatiye rêkxistin û dê ji bo dema du rojan berdewam be.

Di çarçoveya vê festîvalê de, nêzî 40 tîpên hunerî (Milî û Muzîk) li ser astê Herêma Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê çalakiyên cuda cuda pêşkêşî dikin.

Du panel û hejmareke çalakiyan di van her du rojan de tên kirin, wekî sema û mehfûra sor û konsert bi tevlîbûna hejmareke hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê û komeka mêvanan ji navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê tên pêşkêkirin.

Her di çarçoveya vê festîvalê de, 26 kur û keçên her çar parçeyên Kurdistanê kincên Kurdî yên deverên xwe berçav dikin.

 

K24

Top