• Saturday, 06 July 2024
logo

Ji çar hunermendan klîbeke nû: Êdî bes e ez ezî!

Gulan Media September 24, 2017 Hunerî
Ji çar hunermendan klîbeke nû: Êdî bes e ez ezî!
Hunermendên kurd Yilmaz Ayan, Hesen Şerîf, Rêkeş Seyranî û Gulan Roz, ji bo balê bikişin ser yekîtiya gelê kurd stranek bi navê “Bes e ez ezî” tomar kirin.

Klîba nû ya hunermend Yilmaz Ayan, Hesen Şerîf, Rêkeş Seyranî û Gulan Roz ya bi navê “Bes e ez ezî” yekemîn car li ser Rûdawê digihe hunerhezan.

Peyvên vê stranê ji aliyê helbestvan Mihemed Oreyî ve hatiye nivîsandin û awaz jî yê Yilmaz Ayan e. Stran li stûdyoya Çar Lorîn hatiye tomarkirin.

Dîmenên klîbê jî li deverên cuda yên Kurdistanê hatine kişandin.

Derbarê klîbê de Yilmaz Ayan ji Rûdawê re got, ku him ji bo pêvajoya dewletbûna Kurdistanê û him jî ji ber giringiya yekîtiya gelê kurd wan ez stran gotiye.

Rudaw
Top