• Tuesday, 30 April 2024
logo

Koşner ji gulan re: Bîrdoza hatî morkirin peywendiyên Firensa û herêma Kurdistanê desnîşan dike

Koşner ji gulan re: Bîrdoza hatî morkirin peywendiyên Firensa û herêma Kurdistanê desnîşan dike
BERNARD KOÇNER DI NAVA ÇEND DÊRAN DE Bernard Koçner di 01 ê meha novembera sala 1939 de ji dayik bûye. Ew siyasetmedar, diplomatkar û nûjdar e. Bernard Koçner endamê damezrênerê medicine sans frontiers MSF e. Niha Bernard Koçner wezîrê derveyê Fransa û wezîrê kar û barên Ewropa ye. Berê jî weha dihat naskirin, ku ew siyasetmedarekî çepê navmend e. Di jîyana xwe ya siyasî de endamê Partîya Komonîsta Fransa bû û di sala 1968 de, di rêxistina xaça sor de li Biyafra nûjdar (doktor) bûye û di dema cenga navxweyîya Nigeriya de ew kar dikir. Di sala 1971 de medicine sans frontiers (nûjdarên bê sînor) damezrand û di serdema cenga navxweyîya Libnanê jî de, Bernard Koçner wek xwebexşekî li rojhilata bajêrê Beyrûtê, di dema dorpêçkirina kampa Neb`a de kar dikir. Demekê Bernard Koçner jîyana xwe xist xeterê de û ji nêzîk ve, bi Îmamê Şî`eyan Mûsa ElSedr re kar kir. Di sala 1988 de Bernard Koçner dest bi jîyana nava hukûmetê kir û di nava hukûmeta sosiyalîst de, dest bi kar û barên xwe kir û ew bi xwe endamê Partîya Sosiyalîsta Fransa jî nebû. Di kabîneya hukûmeta sala 1988 de posteka hukûmî wergirt û li serdema serok Mitterand di sala 1992 de, bû wezîrê tendiristîyê. Di heman demê jî de ew di nava parliyamenta Ewropa de bû. Di nava salên 1993-1997 de jî, hukûmeta baskê rastê hukum li Fransa kir. Bernard Koçner di sala 1991 de yek ji ewan xwebexşan bû, ewên ku rola xwe li beramber mişextbûna kurd dît û yek ji ewan berpirsên Fransayî jî bû, ewên ku kar ji bo derxistina biryara 688 a encûmena asayişa navdewletî û diristkirina Devera Aram ji herêma kurdistanê re kirin. Ew ji nêzîk ve agahdarî pirsa kurd e û lê şehreza ye û dostekî nêzîkê serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Di salên heftêyan jî de cenabê Barzanîyê nemir dîtiye û jê hez kiriye. Herweha, baş rêzdar Celal Talebanî nas dike û di sala 2007 de konsulxaneya giştîya Fransa li bajêrê Hewlêrê vekir û wek wezîrê derveyê Fransa di nava dêrendazên vekirina evê konsulxaneyê de amade bû. Hîngê Dr. Fredrik Tisso bû konsulê giştyê Fransa yê li bajêrê Hewlêrê. Dema ku Liyonel Jospiyan di sala 1997 de bû serokê wezîrên Fransa, Bernard Koçner dîsan bû wezîrê tendiristîyê. ROLA BERNARD KOÇNER A DI BIWARÊN MIROVANÎ DELi Rwanda û di nava jenosîda ku li ewî welatî çê bûbû, di tîrmeha sala 1994 de Bernard Koçner serdana Kîgalî kir, da ku zarokên sêwî rizgar bike û wan bi firrokeyê bir Fransa. Di evê operasiyonê de tenê zarokek mir û ewên din rizgar bûn. Her di tîrmeha evê salê de, Bernard Koçner dîsan vegeriya Rwanda û bi neteweyên yekbûyî re pîkol kir, da ku aştî li Rwanda pêk bihê. Di tîrmeha sala 1999 de û li angora biryara hejmar 1244 a encûmena asayişa navdewletî, sekreterê Neteweyên Yekbûyî Kofî Annan, Bernard Koçner kir nûnerê yekemê taybetîyê sekreterê Neteweyên Yekbûyî li Kosovo û serokê şandewerîya berdem (muweqqet) ê Neteweyên Yekbûyî UNMIK. Di nava 18 mehan jî de, Bernard Koçner şiya rêvebirîyeka nû li şûna rêvebirîya Sirbiya dayne. Ew di biwarê damezrandina jêrxaneya aborî jî de serkevtî bû, ku ew jêrxaneya han bi egerê cenga Kosovo wêran bûbû. Di 21 ê çille yê sala 2001 jî de, demokratekî sosiyalîst şûna wî girt. Her di evê salê de dîsan Beranrd Koçner bû wezîrê tendiristîyê û di nava hilbijartinên sala 2002 de, zankoya Priştîna bawerînameya doktoraya şanazîyê pêşkêşî Bernard Koçner kir, ji ber ku wî li Kosovo çalakîyên mezin encam da.Di bareya dagîrkirina Iraqê de ya ji alîyê Amerîka ve, ew demek dirêj bû Bernard Koçner tekezî li ser destwerdana mirovanî dikir. Di sala 2003 de Bernard Koçner razî bû, ku Seddam Huseyn di serokatîya Iraqê de nemîne û da nîşandan, ku divê destwerdana li dijî diktatorekî bibe yek ji dozên serekîyên cîhanê. Di 04/02/2003 de gotarek di rojnameya Le Monde de bi navê Ne ceng û ne Seddam nivîsand û tê de, behsa ewan rexneyan kir, ewên ku li wî dihatin girtin, ji ber ku ew razî bû ev ceng bibe. Bernard Koçner di evê mijara xwe de da nîşandan, ku dibû nehiştina Seddam bi rêya Neteweyên Yekbûyî bûba û bi rêyeka diplomatîk û siyasî baya. Bernard Koçner bû endamekî xuyanîyê dezgeha Serjiyo Viyera De Miliyo û di sala 2005 jî de, bû kandîdê Neteweyên Yekbûyî yê posta komisiyona bilinda penaberan UNHCR. Belê paşê ew post gihijt serokê berê yê Portugal Antoniyo Gataras. Di sala 2006 de Bernard Koçner bû kandîdê posta rêvebirîya giştîya tendiristîya cîhanî, belê ew post jî wernegirt.POSTÊN BERNARD KOÇNERDi salên 1988-1992 de û li serdema kabîneya Mikayel Rokard, yekemîn wezîrê karên mirovanîyê bûye.Di salên 1992-1993 de û li serdema Piyer Berêgovoy, wezîrê tendiristîyê bûye.Di nava salên 1994-1997 de endamê parliyamenta Ewropa bûye.Di nava salên 1997-1999 de û li serdema Liyonel Jospiyan, wezîrê tendiristîyê bûye.Di nava salên 1999-2001 de li Kosovo, yekemîn nûnerê sekreterê giştîyê Neteweyên Yekbûyî bûye.Di nava salên 2001-2002 de, wezîrê tendiristîyê bûye.Ji sala 2007 ve û heta niha, wezîrê derveyê Fransa ye.
Gulan: Fransa ne tenê welatekî mezin e û endamê herdemîyê encûmena asayişa Neteweyên Yekbûyî ye, belê ew xwedî dîrokeka gelek kevn û şaristanîyeka berfireh û dewlemend e. Herweha, ew xwedî şoreşekê ye, ku li hemû cîhanê wek sembola azadîya mirov hatiye naskirin. Gelo Fransa çawa li Iraqê û herêma kurdistanê dinere? Gelo hilwestê Fransa yê li beramber Iraqê û herêma kurdistanê çawa ye?
Bernard Koçner: ez li beramber pêşkevtina welatê we mat mame. Bi tevî tengavî û kelemên pirrên pêşîya xelkê Iraqê, belê bi wêrekî û azayîya xwe hêdî-hêdî li ser pêyên xwe dirawestin. Iraqê serwerîya xwe û serxwebûna xwe bi dest xistiye. Rewşa ewledarîyê baş bûye. Dam û dezgehên wê xurt dibin. Belê divê piştî hilbijartinên evê dawîyê, hukûmet bi zûtirîn dem bihê damezrandin. Fransa jî amade ye piştgirîya Iraqê bike, da ku ew bi ser bikeve û ew xwe dosta nêzîka Iraqê dibîne. Her li angora evê nerînê, desthilatdarên Fransa û di serî de serokê komarê, biryar dane ku peywendîyên navbera herdu welatan di hemû biwaran de li pêş bikevin. Wek çawa hûn agahdar in, min bi xwe çend caran serdana Iraqê kiriye. Min di sala 2007 de û di sala 2008 jî de serdana Iraqê kir. Belê di sala 2009 de peywendîyên navbera Fransa û Iraqê kevtin nava rewşeka taybetî de. Serokê komarê serdana Iraqê kir û piştî hîngê, gelek caran dîdar di navbera serokê hukûmetê, wezîrên Fransayî û Iraqî de çê dibûn. Cara dawî jî, rêzdar Talebanî serdana Fransa kir û germatîya peywendîyên navbera me bê wêne ye. Min bi xwe wek çalakvanekî parêzvanê di ber mafên mirov de û hem jî wek nûjdarek (doktorek) bêtirî deh caran serdana Iraqê kiriye. Bawerîya min gelekî bi ewê çendê heye, ku gerek em di çarçêweyê peywendîyên xwe de yên bi Iraqê re, peywendîyên xwe yên bi herêma kurdistanê re xurt bikin. Dîroka dostanîya navbera Fransa û herêma we dûr û dirêj e. Ez bi serdana rêzdar Mesûd Barzanî ya ber bi Fransa ve gelek şad im. Ew kesekî mezinê herêma we ye û ew evroj yekemîn kes e, ku bi dengê xelkê hatiye hilbijartin. Em – ango Bernard Koçner û serok Barzanî – ji mêj ve hevdu nas dikin. Min di destpêka salên heftêyan de Mustefa Barzanîyê bav jî nas kiriye û min gelek jê hez kiriye.
Gulan: em wek kurdên kurdistana Iraqê, rola Fransa ya di bareya damezrandina Devera Aram de di sala 1991 de ya li angora biryara 688 a Neteweyên Yekbûyî, ji bîran nakin û bi nirx dibînin. Ji ber evê çendê em bawer dikin, ku ev ezmona demokratîka herêma kurdistanê, berhemê kar û pîkolên Fransa ye. Gelo Fransa heta çi rade (hed) giringîyê dide evê devera arama Iraqê ya ku di biwarê demokrasîyê de, çend pêngav havêjtiye?
Bernard Koçner: hûn behsa derbasbûyekî tije êş û azarên kurdên Iraqê dikin û hûn behsa rola Neteweyên Yekbûyî û Fransa ya di bareya paraztina kurdistanê û misogerkirina mana kurd de dikin. Niha gelek baş dihê bîra min, dema em li gel konsulê giştî yê niha li Hewlêrê ye, di sala 1991 de em li ser sînoran bûn û çavên me bi mişextbûn û koçrevîya bi tirs a bi sedan hezar a kurdan dikevtin, dema ku ji tirsa bombbaranan direviyan. Hemû takên (ferdên) xêzanê bi zarokên biçûk û pîran ve, dixweztin bi her awayekî jî be xwe bigihînin Turkiye û Îranê. Ji bo gihandina alîkarîyên mirovanî ez dîsan çûm Hacî Omeran. Bawerîya min û Daniyel Miterrand û Franswa Miterrand ew bû, ku divê kurd bi biryareka encûmena asayişa navdewletî bihên paraztin. Me pîkolinî mezin encam da heta ku biryara 688 derkevt û hat pesendkirin. Em xwe bextewer û şad dibînin, ku evroj em dibînin kurdistana Iraqê herêmeka aram e, ber bi pêş ve diçe û demokrasî lê geş dibe. Em bi taybetî jî ji ber ewê yekê şad in, ku em dibînin kurd rola xwe ya temam di dezgehên dewleta Iraqê de dibînin. Di vir de ez dixwazim bi taybetî rola serok Talebanî bi nirx nîşan bidim, ew jî di bareya ewî hilwestê wî yê hoşmendane de yê ku pirs û arêşeyên Iraqê pê çareser dike. Ji mêj ve, min li çiya serok Talebanî Mam Celal û hevalê minê ku ji dest min çû Ebdurrehman Qasimlo, nas kiriye.
Gulan: kurdên kurdistana Iraqê qurbanîyên êrîşa çekên kîmyayî û enfalan bûne. Em dizanin jî, ku Fransa yekemîn dewlet bû ya ku kujtara Armenîyan wek jenosîd da nasîn. Heta çi radeyî em dikarin geşbîn û hêvîdar bin, ku dê Fransa ewan sosretên enfalan û êrîşên çekên kîmyayîyên dijî kurd bi kar hatin, wan wek jenosîd bide nasîn?
Bernard Koçner: xuya ye, ku ev mijara hûn behsa wê dikin gelekî bi derd û keser e. Ez agahdar im jî, ku ji kurdistanê re giring e, ku derbasbûyên wê li pişt guh nekevin û ew sosretên ku bi serê wê hatine, bi awayekî fermî bihên nasandin. Iraqê bi xwe şehîda destê rejîma Seddam Huseyn bû û bi taybetî jî, kurdistanê tê de êş û azarek gelek mezin dîtiye. Ti kes nikare operasiyona enfalan û bernameya wê ji bîran bike. Li angora ewê bernameyê ji %90 ji gundên kurdistanê xapûr bûn (wêran bûn). Dîmenên bi tirsên bombbarankirina kîmyayî ya bajêrê Helebçe ji bîra ti kesî naçin û bi taybetî jî, di bîr û hoşê min de mane. Min bi xwe du caran serdana Helebçe kiriye. Ez bi xwe wek kes, piştgirîya hemû ewan dezgeh û rêxistinan dikim, ewên ku dixwazin evan kujtaran li beramber civaka navdewletî û li beramber dîrokê, bi awayekî dadwerane û bi fermî bidin nasandin.
Evroj Iraqeka nû dihê damezrandin. Iraqeka demokratîk dihê avakirin, ku tê de rêgirtin ji mafên mirov re heye. Mafên mirov ber bi pêş ve diçin. Fransa jî li kêleka Iraqîyan e û piştevanîya wan dike, da ku ew welatê xwe ava bikin.
Gulan: serok Sarkozî bi awayekî fermî bangî serok Barzanî kiriye, da ku serdana Fransa bike. Programê we yê ji bo serdana Barzanî ya ber bi Fransa ve çawa ye?
Bernard Koçner: wek min berî niha jî got, dê Fransa peywendîyên xwe di hemû biwaran de bi Iraqê re bidamezrîne û hemû deverên Iraqê ji Fransa re giring in. Her li angora evê nerînê bû, ku dema serok Sarkozî serdana Iraqê kir, hêvî jî kir ku serok Barzanî serdana Fransa bike, da ku bi awayekî têr û tesel behsa peywendîyên navbera Fransa û kurdistana Iraqê jî bihê kirin.
Di nava serdana xwe de serok Barzanî, dîdarek bi serokê komarê û min re saz da. Evan du dîdarên han derfetek baş berdest kirin, da ku em tê de behsa rewşa siyasîya Iraqê û herêma otonomîya kurdistanê bikin û em behsa mijarên girêdayî evê deverê, peywendîyên navbera herdu alîyan û hevkarîya navbera Fransa û herêma kurd jî bikin. Ez û serokê herêma kurdistanê bi xwe jî, dê niyaznameyekê (Letter D`intention) bi hevdu re muhr bikin û dê tê de, hevkarîya hemalîya navbera herdu alîyan, di dema niha de û di ayinde jî de bihê dîyarkirin û dê di biwarên aborî, bazirganî, zanistî û kulturî de be. Wek hûn dizanin, Fransa heta niha 73 kursîyên xwendinê li zanokoyên Fransa ji xwendevanên kurd re pêşkêş kiriye, grûpeka şûnwarnasan a Fransayî dest bi yekemîn pişkinîna şûnwarnasî di Iraqê de li nêzîkî bajêrê Hewlêrê kiriye, du dibistanên Fransayî yek li Hewlêrê û yek li Silêmanîyê vekiriye û rê xweş kiriye, da ku hevkarîya tendiristîya giştî di navbera herdu alîyan de bihê kirin û ev hevkarî jî li pêş bikeve. Bi piştevanîya serokê berê yê huûmeta herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, navendeka kulturîya Fransayî li bajêrê Hewlêrê hatiye vekirin.
Ji alîyekî din ve, dê endamên şandeya bi serok Barzanî re dîdaran bi wezîrên bajêrvanîyê, geştevanîyê, jêderên suriştî û wezîrê kar û kar û barên civakî re saz bikin û dê çend kombûn jî, bi kardaran re bihên sazdan. Dê ev şandeya han a herêma kurdistanê serdana muzexaneya Lover jî bike û dê lêkolerekî pisporê bakurê Iraqê jî pê re be.
Gulan: konsulxaneya Fransa xizmetek baş di biwarê peywendîyên navbera xelkê kurdistanê û Fransa de kiriye. Em hêvîdar in, ku ev peywendîyên han li pêş bikevin û alîyên siyasî û aborî jî bikevin nav de. Gelo hukûmeta Fransa heta çi radeyî piştgirîya xwedîyên karan û investkarên Fransayî dike, da ku ew di evê qonaxa geşbûnê û avakirinê de alîkarîya me bikin?
Bernard Koçner: Fransa di sala 2007 de konsulxaneya xwe li bajêrê Hewlêrê danî. Konsulê giştîyê Fransa yê li Hewlêrê Fredrik Tisso gelek baş dizane – û ew bi xwe jî dostekî kevnê kurd e – ku ne tenê bi rêya peywendîyên navbera berpirsên herêma kurdistanê û Fransa dê peywendîyên siyasîyên Fransa û herêma kurdistanê xurt bibin, belê pîkol jî hene da ku peywendîyên aborî bi rêya kompanyayên Fransayîyên ku dixwazin li herêma kurdistanê kar bikin, li pêştir bikevin. Konsulxaneya Fransa ji bo evê mebestê jî, pişta xwe bi şandewerîya aborî ya Fransayî ve ya li Iraqê girê daye û ew şandewerî jî, li Hewlêrê hatiye damezrandin. Ez tekezîyê li ser ewê yekê dikim, ku ew pêşkevtinên li Fransa di biwarê tendiristî de bi dest ve hatine, astê nûjdarîyê (tibbê) bilind kirine û gerek hûn giringîyê bidin evê çendê. Ji ber ku evaya yek ji binemayên avakirina civakeka tije dadperwerî û wekhevî ye.
Hukûmeta Fransa alîkarî pêşkêşî du kompanyayên mezinên Fransayî kiriye, da ku di kurdistanê de projeyên ava paka vexwarinê encam bidin. Ji sala 2009 ve û heta sala 2010 çend şandeyên berhemhênerên dexl û dan, alavên çandinîyê, supermarketên mezin ên wek Karfûr, kompanyayên veguheztinê, kar û barên avê û kehrebayê û berhemanîna kehrebayê, serdana herêma kurdistanê kirine.
Di evê dema nêzîka pêş jî de, dê mala Fransa ya çandinê û jîngehê jî li Hewlêrê bihê danîn. Ev jî li ser daxwaza hukûmeta herêma kurdistanê ye, ji ber ku ew dixwaze di biwarê geşbûna kerta çandinîyê de, sûdê (faydeyê) ji ezmona Fransa werbigire. Karên evê navendê jî, dê li seranserî kurdistanê hebin, belê dê di destpêkê de her di cihê xwe de karê xwe encam bide.
Gulan: hukûmeta Fransa heta çi radeyî di biwarê şûnwarnasîyê û geştevanîyê de alîkarîya hukûmeta herêma kurdistanê dike?
Bernard Koçner: Fransa di biwarê şûnwarnasîyê de hevkarîyeka baş bi desthilatdarên Iraqê û herêma kurdistanê re kiriye û evê hevkarîyê xurttir jî dike. Di meha nîsanê de yekemîn pişkinîna şûnwarnasîyê ji alîyê Prof. Rûyo ve li cihekî nêzîkî bajêrê Hewlêrê hat encamdan û navê ewî cihî KilkMişk bû. Ew kar bi alîkarîya wezareta bajêrvanîyê û geştevanîyê û koleja şûnwarnasîyê ya zankoya Selaheddîn bû. Ev şûnwarên han ên serdema Aşûrîyan in û heta niha, gelek alav û amîrên bi nirx ên wek bingehên malan, guldankan, seramîkan û …hd, lê hatine vedîtin.
Di meha oktobera evê salê de jî, dê Fransa navendeka Fransayî ya şûnwarnasîyê û zanistên civakî – ku ew beşekî instituta Fransa ya rojhilata navîn e – di nava keleha Hewlêrê de dayne. Dê ev navenda han li kurdistanê û li seranserî Iraqê çalakîyan encam bide. Dê yekemîn berhemê evê hevkarîyê jî, pêşkêşkirina semînarekê di rojên 13 û 14 ên oktobera evê salê de bin û dê ji alîyê instituta Fransa ya rojhilata navîn û zankoya Selaheddîn ve, li bajêrê Hewlêrê bihê sazdan.
Niha hevkarîyeka xurt bi kolejên zanistên siyasî û şûnwarnasîyê yên zankoya Selaheddîn re çê bûye û projeyên hevpişk jî hatine destnîşankirin. Ev hevkarîya han dê bi zankoyên Baxdadê, Mûsilê û yên din jî re hebe.
Di biwarê geştevanîyê jî de, Fransa amade ye hemû daxwazên hukûmeta herêma kurdistanê pêk bihîne. Fransa di cîhanê de yekemîn welatê geştevanîyê ye û di evî biwarî de, xwedî ezmon û şehrezayîyeka gelek mezin e û dê ji bo geştevanîya kurdistana Iraqê, sûd jê bihê wergirtin. Em dikarin bi hev re bîr û hizira masterplanekê ji kerta geştevanîya herêma kurdistanê re bikin.
Top