Sam Brannen bo Gulan: Barzanî wek Rêberê Kurd tê temaşekirin lewra kurd ên parçeyên din jî omêda wan pê heye.
Sam Cêy Brannen ku niha lêkolînerê bilindê senterê stratîjî bo xwendinên ewlehiya nêvdewletî (CSIS) ye, taybetmende li ser siyaseta bergirî û asayişa Emrîka li ser Turkiya û Iraqê û berî ku bibe lêkolîner, li sala 2013ê li senterê (CSIS) Brannen yarmetîderê taybetê cêgirê wezîrê bergiriya Emrîka bû, paş van karana jî dîsa yarmetîderê taybetê cêgirê wezîrê berevaniya Emrîka ye bû karûbarên stratîjî û danîna pilanên bergiriyê. Bo axaftin li ser rewşa niha ya Iraqê û karîgeriya vê rewşê li ser siyaseta Emrîka, me ev diyaloge bi rêzdar Sam Brannen re encam da û ew bi vî şêweyî ji Gulanê re axifî.* Iraq di rewşekê re derbaz dibe ku tê pêşbînî kirin ji kontrolê derkeve û roj bi roj rewş xerabtir bibe û teqîn zêdetir biqewimin, gelo Iraq ber bi ku ve gavan davêje?
- Bêgoman tundûtîjiya li Iraqê sedema herî mezin ya dilgiraniyê ye li Iraqê, li paş zêdekirina hêzên Iraqê li sala 2007ê me ev tundûtîjiye nedîtiye û ev yeke paşveçûneke di rewşa asayişa Iraqê de, bi rastî çetine em zanibin bi çi arasteyekê de dice, ev helmeteke ku ji aliyê giropên radîkal ve tê encamdan bo vêxistina agirê şerê navxweyî. Pirsyar ew e karvedana Malikî çiye û gelo wî karîna berqerarkirina aramiyê heye yan gelo hêzên ewlehiyê karîna wê yekê heye ku rêgiriyê li êrişên din bigrin û gelo wan karîna wê yekê heye ku pêkhatan hanbidin ku li ser xwe bin di Iraqê de, wate bêgoman her kesekî giringiyê bi Iraqê bide û çavdêriya Iraqê bike pir dilgiran dibe.
* Di van dema de Rojhilatê naverast ber bi rewşek aloz ve dice, bi taybet li paş boyerên Misrê û karên tundûtîjiyê yên Beşar Esed û metirsî ew e ku Iraq jî bike rewşeke wiha, li wê demê mitirsiya wê yekê heye ku rewşa navçeyê ji kontrolê derkeve, gelo metrisiya wê yekê tuneye ku şerê Şîe û Suneyan ne tenê li Iraqê belku li temama navçeyê de peyda bibe?
- Roj bi roj ev nîgeraniye zêdetir dibe, ne tenê dinavber Şîe û Suneyan de, belku di navbera Kurd û Turk û Iraq û Sûriyan de jî, wate çendîn rê hene bo vêxistina şer û bi boçûna min metirsî mezine bi taybet bi sedema ew rola ku pir ji welatên navçeyê dibînin di piştevanîkirina aliyekê şerê Sûriyê de, îca çi piştevanên Esed bin yan dijî Esed û pêdana çekan bi hemû cure giropan, ku renge ew girop biryarê bidin ku di Sûriyê de bikarnînin belku di şerekê mezintir di navçeyê de bikarbînin û eşkereye ku hinek girop hene bi wan xweş tê ku şerekî berbelavtir li navçeyê dirust bibe. Herwiha niha rêxistina Elqaîde li Iraq û Sûriya hebûneka berçav heye lewra bi boçûna min ev bi rastî rojgarekê metirsîdare û bi dilinyayî ev a li Iraqê diqewime wê karîgeriyê li temama navçeyê bike.
* Hinek ji şarezayan dibêjin hêdî kêşeyên Iraqê peywendî bi Iraqê ve nemane, belku girêdayîne bi hêzên derv eve ku destêwerdanê di Iraqê de dikin, div ê rewşê de ku Iraqî nikarin kêşeyên xwe çareserbikin, gelo metirsiya şerê navxweyî li Iraqê tune ye?
- Bê goman hinek aliyên derve dest di Iraqê de hene, belê ji aliyê pirensîpê ve, gereke Iraq bi xwe van kêşeyan çareserbike, ez nikarim pêşbîniya wê bikim ku Emrîka yan her welatekî din wê cardin bên nava Iraqê, ev ji aliyê siyasî ve pir çetine li Waşintonê. Eger Hikumeta Malikî û serok Barzanî nikaribin rêyekê bibînin bo çareserkirina kêşeyan, wê encamên pir xerab lip ê werin û bilez wek Sûriya bibe.
* Emrîka û Civaka Nêvdewletî, bi taybet Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekgirtî, rewşa Iraqê dipêçin daku raya giştî ya nêvdewletî agehdariya wan şaşiyan nebin ku li Iraqê kirine ji bo xwe ji wê berpirsatiyê dûrxin ji rewşa xerab yak u Iraq têre derbaz dibe, gelo bêdengiya Civaka Nêdewletî ne sedemeke daku Hikûmeta Iraqê hewla çareserkirina kêşeyan neke?
- Belê win rewşê ji min baştir zanin, ku li ser astê nêvdewletî û stratîjî giringiya pêwîst pê nayê dan û hemû alî mijolî boyerên li Misrê diqewimin û yên li Sûriyê diqewimin wate ew temaşeyî rewşa Iraqê nakin, wate rewş xerabtir û xerabtir dibe û guvaşa pêwîst li ser – Hikumeta – Bexdayê nayê kirin jib o dîtina çareseriyekê bo van kêşeyan.
* Iraq welatekî dewlemende bi neftê û dahatekî mezin bi dest dixe, lê di dûrhêlê de ne her xizmetguzariyên av û karebê bo xelkê Iraqê nehatine dabînkirin, belku hemo demekê tê hest kirin ku metirsî li ser jiyana wan heye, gelo metirsiya wê yekê tuneye ku Erebên Sune karvedanên xerab hebin?
- Ez bi we re hevra me, ev kêşeyeke mezine, gerimeke siyasî li Emrîka tuneye bo destêwerdan di nakokiyên navxweya Rojhilatê Naverast de, heta eger Emrîka jî ji ber ve berpirsyar be. Eger Iraq bi xwe çareseriyekê bo kêşeyên xwe nebçne, wê ew kêşe berdewam bin û tu çareserî jî nabin, ev demeke metrsîdare bo berêz Barzanî û herwiha bo berêz Malikî, pêwîste çareseriyekê bibînin berî ku dem pir dereng dibe.
* Kurdistan herêmeke arame, lê di bin gefên ew ne aramiya ku li Iraqê heye de ye, pirsyar ew e ta çiqasî ev tenahiya Herêma Kurdistanê giringe û ta çiqasî ji aliya Civaka Nêvdewletî ve giring tê dîtin?
- Ez dibînim Kurdistan hêjaye ku bi şêweyekî taybet li berçav bê girtin, mixabin ew ên siyaseta Iraqê datanîn di dawî îdare de, hîn her ew siyaseta Iraqê datînin û wan nêrînek heye bo Iraqê ku wê rastiyê li ber çav nagrin ku êdî hêzên Emrîka li wî welatî nemaye û wê rastiyê dînanin ber çavê xwe ku Malikî ne hevkare nûneratiya berjewendiyên temama welêt nake û piraniya terkîza wan li ser Bexdayê ye û danpêdanê bi wê yekê nakin ku pêwîste serketinên Herêma Kurdistanê bê parastin û ev yeke stratîjiyeke xavxilîçke ji aliyê Emrîka ve, ez bi temamî hevra me di gel wê de ku wan nêrîneke stratejî hebe di ast wê de ku Herêma Kurdistana Iraqê çi watayek heye jib o wan.
* Heger dawî pirsyara me sebaret serketinên Herêma Kurdistanê be ji aliyê perpêdanê ve, gelo win çawa li wê perepêdanê temaşedikin? Herwiha niha hejmarek mezin ji Kurd ên Sûriya berê xwe dane vê Herêmê, gelo nêrîna we li ser vê yekê çiye?
- Eşkereye ku rêzdar Barzanî karekî baş kiriye ku pêşengiya Kurdistanê kiriye rêya serketina aborî. Lê çendîn tehedî jî rastî hatine bo gerentî kirina ayindeya Herêmê, yekemîn peywendiya wê di gel Bexdayê, pirsyar ew e gelo ta çiqasî dikarin bigehin rêkeftinekê li ser yasaya neft û gaze?. Kêşeya duyemîn pêktê ji çareserkirina gendeliyê, ji ber ku gendelî kêşeyeke mezine li Kurdistanê û serketineke dûrûdirêj pêwîstî bi wê heye ku jîngeheke baştir a weberhênanê hebe bo ew kompaniyên nêvdewletî ku dixwazin werin Kurdistanê, ji bilî kerta wize û jêrxanê, tehedayeke din jî pêktê ji ew a li navçeyê rûdide, wate div ê rewşê de û li nav van tehediyan hemûyan de jib o Barzanî ne asane ji aliyê serbazî ve destêwerdanê di Sûriya de bike, bi boçûna min jî Barzanî destêwerdanê di Sûriya de nake, ji ber ku naxwaze xwe toşî kêşeyên nexwastî bike, raste berêz Barzanî wek rêberê kurd li navçeyê tê temaşekirin ne tenê serokê Kurdên Iraqê, lewra Kurd ên parçeyên din jî omêda wan bi Barzanî heye, ez vê rastiyê zanim, lê şaşiyeke mezine ku Herêma Kurdistanê bi şêweyekê serbazî di kêşeya Kurd ên parçeyên din destêwerdanê bike, lê win dikarin sinûrên xwe vekin û pêşwaziyê lê bikin û alîkariyên mirovî pêşkêşbikin, we ev kiriye û win karekî baş jî dikin, lê alîkariya serbazî tenê rewşê xerabtir dike û dibe bibe sedema rakêşana tûndûtîjiya bo Kurdistana Iraqê.