Ji girtîgehê derket dê û xwişka xwe kuştin û paşê jî întîhar kir
Li Stenbolê kesekî ku bi destûr ji girtîgehê derket, dê û xwişka xwe kuştin û paşê jî li mizgeftê întihar kir.
Parêzgariya Stenbolê derbarê bûyerê daxuyaniyek da.
Parêzgariya Stenbolê ragihand ku di mala Ugur Falayê ku li mizgeftê întihar kiriye dayik û xwişka wî jî kuştî hatin dîtin.
Li gorî Parêzgariya Stenbolê Ugur Falayê 35 salî îro derdora seat 10:40an li Mizgefta Nusretiyeyê ya Beyogluyê bi demançeyê xwe kuşt.
Di lêkolîna destpêkê de derket holê ku dê û keç bi heman çeka ku Ugur Falay întihar kiriye hatine kuştin.
Hat zanîn ku Ugur Falay di navbera 15-25ê Adarê de bi destûr ji girtîgehê derketiye û 20 qeydên wî yên sûc hene.
Derbarê bûyerê lêpirsîn berdewam dike
Rudaw