• Tuesday, 30 April 2024
logo

100 rojî di binê avê de ma, 22 salan ciwan bû!

100 rojî di binê avê de ma, 22 salan ciwan bû!

 Zanyar Dr. Joseph Dituri ragihand ku ew 100 rojî di bin avê de maye û 22 salan ciwan bûye.

Dr. Joseph Dituri bi awayê fermî eşkere kir ku ew 100 rojî li qadeke 9 metre sêcayî di binê avê de maye û temenê wî yê biyolojîk 22 salan biçûk bûye.

Joseph Dituri piştî ku 100 rojî di binê avê de ma, navê xwe li Pirtûka Rekoran a Guinessê jî tomar kir.

Dituri Adara 2023yan xwe berdabû binê avê û hezîrana heman salê ji nav avê derketibû.

Di maweyê wê demê derûnnas û bijîşkan ew bi berdewamî şopandibû.

Joseph Dituri di binê avê de jî ders daye xwedenkarên xwe û wî cureyekî nû yê zindiyan jî keşf kiriye.

Dr. Joseph Dituri piştî ku ji nava avê derket got:

“Ez niha 56 salî me. Temenê min ê biyolojîk 44 bû lê dema ez ji nav avê derketim daket 34an.

Ez 22 salan ji temenê xwe yê berê biçûktir bûm.”

Li hêla din, heta niha rekora mana di binê avê de 73 roj bû lê Dr. Joseph Dituri bû xwediyê nû yê vê rekorê.

 

Rudaw

Top