• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Mêrdînê li ber çem cenazeyek hat dîtin

Li Mêrdînê li ber çem cenazeyek hat dîtin

Li navçeya Qoserê ya Mêrdinê li ber ava çem cesedê ciwanekî 19 salî hat dîtin.

Li Taxa Mezopotamyayê, welatiyan li kêleka Çemê Zerganê kesek dît ku li erdê dirêj bûye û nalive.

Pişt agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê dît ku kesê li ber çem dirêjkiriye canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê cenaze bi mebesta otopsiyê veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Derket holê ku ew cenaze yê kesekî bi navê Furkan Ç. yê 19 salî ye.

Sedema mirina ciwanê navborî dê piştî otopsiyê bê tesbîtkirin.

 

 

Top