Tirkiyeyê Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bombebaran kirin

Balafirên şer ên Tirkiyeyê Bendava Tişrînê û Pira qereqozaqê bombebaran kirin.
Şer û pevçûnên di navbera HSD û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de li gundên derdora Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berdewam dikin.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê jî ji bo piştgiriya komên çekdar, herêmên di bin kontrola HSDyê de bombebaran dikin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyeyê îro sibehê derdora Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û gundê Melhayê yê Kobaniyê bi dijwarî bombebaran kirine.
Heta niha derbarê zerer û ziyanên bombebarana vê dawiyê de ti zanyarî nehatine bidestxistin.
Her wiha li derdora gundê Dêr Hafirê jî di navbera şervanên HSDyê û çekdaran de şer û pevçûnên giran diqewimin.
SOHRê da zanîn ku di encama şer û pevçûnên li derdora Dêr Hafirê de 4 çekdarên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan hatine kuştin.
Heta niha 475 çekdar hatine kuştin
Piştî ku rejîma Beşar Esed 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an rûxiya şer û pevçûnên di navbera HSD û komên nêzikî Tirkiyeyê de gurtir bûn.
Li gorî SOHRê di encama şer û pevçûnan de heta niha 475 çekadar û 4 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.
Her wiha 104 şervanên HSDyê û 56 sivîlan di şer û pevçûn û bombebranan de canê xwe ji dest daye.
Rudaw