• Monday, 29 April 2024
logo

Li Agiriyê pirtûkeke hezar salî hat dîtin

Li Agiriyê pirtûkeke hezar salî hat dîtin

 Li navçeya Xamûrê ya parêzgeha Agiriyê pirtûkeke hezar salî hat dîtin.

Ew pirtûk destxet e û bi zimanê Îbranî ye.

Tîmên Fermandariya Cendimeyan a Bajêr, di çarçoveya operasyonên “qaçaxçîtiya berhemên dîrokî” de ev pirtûk di otomobîlekê de dît.

Li ser bergê pirtûkê jî destxeta bi zimanê Îbranî heye û tê texmînkirin ku Serdema Navîn hatibe nivîsîn.

Hêzên ewlehiyê li ser vê bûyerê du kes desteser kirin.

 

Rudaw

Top