• Thursday, 02 May 2024
logo

Nadir Haşimî bo Gulan: Heger bi dirustî serederî bi kêşa navbera Şîe û Suneyan neyê kirin wê temama Rojhilata Navîn dabeş bibe.

Nadir Haşimî bo Gulan: Heger bi dirustî serederî bi kêşa navbera Şîe û Suneyan neyê kirin wê temama Rojhilata Navîn dabeş bibe.
Pirofîsor Nadir Haşimî rêveberê navenda rojhilata navîn li zanîngeha Dînîver û mamostayê xwendinên nêvdewletî ye li heman zanîngeh û taybetmende li ser karûbarê îslamî li Rojhilata naverast û ol û demokrasî û tiyora siyasetê, ji bo axaftin li ser rewşa niha a Rojhilata Naverast û dabeşbûna olî û nêvdewletî di ev navçeya giring a cîhanê de, Gulanê ev gotûbêje bi pirofîsor Haşimî re encam da ku ev deqa wê ye:
* kêş û aloziyên welatên Erebî û Rojhelatê Navîn ji wê mestirin ku tenê kêşeya navbera demokrasî û dîktatoriyet bon, çûnkî ber bi şerekî taifî ve dçe û civak di navbera Şîe û Suneyan de dabeşkiriye, gelo ta çiqasî ev rewşe paşeroja welat tarî tarî dike?

- kêşeya taîfî di navbera Şîe Moslman û Sune Moslmanan de, wek kêşeyeke siyasî pir giring derdikeve, heger bi şêweyekî guncayî û bi rast û dirustî serederî li gel neyê kirin, wê temama Rojhilatê Navîn dabeşbike, di beşekî de kêşe derencamê siyaseta derve ya Siûdiye û Iranê ye, ew kêşeya Şîe û Sune bo berjewendiyên xwe li navçeyê bikartînin herwiha şiroveya mohafîzkarane a ji ast derketî ((ultra-conservative)) û mutezemîtane ((puritanical)) a suneyan ku ji aliyê hinek ji piyawên olî yên Seûdî tê ajotin, agirê vî şerî xweştir dike, ji aliyê dîrokî ve û bi berçavxistina pêşveçûna ber bi demokrasiyê, gereke were destnîşankirin ku hemû civakên dabeşbûna îtnî yan olî tê de heye û bi ser kemîne û zorîne dabeşbûne ji dest vê kêşê dinalin, eger em temaşayî dîroka demokrasiya Rojava bikin, yek ji kêşeyên herî mezin ku karîgeriya xwe li ser seqamgîriya siyasî û şopa pêşveçûna ber bi demokrasiyê bû di hevrikiya girêdayî bi mafên etnî û olî ve, vê sed salî dirêjkir ta hat çareserkirin. Ew kêşeye li Ewrupa ma heta şerê cîhanî yê yekê û duyê û bi milyonan kes têde hatin kuştin, anku bi vê nêrînê serhildana vê kêşê tiştekî hetmiye û beşeke ji xebata dûrûdirêj bo geheştin bi demokrassiyê, bê goman çareserkirina van kêşeyan girantirin di rewşa berdewamiya şeran û kuştina bi kom û di rewşa destbilindiya rejîmeke xwesepîner ku xudan berjewendiyên siyasî ye û dixwaze cudahiya îtnî bikarbîne bo berjewendiyên xwe yên teng ku di bingeh de girêdayî ne bi parastina deshelata xwe a siyasî di welat de, wate ev kêşeyeke siyasî pir giringe û gereke bi cidî li ser were seknandin, ez bi xwe pir dil tengim ji ev cihê niha rewş têre derbaz dibe û dilgiraniya min a herî zor ew e ku xebatkirin bo demokrasiyê li seranserî navçeyê bi temamî dirûxe heger bi rastî û dirustî danstan li gel neyê kirin.

* Li welatên paşkomonîst û li welatên Rojhilatê Ewrupa pêngav ber bi demokrasiyê ve hat avêtin paş hilweşîna biloka sosyal, li destpêka bihara Erebî pir ji çavdêr û pisporan heman derencam bo navçeyê pêşbînî dikirin, belê ev yek çênebû, pirsyar ew e gelo bo çi pêşveçûna demokrasiyê li Rojhilatê Naverast çûnebû?

- Ez dibînim karekî pir metirsîdare Ewrupa Rojhilat bi welatên Erebî re were hevberkirin, yek, ji ber dîroka siyasî a moderin li Ewrupa Rojhilat pir cuda ber pêşveçûye bi hevberkirin bi cîhana îslamî û erebî, anku ya yekê peywendî bi paya abûrî û civakî ve heye bo berdewamiya demokrasiyê, di peywendî da bi astê modêrnezîkirin û peywendiya bi pêşveçûna abûrî û civakî û astê jiyar û perwerdeyê ku ev pir bilindtirbûn li Ewrupa Rojhilat ji Rojhilata Naverast, temaşekin îro 40% xelkê Misrê dahata rojane tenê 2 dolar e û asteke pir bilind ji wan jî nexwendevanin bi taybet di nav afretan de. Ya duyê jî navçeya Rojhilat kêşeya destêwerdana derviyî heye ku hevmile li gel nakokiya siyasî a nearamiyê peydadike ku ji nakokiya Ereb-Îsraîlê ji xwe re çavkaniyê dibîne û kêşeyeke siyasî bi hest û kelçûne, vê egerên bi destxistina demokrasiyê alozkiriye. Wate karekî heger em bêjin pêwîste welatên Rojhilata naverast bi heman asaniya rêjeyî berev demokrasiyê ve biçin ku welatên Ewrupa Rojhelat jî berêve çûn. Pêwîste civakên cuda cuda rêya pêşveçûnê bigrine ber û li ser bingeha nexşeya demî karbikin. Bi kurtî piroseya demokrasiyê wê pir cuda be li cîhana Erebî bi hevberkirin li gel Ewrupa Rojhilat, ji ber ku dîroka hevçerx a cîhana Erebî û Îslamî pir cudabû ji dîroka hevCerxa Ewrupa Rojhilat.

* Em dibînin ku herdu welatên Turkiya û Malîziya du welatên Îslamî ne lê ne Erebîne û herwiha ta radeyekî baş demokrasî ne, lê ev demokrasiye di welatên Erebî Îslamî de nayê dîtin, bîr û boçûna we çiye di vê derbarê de?

- yek ji cudahiyên mezin, pirsa neftê ye, neft rê dide rejîmên xwesepîn ku temenê wan dirêjtir be, bi hevberkirin bi ew welatên ku neftê berhem nînin, tiyorek di zanistê siyasî de heye jê re dibêjin (Rentier states) ku li gor wê welatên neftê berhem tînin dikarin asantir li pêş gavên ber bi demokrasiyê ve tên avêtin bisekinin bi hevberkirin li gel ew welatên ku neftê berhem nînin, wate yek ji pirsan, pirsa abûriya siyasî ye. Xala dûyê pêktê ji nakokiyên Ereb-Îsraîl ê ku beşeke bingehîne ji nasnama cîhana Erebî, ku kartêkirinek mezin hebû li ser nearamiya siyasî li welatên Erebî li hember welatên Îslamî yên ne Ereb, wek malîziya, Endonîsiya yan Turkiya ta astekî diyarîkirî, xala sêyê pêktê ji siruştê xwesepîn a rejîman li cîhana Erebî, Esed li Sûriya, Sedam li Îraqê, Bin Elî li Tunisê û Mobarek li Misrê, ku rejîmin pir dilreş û serkutkarbûn, wek ew rejîmên li Endonîsiya yan Malîziya yan Turkiya di bin sîbera ceneralên Kemalî de hebû. Wate mîratekî tale ku cemsergeriya siyasî di navbera beşên cuda yên civakê de û piroseya gavavêtin berev demokrasiyê pir girantir kiriye, wate ew cudahiye wê yekê ji me re rondike ku bo çi cîhana Erebî bi şêweyeekî giştî dijwariyek zêdetir têye rêya wan di demê gav avêtin ber bi demokrasiyê bi hevberkirin bi welatên wek Turkiya û Malîziya û Endonîsiya.

* Du mîhwer dirutbûne, mîhwerî Şîe ku ji Îran ta Libnanê li xwe digre û mîhwerî Sune ku welatên erebî û Turkiya li xwe digre, Rojava û Emrîka jî piştevaniya mîhwerê Sune dikin, gelo ta çi astî ev hevkêşe berjewendiyên Îranê li navçeyê berev pêşve dibe?

- Ew rastiya ku dijberiyek bi hêz heye bo destêwerdana Emrîka li navçeyê, ew rastiye rê dide Hikûmeta Îranê ku hesta cemawer dijî siyaseta Emrîka bo berjewendiyên xwe bikarbîne, heger em vegerin 5, 6 salên berî niha, berî rûdana bihara Erebî, di nav cîhana Îslamiya Sunî de, li Misir û Urdon û li pir beşên cîhana Erebî de ku Sune bûn, kesayetiya wek Mehmûd Ehmedî Nejad û Hesen Nesrela kesin bûn ku piştevaniya wan a cemawerî hebûn Ji ber ku hesta dijî Emrîka istxlal kiribû ku peywendî bi mîrata serdemê Koloniyalîzm, Împiryalîzimê ve hebû, ew jî bi mebesta zêdekirina destçûna Iranê di navçeyê de. Ez dibînim ji ber buhara Erebî rewş pir aloztir e, bi sedema piştevaniya Îranê bo Esed herwiha piştevaniya Hesen Nesrela û Hizbulah bo rijêma Esed bo şikandina şoreşa cemawerî, destçûna Îranê û a Hizbulah pir kêmbû. Wate em di rewşeke siyasî cuda de dijîn li paş Buhara Erebî, ku şiyana Îranê bo istxlalkirina destêwerdana Emrîka di navçeyê de, bo lîtin bi kerta Şîe û Sune yan û komkirina piştevaniya raya giştî a Muslimanên Sune bo aliyê xwe pir daketiye, niha pir çetine ku berdewam be. Bi liberçav wergirtina ew a li Sûriya Rûdide, Ew a li Lîbiya Rûdayî, Îran aliyê dijberî ew xebata cemaweriye.

* Ev dabeşbûnane rengvedanên nêvdewletî li pê xwe tîne, dema em dibînin niha Rûsiya û Çîn û Koriya Bakur piştevaniya Mîhwerê Îranê a li gel Sûriya û Hizbulahê dikin û Ewrupa û Emrîka jî piştevaniya Qeter û Siûdiye û Turkiya dikin, gelo şereke din yê sar birêveye bi sedema kêşa Sûriyê?

- Belê di pir aliyan de dibe em wê pêşveçûnê bibînin, lê hên rêyeke pir dirêj maye daku ew dabeşbûne li ser astê cîhanê dûbare bibe ku li paş şerê duyê cîhanî di navbera Emrîka û Hevpeymanan ji aliyekî û Yekîtiya Sovêt û hevpeymanên wê ji aliyekî din ve rûda. Her wek we bas kir çend hevpeymanên wiha derdikevin, bi a min taku şerê Sûriya berxwebide wê ew hevpeymanane bi hêztir bibin bi radeyekî ku dabeşbûn wê bikeve nav welatên mezin ên cîhanê ku ne merce sed ji sedî wekî şerê sar be, lê wê hinek wekhevî hebe, ev jî sedemeke dine ku pêwîste şerê Sûriyê were bi dawî kirin ji ber ku bê çareserkirina vî şerî, wê dabeşbûnên cîhanî pirtir biçesipin û ew hevpeymanetî bi hêztir bibin, ev jî wê pêşveçûneke pir xerab be bo aştî asayişa nêvdewletî.

* Behsa bikaranîna çekên kîmyaî li Sûriyê û bernama Etomî a Îranê tê kirin, gelo ta çi radeyekê bêdengiya civaka nêvdewletî dibe sedema ku rewş aloztir bibe?

- Bi a min ev du pirsên ji hev cuda ne, bikaranîna çekên kîmawî li Sûriya – û bernameya Etomî a Îranê û karvedana civaka nêvdewletî û rolê îsraîlê têde, wate hevgirêdaneke yekser di navbera wan du tiştan de tuneye, dilgiraniya bingehîn a Îsraîlê, Îraneke xudan çekê Etomî ye, çûnkî Îran bi hevrekekî herêmî dizane, ji ber wê hewl dide piştevaniya raya giştî bi dest xwe xîne bo seknandina bernameya etomî a Îranê, di peywendiyê bi Sûriyê re û karvedana nêvdewletî yan nebûna karvedana nêvdewletî, pirseke bi temamî cudaye civaka nêvdewletî li ser kêşa Sûryê û pirsa çekên kîmawî pirtir dabeşbûye ku li vê dawiyê me dabeşbûnên din di navbera Rûsiya û Emrîka de dît ku dudil bû biçe pal welatên din ku guvaşan bixin ser Sûriya. Siyaseta Îsraîlê derbarê Sûriya pir aloze, ez nabînim ku serkirdên Îsraîlê ew yekalîkiribin ku kîjane xerabtire: Esed li deshelatê bimîne, yan Şoreşgêrên Sûriyê deshelatê bi dest xwe xin. Bi kurtî ez dibînim ne bi asane derencameke asan û mezin bi destveb’nin di bara peywendiyên Îsraîlê û civaka nêvdewletî û kêşa Sûriyê de, Îsraîl li ser asteke pir cuda kar dike û girêdana van pirsan hemûyan bi hev ve ne karekî asan ne.
Top