• Saturday, 27 April 2024
logo

Li mizgeftê ji ber ‘Xezeyê’ bi gopal êrişî mela kir

Li mizgeftê ji ber ‘Xezeyê’ bi gopal êrişî mela kir

Li Mizgefta Global Cityê ya Hewlêrê, ji ber Xezeyê û Filistîniyan êrişî melayekî hat kirin.

Rêvebiriya Ewqafan a Hewlêrê da zanîn ku melayek li Mizgefta Global Cityê rastî êrişê hatiye.

Rêvebiriya Ewqafan ev êriş şermezar kir û da zanîn ku ew kesê êrişkar hatiye desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku bi destê Tora Medyayî ya Rûdawê ketine, piştî nimêja terewîhan kesekî ji mela xwestiye ku ji bo Xeze û Filistiniyan diayan bike.

Mela jî gotiye, “Ez dê ji bo hemû Misilmanan diayan bikin û ji bo Xezeyê jî.”

Wî kesî xwesteka xwe çend caran dubara kiriye û paşê jî bi gopal êrişî melê kiriye.

Top