• Saturday, 27 April 2024
logo

Îraqê duyem pîstirîn ba li cîhanê heye

Gulan Media March 27, 2024 Corane
Îraqê duyem pîstirîn ba li cîhanê heye

Pîsbûna seqayî li ser Îraqê bûye metirsiyeke rijd, roj bi roj jîngeh û seqayê wê pîstir dibe û Neteweyên Yekgirtî jî haydariyê di derheqa wê yekê de dide.

Pîsbûna seqayî li ser Îraqê û Îraqiyan bûye gefeke mezin. Roj bi roj jîngeh û seqayê Îraqê pîstir dibe û Neteweyên Yekgirtî jî haydariyê di derheqa metirsiyên wê yekê de dide.

Li dû raporteke Neteweyên Yekgirtî, Îraq di bandorên guhertina seqayî û pîsbûna jîngehê de li rêza pêncê ya bizirartirîn welatên cîhanê ye. Govara CEOWORLDê, ku girêdayî belavkirina vavartina welatan di warên cuda cuda de ye, di nûtirîn vavartina xwe de ku taybet li ser kalitiya bayî belav kiriye amajeyê dide ku, Îraq ji nav 125 welatan li rêza 124ê tê, yanî li ser astê cîhanê xwediya duyem pîstirîn bayî ye.

Şareza sedemên serekî ya pîsbûna seqayê Îraqê ji bo nebûna xizmetkariyên pêdivî, barkirina gundiyan ber bi bajaran ve, zêdehiya kargeh û kompaniyên bêdestûriyên saxlemiyê û zêdehiya rêjeya erebeyan vedigerînin. Amaje jî daye ku çi yek ji hikûmetên yek li dû yekê yên Îraqê bizavên rijd ji bo çarekirina wan arêşeyan nekirine.

Piraniya welatên Rojhilata Navîn li binê lîstê ne û xwediya pakijtirîn jîngeh li deverê Israîl e ku li rêza 73ê tê, paşî Sûriye ye ku li rêza 78ê tê û Tirkiye li rêza 81ê û Îran jî li rêza 105ê.

 

K24

Top