714 Îraqî ji Kampa Holê hatin şandin
Di heyama çar mehên borî de li Iraqê 400 şerên eşîran hatine kirin ku ji wan 27 şer bi çek bûne û 273 şeran de çek bikarnehatiye, lê Wezareta Navxwe radigehîne ku şerên eşîran gef û metirsiye li ser selametî û aştiya civakî.
Îro 29.04.2024ê Wezareta Navxwe ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, di heyama çar mehên borî de 400 şerên eşîran pêkhatine, ku ji wan 27 şer çekdarî bûne, 373 şer jî bê çek bûne.
Daxuyaniyê de hat gotin, şerên eşîran gef û metirsiye li ser aştî û selametiya civakî.
Herwaha li gor heman daxuyaniyê çareserkirina pirsgirêkên eşîrî divê bi rêya yasa û aştiyê ve pêkbê û dûrbe li bikaranîna çek.
Iraq yek ji wan welatane ku berdewam ji ber şerên eşîran karesat lê pêktên, heman demê de di wan şerane de, gelek çekên giran, navendî û sivik tên bikaranîn. Herwaha hin caran jî ew şer çend rojan berdewam dikin.
Basnews